Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya ku qala Berxwedana Dîrokî ya 14ê Tîrmehê ya li Zindana Amedê dike û ji aliyê hunermendên TEV-ÇAND û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve hatiye amadekirin, di 12ê Tîrmehê de tê weşandin.
Koma xebatê ya hevpar a hunermendên TEV-ÇAND û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, ragihand ku amadekariyên belgefîlma “Rojiya Jiyanê” bi dawî bûne. Ev berhema ku tê de sînematografî û vegotineke helbestî ye, qala Berxwedana Dîrokî ya 14ê Tîrmehê dike û dê 12ê Tîrmehê bê weşandin.
Koma xebatê bi daxuyaniyeke nivîskî daxuyand ku qonaxên kişandin û montajê yên belgefîlma “Rojiya Jiyanê” temam bûne. Xebatên produksiyonê yên vê berhema ku rojiya mirinê ya 14ê Tîrmeha 1982an a li dijî polîtîkayên wehşetê yên li Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê dike navenda xwe, ji aliyê Art Recordsê ve hatine kirin. Xebata ku bi kelecaneke mezin tê payîn, sibe tê weşandin.
‘Em deyndarên wan in’
Di daxuyaniya ku li ser navê koma xebatê hat dayîn de, bal kişand ser bîra dîrokî û armanca afirandina berhemê. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin bilêvkirin: “Niha em deyndarên wan in! Bi vê berhemê, em lehengên wê berxwedana bêhempa û karwanê azadiyê yê ku di rêya wan a bi rûmet de dimeşe, bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev xebat, ji bo berxwedêrên zindanan ên ku xwe wekî şopdar û şagirtên wan nemiran dibînin, rêzgirtinek e.”
‘Wehşeta serdemê û îradeya mezin bi sînematografiyeke bandorker tîne ser ekranê’
Belgefîlma ku çêkerî û xebatên wê yên teknîkî ji aliyê Art Recordsê ve hatine meşandin, temaşevanan vedixwîne kûrahiya bîrgehê û rûbirûbûna bi rastiya zindanê re. Fîlm, çîroka vegera şoreşgerekî kevn ê ku piştî girtîbûneke demdirêj azad dibe û bi salan şûnde vedigere Zindana Amedê û keleha berxwedanê “Qawîşa 32an”, vedibêje. Serdana bêdeng a girtiyê kevn, bêyî ku pêdivî bi ti diyalogekê hebe, atmosfera îşkence û wehşeta serdemê û îradeya mezin a li dijî wê, bi sînematografiyeke bandorker tîne ser ekranê.
‘Armanc avakirina civaka azad e’
Koma xebatê, bal kişand ser rola hunerê ya di avakirina civakê ya di pêvajoyên krîtîk de û daxuyanî bi van gotinan bi dawî kir: “Di vê pêvajoya girîng de, em armanc dikin ku bi berhemên xwe yên hunerî tevkariyê li avakirina civakeke azad û demokratîk bikin. Em zindîhiştina mîrateya berxwedanê ya pêşengên vê têkoşîna bi rûmet, di her serdemê de hem di bîra xwe de hem jî di bîra kolektîf a civakê de, wekî peywireke dîrokî dibînin.”













