• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
14 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Rojava piştgiriyê dide pêvajoyê

    Mazlûm Ebdî: Rojava piştgiriyê dide pêvajoyê

    Xwendekarên komînalîst dê konferansekî li dar bixin

    Xwendekarên komînalîst dê konferansekî li dar bixin

    Bakirhan: Divê rêyeke nû bi aqilane were diyarkirin

    Bakirhan: Divê rêyeke nû bi aqilane were diyarkirin

    Girtiyê nexweş Celal Yildirim carek din birin girtîgehê

    Girtiyê nexweş Celal Yildirim carek din birin girtîgehê

    Ji YRPê li dijî DEM Partiyê nefreta siyasî: Li Mûglayê bi ava sirkeyê sosreta ‘paqijiyê’!

    Ji YRPê li dijî DEM Partiyê nefreta siyasî: Li Mûglayê bi ava sirkeyê sosreta ‘paqijiyê’!

    Desteya pisporan projeya GESê ya li Sûrê guncav nedît

    Desteya pisporan projeya GESê ya li Sûrê guncav nedît

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Rojava piştgiriyê dide pêvajoyê

    Mazlûm Ebdî: Rojava piştgiriyê dide pêvajoyê

    Xwendekarên komînalîst dê konferansekî li dar bixin

    Xwendekarên komînalîst dê konferansekî li dar bixin

    Bakirhan: Divê rêyeke nû bi aqilane were diyarkirin

    Bakirhan: Divê rêyeke nû bi aqilane were diyarkirin

    Girtiyê nexweş Celal Yildirim carek din birin girtîgehê

    Girtiyê nexweş Celal Yildirim carek din birin girtîgehê

    Ji YRPê li dijî DEM Partiyê nefreta siyasî: Li Mûglayê bi ava sirkeyê sosreta ‘paqijiyê’!

    Ji YRPê li dijî DEM Partiyê nefreta siyasî: Li Mûglayê bi ava sirkeyê sosreta ‘paqijiyê’!

    Desteya pisporan projeya GESê ya li Sûrê guncav nedît

    Desteya pisporan projeya GESê ya li Sûrê guncav nedît

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

Mahmût Altintaş / AW

13 COTMEH 2026 - 09:52
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Mîthat Sancar destnîşan kir ku di hevdîtina dawî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser qanûna çarçoveyî teqez kiriye ku divê gavên dualî û garantiya hiqûqî bi cih were û got ku ew di meha Cotmehê de li benda pêşketinên nû ne.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi qanûna çarçoveyî derbasî merhaleyeke nû bû bi amadekariyên desteyan re li benda pêkanîna qanûnê ye.

Piştî biryara piştrastkirinê û tesbîtê ya Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) qanûn dê bikeve meriyetê. Li bendê ye ku MGK di 27ê Mijdarê de careke din bicive û derbarê qanûnê de biryar bide.

Li aliyê din vê jî Meclisa Tirkiyeyê ku di 1ê Cotmehê de dest bi serdama nû ya qanûndanînê kir li bendê ye derbarê qanûna çarçoveyî de bi serokatiya Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş komîsyonek bi beşdariya endamên partiyên siyasî bê avakirin û xebatên pêvajoyê bişopîne.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ku weke Kordînatorê Aştî û Siyasetbûnê dê pêvajoyê bi rê ve bibe di demên pêş de ji bo guherîna şert û mercên xebata wî dê çi guherîn bên kirin ji aliyê raya giştî ve jî tê meraqkirin.
Rêveberiya Tevgera Azadiyê jî bi daxuyaniyeke ragihand ku ji bo pêvajo bi rêk û pêk bi rê ve biçe divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên guherandin.

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê derbarê xebatên li ser qanûna çarçoveyî û pêvajoyê de bi heyeta AKPê, Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re hevdîtin pêk anîn.

Ji endamên Heyeta DEM Partiyê yê Îmraliyê Prof. Dr. Mîthat Sancar derbarê hevdîtinên ku pêk anîn, merhaleya ku pêvajo gehiştiyê û hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pirsên Ajansa Welat (AW) bersivand.

* Weke heyet herî dawî di 13ê Îlonê de wê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Di vê hevdîtinê de nirxandina pêşî ya Ocalan hem derbarê qanûna çarçoveyî û hem jî desteyên ku ew ê tê de cih bigire de çi bû? Ocalan derbarê qonaxa pêkanîna qanûnê de nirxandinek çawa kir?

