• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
23 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bîra Aboriyê ya Kurdî dê bi 5 hezar têgehan bê amadekirin

    Bîra Aboriyê ya Kurdî dê bi 5 hezar têgehan bê amadekirin

    ‘Ew parêzvanê aştiyê bû, em bi wî serbilind in’

    ‘Ew parêzvanê aştiyê bû, em bi wî serbilind in’

    Heta şaneya xwe ya dawî jî li ber xwe da: Devran Bedlîs

    Heta şaneya xwe ya dawî jî li ber xwe da: Devran Bedlîs

    Yilmaz Guneş: Em dixwazin hejmara Zarokîstanan zêde bikin

    Yilmaz Guneş: Em dixwazin hejmara Zarokîstanan zêde bikin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 23yê ÎLONA 2026an

    Li Wanê Şaxa DADê hate vekirin: Em ê çiraya xwe ji bo rawestandina şer pêxin

    Li Wanê Şaxa DADê hate vekirin: Em ê çiraya xwe ji bo rawestandina şer pêxin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bîra Aboriyê ya Kurdî dê bi 5 hezar têgehan bê amadekirin

    Bîra Aboriyê ya Kurdî dê bi 5 hezar têgehan bê amadekirin

    ‘Ew parêzvanê aştiyê bû, em bi wî serbilind in’

    ‘Ew parêzvanê aştiyê bû, em bi wî serbilind in’

    Heta şaneya xwe ya dawî jî li ber xwe da: Devran Bedlîs

    Heta şaneya xwe ya dawî jî li ber xwe da: Devran Bedlîs

    Yilmaz Guneş: Em dixwazin hejmara Zarokîstanan zêde bikin

    Yilmaz Guneş: Em dixwazin hejmara Zarokîstanan zêde bikin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 23yê ÎLONA 2026an

    Li Wanê Şaxa DADê hate vekirin: Em ê çiraya xwe ji bo rawestandina şer pêxin

    Li Wanê Şaxa DADê hate vekirin: Em ê çiraya xwe ji bo rawestandina şer pêxin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Karê ‘celweşînî’ ber bi tunebûnê ve diçe

Daristan Pala - Galîp Kirmizigul / AW

23 ÎLON 2026 - 08:37
Kategorî: KED Û ABORÎ, MANŞET
A A
Colemêrg – Li Colemêrgê karê “celweşînî” ku ji weşandina guzan re tê gotin, ji ber zehmetî û talûkeya xwe, ber bi tunebûnê ve diçe.

Li herêma Colemêrgê bi salan e “celweşîn” (karê weşandina gûzan) tê kirin. Peyva hevedudanî ya “celweşîn” ji peyvên “cel” û “weşînê” pêk tê. Cel, dareke dirêj e û piranî bi darê pelteyê tê çêkirin. Pelte, li gorî darên din sivik û zirav e û mirov dikare pê rehettir gûzan biweşîne. Lewma ji kesên gûzan diweşînin re dibêjin “celweşîn”. Li Colemêrgê ji ber ku darên gûzê pir zêde ne, “celweşîn” taybetî tenê ji kesên gûzan diweşînin re tê gotin. Darê gûzê gelemperî pir dirêj û bilind dibin. Gelek bi hêz, stûr û şaxfireh in. Ev yek nahêle ku mirov bi hêsanî hemû şaxên darê bihejîne û gûzan biweşîne. Gûz, di nava qalikên xwe yên kesk û hişk de giran in. Ji ber vê yekê tenê bi hejandineke sivik gûz nayên weşandin, lewma divê bi alîkariya darên dirêj ên wekî “cel” werin weşandin. Ji ber van taybetmendiyên darê gûzê karê weşandina gûzan gelek zehmet û xeter e. Li herêmê gelek kes ji ber ji dara gûzê ketine yan jiyana xwe ji dest dane, yan jî astengdar bûne.

Welatiyê bi navê Zahîr Kurt ê ji gundê Gewka yê girêdayî Colemêrgê ku 17 sal in celweşîniyê kiriye, behsa weşandina gûzan û zehmetiyên wê kir.

‘Celweşîn divê dara gûzê baş nas bike’

Zahîr Kurt da zanîn ku celweşîn ew kes e ku cel di destê wî de diçe ser darê û gûzan diweşîne. Zahîr Kurt diyar kir ku dara gûzê gelek bilind û xeter e û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Çiqên dara gûzê hem fireh in hem jî ji hev dur in. Piçek pêyê mirov bizele, xelasbûna mirov nîne. Divê tu wisa gûzan daweşînî ku hem ewlehiya xwe bifikirî hem jî ji celê di dest xwe de hişyar bî ku nekeve. Dema mirov diçe ser gûzê ji ber bilind û xeteriya vê çavên mirov dizivirin. Divê mirov dara gûzê baş nas bike û wisa vî karî bike. Karekî rasterast girêdayê hevsengiyê ye. Celweşînî karek gelek zor û zehmet e. Ji ber vê her kesek nikare karê celweşîniyê bike.”

‘Ji ber kalbûnê nikarin celweşîniyê bikin’

Di berdewama axaftina xwe de Zahîr Kurt diyar kir ku wî ji ber rewşa aboriyê û xizantiyê ev kar dikir û wiha behsa destpêkirina xwe ya celweşîniyê kir: “Ji ber xizantiyê me ev kar dikir. Dema me dara gûzê diweşand tenekeyek gûzê ya min bû, du tenekeyên gûzê jî ya xwediyê darê bûn. Me hesaba xwe wisa dikir. Ez celweşîniyê ji bav û kalên xwe hîn bûm. Bav û kalên me celweşînî dikir, lê niha celweşîn di nava me de nemane, em ji derve, ji herêmên din dixwazin. Êdî em kal bûn, nikarin vî karî bikin. Zarokên me jî nikarin û newêrin biçin ser dara gûzê û gûzan daweşînin.”

Di karê celweşîniyê de mirin û astengdarbûn zêde ye

Di dawiya axaftina xwe de Zahîr Kurt bi bîr xist ku ew gelek caran bûye şahidê ketin û mirina celweşînan û wiha pê de çû: “Ji ber vî karî gelek caran mirin û siqetbûn çêdibin. Mirovek ji malbata xalên min ji ber vî karî di darê gûzê de ket û mir. Dema me karê celweşîniyê dikir hevalekî min çû ser dara gûzê lê ji darê de ket. 10 rojan li Nexweşxaneya Colemêrgê di nav rewşa awarte de ma. Piştî vê êdî min karê celweşîniyê berda.”

Etîket: celweşîngûzketina ji darêtalûkeweşandinZehmetî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Belgefîlma ‘Rojiya Jiyanê’ sibe tê weşandin

Belgefîlma ‘Rojiya Jiyanê’ sibe tê weşandin

11 TÎRMEH 2026
Karê giran ê metropolan li ser milê Kurdan e

Karê giran ê metropolan li ser milê Kurdan e

10 TÎRMEH 2026
Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

30 GULAN 2026
Amed di nava mijê de ma

Amed di nava mijê de ma

8 KANÛN 2025
Ciwanên Qoserê di bin gefa hişbirê de ne

Ciwanên Qoserê di bin gefa hişbirê de ne

14 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Enqereyê şehîdan têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Serê min bi rêya kurê min bilind e’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Apê Mûsa hat bibîranîn: Em ê tu demê serî netewînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Karê ‘celweşînî’ ber bi tunebûnê ve diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne