Wan – Li navçeya Payîzava ya Wanê, dîwarê li ser rêya bejahî ya Wan – Colemêrgê hatiye çêkirin çûn û hatina şêniyên gundên Nêrkox, Hîndîstan û Arixan asteng dike. Şêniyên gund bertek nîşanî rewşê dan û gotin: “Dîwarê ku dewletê li ber mizgeftê kişandiye, mîna yê Îsraîlê ye. Em di malên xwe de mîna girtiyan in.”
Li ser rêya Wan û Colemêrgê a aliyê navçeya Payîzava dîwar hatiye çêkirin û ev dîwar çûn û hatina gundiyan asteng dike. Dîwarê li ser rêya bejahî ya ji nava gundên Nêrkox, Hîndîstan û Arixan derbas dibe, bandoreke neyînî li ser jiyana gundiyan çêdike. Şêniyên her sê gundan ji bo derbasî aliyê din ê rê bibin hem bi kîlometreyan dimeşin û hem jî nikarin sewalên xwe derbasî aliyê din bikin.
Gundiyên ku ji ber vê yekê zehmetiyên mezin dikişînin, diyar kirin ku ji bo ew derbasî aliyê din ê rê bibin, ji neçarî bi kîlometreyan bimeşin. Gundî destnîşan dikin ku ji bo derbasbûna ajalan, derbasgehên binê erdê û rêyên girêdanê yên ewle tune ne û ji rayedaran daxwaza çareseriyê kirin.
‘Dewletê em kirine du parçe’
Şêniyê gundê Arixan Mustafa Tunç diyar kir ku ji ber çêkirina dîwar gund bûye du parçe û destnişan kir ku gundê wan bi aliyê milê jor û milê jêr bûye du perçe. Mûstafa Tûnç da zanîn ku ew anîn û birina pez û çêlekan de jî zehmetiyê dikşînin û got: “Me rewşa xwe ji qeymeqam û Midûriyeta Rêyên Bejahî re got, lê tu kesî guh neda me. Mehek berê li vir qezayeke trafîqê çêbû û bav jiyana xwe ji dest da û kûrê wî jî bi giranî birîndar bû. Her wiha tiraktorek bêkontrol derket rê û du xwendekar mirin. Dûr e, heta ambulans tê, dereng dimîne. Ev hemû di arşîva dewletê de hene. Em ji parlamenter, qeymeqam û hemû rayedaran re dibêjin lê me tu encam negirt.”
‘Bila rayedar bên jiyana me bibînin’
Mûstafa Tûnç nerazîbûna xwe nîşanî dîwarê hatiye çêkirin da û got: “Dîwarê ku dewletê li ber mizgeftê kişandiye, mîna yê Îsraîlê ye û em di malên xwe de mîna girtiyan in. Ji ber gund bûye du parçe, em nikarin biçin aliyê jor. Em neçar in konan çêdikin û pezê xwe tê de dihêlin. Heke hinek wijdanê wan hebe, bila bên jiyana me bi çavên xwe bibînin. Xaçerê 10 kîlometreyan birine jor, em mexdûr in. Em her roj vê rêyê bikar tînin, ji ber ku diçin aliyê çepê em trafîqê dixin nava xeteriyê û ji ber vê yekê ceza li me tên birîn. Em dixwazin dewlet pirsgirêka me çareser bike.”
‘Kes nikare derbasî aliyê din bibe’
Şêniyê gund Qasim Tûnç jî destnîşan kir ku tu xêra dîwar ji bo wan nîn e û bi lêv kir ku dewletê gund kiriye du parçe û got: “Tevahiya gund sewalkariyê dike, lê tu kes nikare derbasî aliyê din bibe, ji ber ku rê tune ye. Welatî pirsgirêkên mezin dikişînin û ev yek dibe sedema koçberiyê. Ji ber ku aborî xera bûye û buhayê mazotê zêde bûye, êdî kêm kes li gund namîne. Em dixwazin dewlet alîkariyê bide me. Bila ev kevirên ku danîne nava rê bên rakirin. Birazîyen min 7 sal berê di qezayê de seqet ma û niha rewşa wî ne baş e. Rêyên gund jî xirab in, zarokên me di nava heriyê de diçin dibistanê. Em dixwazin dewlet çareseriyekê bibîne.”