Di hevdîtina ku me di 13ê Îlonê de pêk anî de birêz Ocalan piştî qanûn li Meclisê derbas bû çi xebat bên kirin li ser wê nirxandin kir. Birêz Ocalan berê derketina qanûnê weke gaveke pêşî ya ku wê rê li ber pêvajoyê veke nirxandibû. Bi taybetî nirxandina birêz Ocalan a ‘Di dema piştî derketina qanûnê de, di çarçoveya vê berpirsiyariyê de avêtina gavên pratîk ên hevbeş û dest bi xebata çalakkirina desteyan xwedî girîngiyeke mezin e’ girîng bû. Derbarê wan desteyên ku ew ê tê de cih bigire de jî nêzîkatiyeke zelal nîşan da. Wî teqez kir ku bersiva aştiyê danîna çekan e, bersiva siyasîbûnê jî siyaseta demokratîk û civaka demokratîk e. Wî got ku divê desteyan ne tenê bi awayekî formel, lê wekî mekanîzmayên bibandor û encamhilber bixebitin. Nirxandina wî ya bingehîn a derbarê qonaxa pêkanînê de ew bû ku qanûn bi tena serê xwe ne bes e, divê gavên pratîk ên dualî û garantiyên hiqûqî werin pêkanîn. Wî bal kişand ser wê yekê ku divê îradeya aştiyê di valahiyê de nemîne.

* Di peyama ku Abdullah Ocalan herî dawî ji konferansa li Londonê hate lidarxistin re şandibû de, hevoka ‘Ger Komar demokratîk nebe, entegrasyon nabe’ bala raya giştî kişand ser xwe. Li gorî rapora komîsyonê piştî qanûna çarçoveyî dê qanûnên demokratîk werin derxistin. Ji bo demokratîkbûna komarê pêdivî bi kîjan qanûnan heye? Gelo desthilat û dewlet ji bo komara demokratîk amade ne?

Ew peyama birêz Ocalan a ji konferansê re şandibû, cewhera pêvajoyê bi awayekî zelal radixe ber çavan. Entegrasyon nikare wekî asîmîlasyonê were fêmkirin; berovajî vê, ew li ser bingeh û çarçoveyeke demokratîk yekbûna dualî îfade dike. Formula sîstematîk ya vê jî ‘Komara Demokratîk’ e. Avakirina pergaleke bi vî rengî jî tenê bi bernameyeke hiqûqî, siyasî û civakî ya piralî gengaz dibe. Sererastkirinên ku dê ‘ji jor ve’ werin kirin û gavên ku dê werin avêtin, aliyekî vê bernameyê ne. Aliyê wê yê din jî xebatên ku dê ‘ji jêr ve’ werin meşandin, ango têkoşînên civakî û siyasî pêk tînin. Ji bo merhaleya yekem sererastkirinên hiqûqî xwedî girîngiyeke taybet in. Li vir dixwazim careke din balê bikişînim ser diyalektîka ‘Mîsogerî – baweriyê’ ku ji bo pêvajo bi rêk û pêk bi rê ve biçe pêdiviyeke bi bîr bixînim. Ji bo ku ev diyalektîk bi rê ve biçe, divê gavên ji bo avakirina binesaziya hiqûqî bi lez werin avêtin. Qanûna çarçoveyî gaveke pêşîn a girîng e. Lê belê heke em ê vê weke ‘qanûneke bingehîn’ qebûl bikin, ku divê wisa be, pêwîst e bi sererastkirinên din were temamkirin. Di vê çarçoveyê de berî her tiştî sernavên weke xurtkirina rêveberiyên xwecihî, bidawîkirina pêkanînên qeyiman, rakirina şerha li ser peymana navneteweyî ya ji bo Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî, mîsogeriya hîqûqî ji bo mafê ziman û çandê, taybet jî mafê perwerdê û bikaranîna zimanê Kurdî di saziyên fermî de bi qanûnan bê mîsogerkirin, xurtkirina têgihiştina hemwelatîbûna destûrî û pêkanîna biryarên DMMEyê yên derbarê rewşa girtiyên siyasî de derdikevin pêş. Her wiha pergala hevserokatiyê jî bi qanûnan bê mîsogerkirin. Asta amadebûnê ya ji aliyê desthilat û dewletê ve jî em dikarin bi gavên pratîkî yên di pêvajoyê de bipîvin. Heta niha derxistina qanûna çarçoveyê û avakirina hin desteyan gavên erênî ne. Lê bele ji bo xurtbûna vê bingehê, pêwîst e pratîkeke berfirehtir û îradeyeke biryardar were nîşandan. Ji aliyekî din ve, divê rastiya ku dînamîka bingehîn a damezrîner a komara demokratîk rêxistinbûna civakî ya bihêz û têkoşîna siyasî ya bibandor e, qet neyê jibîrkirin. Çavkaniya hebûna komara demokratîk civaka demokratîk e; rêbaza wê ya damezrîner jî siyaseta demokratîk e. Aştiya mayînde jî tenê bi bername û pratîkeke demokrasiyê ya berfireh û yekpare dikare pêk were.

