Stenbol – Li Tirkiyeyê ragihandin û rojnamegerî di bin zext û sansura desthilatê de ye. Tenê di meha Îlonê de herî kêm 1270 malper hatin astengkirin. Malpera Ajansa Mezopotamyayê cara 44emîn hate astengkirin û hesabên X û Înstagramê ya Ajansa Welat, Ajansa Mezopotamya, Jinnewsê di mehên dawî de gelek caran hatin astengkirin.
Ev demeke dirêj e li Tirkiyeyê pêla sansur û astengiyê li ser civakê tê sepandin, mafê xwe gihandina agahiyên rast yê gel tê astengkirin. Desthilatdar qada medyaya dîjîtal teng kiriye û nahêle ji xeynî gotina xwe tu gotin û nêrin were parvekirin. Desthilat bi hevkeriya şîrketên medyaya dîjîtal, sansur û astengî aniye astekî jor ku êdî her roj sedan hesab û malper tê astenkirin û sansurkirin.
Sîteya Ajansa Mezopotamyayê di 3yê Çileya sala 2018an de hate astengkirin. Ev cara yekemin bû ku malpera ajansê hatibû astengkirin. Di 8 salan de malpera Ajansa Mezopotamyayê 44 caran hate astengkirin. Herî dawî di 6ê Cotmehê de malpera mezopotamyaajansi44 hatibû astengkirin. Ajansa Mezopotamya di mezopotamyaajansi45emîn de weşana xwe berdewam dike. Qanala YouTube, hesabên Înstagram û Xê jî bi dehan caran hate astengkirin. Hesabê Xê herî dawî 14ê Cotmehê, hesabê Înstagramê ya Tirkî jî herî dawî di 6ê Îlonê de hatibû astengkirin.
Jinnews beriya 9 salan hatibû damezrandin. Di 9 salan de sîte û malperên X û Înstagramê gelek caran hate astengkriin û girtin. Malpera Jinnewsê www.jinnews.com di 23ya Çileya sala 2018an de ji aliyê Saziya Zanyariyên Teknolojîk û Ragihandinê (BTK) ve hate astengkirin. Ev cara yekemîn bû ku sîteya Jinnewsê dihata astengkirin. Ajans piştre bi www.jinnews1.com li ser medya dijîtal weşanê parve kir. Îro Jinnews sîteya www.jinnews21.com bi kar tîne. Ji destpeka sansur û astengiyan 8 sal derbas bûn di 8 salan de herî kêm 20 caran sîteya Jinnewsê hate astengkirin. Herî dawî di 14ê Cotmehê de hesabê Înstagramê ya Tirkî hate astengkirin. Hesabê Xê jî herî dawiyê di 25ê Îlonê de hatibû astengkirin. Qanala YouTube ya ajansê bi temamî hatibû girtin.
Sîteya Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) jî gelek caran hatiye girtin. Sîteya ETHAyê cara yekemin di 25ê Tirmeha sala 2015an de hate girtin. Ji girtina ewil a malperê heya niha 11 sal derbas bûn. ETHA îro sîteya etha57.com bi kar tîne. 11 salan de sîte 56 caran û hesabên Xê û Înstagramê gelek caran heta niha hatiye astengkirin.
Di mehekê de 1270 hesab hatin astengkirin
Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê (ÎFOD) derbarê astengkirina malper û sansuran raporekî aşkere kir. Li gorî raporê komeleyê di meha Îlonê de herî kêm 1270 malper û hesabên li ser Xê hatine astengkirin. Di nav hesabên hatiye astengkirin de hesabên rojnamer, saziyên rojnamegeran, sazî rêxistinên civakî, rêxistinên ciwan û LGBTÎyan û akademîsyenan heye. Şopînerê van hesabên ku hatine astengkirin ji 35 milyonan zêdetir e. Ev jî mezinbûna astengiyê derdixe holê. Tenê di meha Îlonê de asta sansur û astengiyê hatiye astekî herî jor. Ev jî nişan dide ku li Tirkiyeyê êdî astengî û sansur wekî asayî, rêk û pêk tê sepandin.
Gendeliya fonê bû sedema sansur û astengiyan
Li Tirkiyeyê di kirîn û firotina fonan de qeyrana gendeliyê derket holê. Di nav vê qeyranê de Alîkara Serokê Giştî yê AKPê Fatma Betul Sayan Kaya jî hebû. Piştî îdiayên ku di meha Nîsanê de bi bihayê 63 milyon û 359 hezar TL hîsseyên Ozata kiriye û di meha Îlonê de jî ji wan hîseyan 1 mîlyar û 344 milyon TL dahat bi dest xistiye. Piştî ku nûçeyên derbarê firotinan fonan de belav bûn pêla sansur û astengî bilind bû. Sansur û astengî hate wê astê ku di nûçeyên ku navê Fatma Betul Sayan Kaya derbas dibû, hesabên navê Fatma Betul Sayan Kaya parve dikirin, hatin astengkirin. Fatma Betul Sayan Kaya her çiqas gengeliyê kiribe jî derbarê wê de tu lêpirsîn nehate destpêkirin. Heta ku wekî xeletî çêbûya, pereyên gendeliyê vegerandiye hate nîşandan. Lê belê derbarê Fatma Betul Sayan Kaya de desthilatdar nahêle ku tu nûçe û gotin bê gotin.
Hesabê ragihandina sansur û astengiyan jî hate astengkirin
Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê (ÎFOD) ji bo astengî û sansuran wekî dane kom bike, hesabê EngellîWebê vekiribû. EngellîWeb li ser Xê hesab, malper û siteyên ku hatine astengkirin belge dikir û ji raya giştî re parve dikir. Hesabê EngellîWebê di 1ê Cotmehê de hate astengkirin. Ev astengkirin sosret û asta sansurê nîşan da. Ji ber ku desthilat naxwaze sansur û astengî were axaftin û agahiya tu kesî jê hebê. Bi vê sedemê malper û hesabên ajans û rojnameyan jî tên astengkirin. Herî dawî di 14ê Cotmehê de dîsa pela astengî û sansurê destpêkir.
Rastî bi sansûran tên veşartin
Di 14ê Cotmehê de di danê sibehê berî ku darizandina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û Ekrem Îmamoglû dest pê bike û darizandin û agahî neyên belavkirin, polîsan avêt ser Halk TVyê û qeyûm tayinî qanalê kir. Li gorî daneyan di meha Îlonê de li Tirkeyeyê qanala ku herî zêde hatiye temaşekirin Halk TVyê. Halk TV di meha Îlonê de 107.6 milyon hatiye temaşekirin. Herwiha di meha Cotmehê de ji bo gelek hesab û malperan daxwaza astengiyê çêbû. Malpera T24ê jî ji sansûrê para xwe girt. Di nava malper û hesabên ku daxwaza astengiyê ji bo wê tê kirin hesabê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ye. Sansur û astengî êdî ne sazî ne jî sînoran nas dike. Kes, sazî, rêxistin, komele û partiyên siyasî yên gotinekeê ne bi dilê desthilatê dikin an jî parve dikin rastî pêla astengî û sansurê tê.