* We bi Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de we derbarê xebatên desteyan de çi gotûbêj û nîqaş kir, xebatên ji bo pêkanîna qanûna çarçoveyî niha di çi qonaxê de ne?

Belê rast e, me di 3yê Cotmehê de bi Cîgirê Serokkomar birêz Cevdet Yilmaz re hevdîtineke nêzî saetekê pêk anî. Me der barê du civînên ku desteyê heta niha pêkanî bû û xebata çar desteyên jêr de agahî girt. Me nêrîn û pêşniyarên xwe jî ragihandin. Xebatên desteyê niha di qonaxa zelalkirina rêbaz û bingehên desteyan û tespit û teyîtê ku li qadan tê kirin de ye. Desteyên jêr hatine avakirin, lê belê dest pê kirina xebata wan a bi bandor û bidestxistina encaman hê jî qonaxeke ku tê hêvîkirin e. Birêz Yilmaz diyar kir ku her desteyek bi awayekî hatiye sazkirin ku di qonaxên cuda yên pêvajoyê de erkê bigire ser xwe û di demeke nêz de xebat dê bêtir xuya bibin. Me jî diyar kir ku lezkirina vê pêvajoyê girîng e.

* Bi taybetî xebatên desteya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê tê de cih bigire, di raya giştî de tê meraqkirin. We der barê vê desteyê de agahiyek girt? Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê kengî di vê desteyê de dest bi xebatê bike û statuya wî dê çi be?

Me hem di hevdîtinên xwe de hem jî ji raya giştî re gelek caran diyar kir ku divê birêz Ocalan di vê pêvajoyê de di cihekî navendî û bibandor de be. Em teqez dikin ku divê ev yek statuyeke bi awayekî eşkere hate pênasekirin be, wek ‘Koordînatoriya Aştî û Siyasîbûnê’ cih bigire. Lê heta niha derbarê ka statuya birêz Ocalan dê çi bibe, şert û mercên wî yên xebatê dê çawa werin birêvebirin û ew ê kengî bi fiîlî dest bi xebatan bike de, biryar û pêkanîneke zelal derneketiye holê. Eger ev pêk neyê ne gengaz e ku deste-lijne bi bandor bixebitin. Ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem li pêş bikeve, divê ev mijar di demek zûtirîn de were zelalkirin.

* We heman rojê bi Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş re jî hevdîtinek pêk anî. Di vê hevdîtinê de bi taybetî derbarê komîsyona ku tê çaverêkirin di Meclisê de were avakirin pêşketinek heye. Fonksiyona komîsyonê dê çi be û gelo Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de li ser vê komîsyonê tu nirxandin kir?

Di hevdîtina bi birêz Numan Kurtulmuş re jî me derbarê sererastkirinên qanûnî yên ku piştî qanûna çarçoveyê di serdema nû ya qanûndanînê de werin kirin û Komîsyona Çavderiyê ya ku tê pêşbînîkirin li Meclisê were avakirin gotûbêj kir. Me diyar kir ku divê komîsyon tenê wekî organeke pasîf a çavdêrî û şopandinê nemîne, divê erkekê bigire ser xwe ku bikaribe kêmasiyên di pêvajoyê de destnîşan bike û ji bo sererastkirinên qanûnî yên pêwîst e pêşniyar û însiyatîfan pêş bixe. Niha xebatên damezrandina komîsyonê hîn temam nebûne. Tê payîn ku di encama hevdîtinên ku Serokê Meclisê dê bi partiyên siyasî re bike de rêbaz û bingeh bên diyarkirin. Nêzîkatiya birêz Ocalan a li ser vê mijarê jî ew e ku beşdariya çalak a Meclisê di pêvajoyê de ji bo civakîbûn û misogerkirina pêvajoyê girîng e. Avahiyeke ku tenê bi çavdêriyê re sînorkirî be, hewcedariyên pêvajoyê bi cih nayîne.

* Her wiha gelo ji bo komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin û jêrkomîsyonên di bin vê komîsyonê de bên avakirin ji bo saziyên jinan û saziyên civakî cih bigirin tu nîqaşek heye an na?

 

Belê, ev mijar hem di rojeva me de hem jî di rojeva beşên cuda yên civakê de ye. Em difikirin ku divê komîsyon û desteyên jêrîn tenê bi partiyên siyasî re sînorkirî nemînin, divê bi avahiyeke berfireh bên avakirin ku rêxistinên jinan, saziyên civaka sivîl, akademîsyen û rêxistinên pîşeyî yên têkildar jî tê de bên temsîlkirin. Bi taybetî beşdarbûna wekhev û bibandor a jinan di pêvajoyê de, hem ji aliyê meşrûiyeta demokratîk ve hem jî ji aliyê domdariya pêvajoyê ve xwedî girîngiyeke krîtîk e. Me daxwazên xwe yên di vî warî de di hevdîtinan de bi kesên têkildar re dûbare anîn ziman.

* Piştî qanûna çarçoveyî, çav li qonaxa pêkanîna qanûnê ye. Gelo di hevdîtinên ku we bi rayedarên berpirs re kir de ji bo pratîkkirin ango pêkanîna qanûnê takvîmek diyarkirî heye?

Di hevdîtinên me de qala takvîmeke nehat kirin. Yanî takvîmeke diyarkirî tune ye. Tê diyarkirin ku piştî pêvajoya tespît û piştrastkirinê dê dest bi pêkanîna qanûnê were kirin. Lê belê derbarê vê yekê de ku ev pêvajo dê kengê bi encam bibe, tu dîrokeke berbiçav bi me re nehatiye parvekirin. Em li her platformê teqez dikin ku divê nezelalî ji holê werin rakirin û pêvajo bêyî ku were sekinandin bi pêş ve biçe. Avêtina gavên pratîk ên dualî, hem ji bo xurtbûna baweriya raya giştî hem jî ji bo lezkirina pêvajoyê pêwîst e. Em dibêjin divê bi ‘Gaveke şênber ji hezar gotinan çêtir e’ tevbigerin.

* Piştî qanûna çarçoveyî rayedarên desthilatê diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bikaribe bi rojnameger û akademîsyenan re hevdîtinê bike. Lê heta niha Abdullah Ocalan bi rojnameger û akademisyenan re nekariye hevdîtinê bike. Gelo di rojên an jî hefteyên pêş de hevdîtinên bi vî rengî dikarin pêk werin?

Ev mijar ji demeke dirêjê di rojeva me de ye. Hem birêz Ocalan bi xwe hem jî em bawer dikin ku ji bo şefafbûn û civakîbûna pêvajoyê, hevdîtinên bi rojnameger, akademîsyen û nûnerên rêxistinên sivîl re girîng in. Derbarê vê mijarê de hin tişt nîşan didin û hin nirxandin jî hene ku di meha Cotmehê de pêşketinên berbiçav çêbibe. Lê heta niha destûr û pêkanîneke fermî hê jî pêk nehatiye. Em daxwazên xwe yên ji bo baştirkirina şert û mercên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan û berfirehkirina derfetên wî yên ragihandinê didomînin. Em hêvî dikin ku di dema pêş de di vê mijarê de pêşketin çêbibe.

* Di daxuyaniyên cuda yên ji aliyê DEM Partiyê ve hatin dayîn de tê gotin ku di meha Cotmehê de hin pêşketin dê çêbibin. Gelo ev pêşketin çi ne, hûn li benda çi ne?

Meha Cotmehê ji bo pêşketina pêvajoyê merhaleyeke krîtîk e. Bi taybetî jî diyarkirina statuya birêz Ocalan a ji bo pêvajoyê, başkirina şert û mercên xebatê yên birêz Ocalan, avakirina derfeten hevdîtina bi rojnameger û akademisyenan re, li Meclisê avakirina komisyoneke û diyarkirina takvîma pêkanîna qanûnê rojevek sereke ye. Em di van mijaran de li benda pêşketinan in. Em dixwazin pêvajo neyê taloqkirin lê berovajî vê were lipêşxistin. Di meha Cotmehê de avêtina gavên dualî dê hem baweriya aliyên pêvajoyê û hem jî ya raya giştî ya Tirkiyeyê xurt bike. Em bi biryar hevdîtinên xwe yên li ser vê esasê û dan û standinên xwe didomînin.

Etîket: Abdullah OcalanHeyeta ÎmraliyêMîthat SancarPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Turkdogan: Niha ya herî girîng azadiya şert û mercên xebata birêz Ocalan e

Turkdogan: Niha ya herî girîng azadiya şert û mercên xebata birêz Ocalan e

10 COTMEH 2026
Bi hezaran li Amed, Sêrt û Êlihê Komploya 9ê Cotmehê şermezar kirin

‘Baweriya ji pêvajoyê, bi azadiya Serokê me ve girêdayî ye’

10 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Ez veng dana heme kurdan ke bibê yew

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Malbatan li Îmraliyê hevdîtin pêk anî

9 COTMEH 2026
‘Helwêstêko hempar lazim o’

Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re civiya

9 COTMEH 2026
Ji TJA û DBPê peyama 9ê Cotmehê: Azadiya Rêber Ocalan pêdîviyek dîrokî ye

Ji TJA û DBPê peyama 9ê Cotmehê: Azadiya Rêber Ocalan pêdîviyek dîrokî ye

9 COTMEH 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

9 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Gurbetellî Ersoz bi merasîmeke girseyî hat dayîn 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arînê hate damezrandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şemzînan bi tirî û titûna xwe bi nav û deng e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mihrîcanên ku Wezareta Çandê li dar dixe xebatên bişaftina civakê ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne