Sêrt – Sidik Yilmaz ji destpêka partiya siyasî ya Kurdan ve li navçeya Berwariyê xebatên siyaseta Kurdî dikir. Sidik Yilmaz herî dawî Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Berwariyê bû û koça dawî kir. Îbrahîm Yilmaz destnîşan kir ku bavê wî ji destpêka salên 90î ve ji dema HEPê heta DEM Partiyê di nava xebatên siyaseta demokratîk de cih girtiye û got: “Ji ber ku kesekî rêxistinkirîbû îşkence lê bandor nekir, jê re bû hêz. Heta roja dawî jî terka doza xwe nekir.”
Sidik Yilmaz ango mamê Sidik (78) ê ku bi salan bû di nava siyaseta demokratîk de cih digirt û ev demek dirêj bû ji ber nexweşiyeke giran li nexweşxaneyê dihate tedawîkirin di 5ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Ew di salên 90î de di nava xebatên siyasî de cih digire û ji wê rojê heta roja koça dawî jî bênavber têdikoşe. Ew di sala 1990î de ji destpêka Partiya Kedê ya Gel (HEP) heya Hevserokatiya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) li navçeya Berwarî ya Sêrtê di xebatên siyasî de cih digirt. Sidik Yilmaz kesekî gelek kedkar û wêrek bûye, tevî ku dewletê gelek caran ew bi zextên giran binçav kiriye, girtiye û dîsa jî dest ji têkoşîna xwe ya siyaseta demokratîk berneda ye.

Kurê wî Îbrahîm Yilmaz derbarê jiyana bavê xwe de ji ajansa me re axivî.
‘Tu carî xwe ji xebatan nedikir’
Îbrahîm Yilmaz da zanîn ku bavê wî di destpêka salên 90î de dema ku hê nû partiya siyasî hatibû avakirin, ji wê rojê heta roja ku jiyana xwe dest da jî di nava xebatan de cih digirt û wiha got: “Bavê min ji HEPê heta DEM Partiyê di nava xebatan bû. Dem bi deman kete zindanê. Herî dawî jî hevserokatiya DEM Partiyê ya navçeyê dikir. Di salên 2017 û 18an de ez û bavê xwe û birayekî min di zindanê de bûn. Piştî ku em hatin berdan jî du birayê min di zindanê de bûn. Ez û bavê xwe weke 6 mehan di zindanê de li cem hev man. Wê demê bavê min nêzîkî salekî di zindanê de ma. Ez jî nêzîkî du salan mam. Temenê bavê min 78 salî bû. Dema ku cara yekemîn rêxistina HADEPê jî bi awayekî fermî li navçeyê hate vekirin, sal 1999an bû. HADEP di nava zehmetî û feraseta feodalîzmê û eşîrtiyê de hate vekirin. Gelek diwestiya, kesekî bixîret bû û gelek nexweşiyên wî jî hebûn lê dîsa dixebitî. Nêzîkî 30 sal in nexweşiya wî ya KOAHê hebû û ji wê demê heta niha dermanan bi kar dianî. Tevî ewqas nexweşî û zehmetiyan dîsa jî dixebitî û tu carî bi paş ve gav nediavêt.”

‘Em çar ferdên malê bi hev re di zindanê de bûn’
Îbrahîm Yilmaz anî ziman ku gelek caran zext û zilm li ser bavê wî dihat kirin lê tevî vê yekê jî dest ji têkoşîna xwe berneda û ev yek anî ziman: “Gelek caran êriş li ser mala me dihat kirin. Bavê min carinan bi rojan di binçavan de dihat hiştin. Gelek caran jî dihate girtin û berdan. Niha hê jî dosyayên wî yên ku ceza girtine jî hene û dosye niha li îstînafê ne. Demekê em ji malê çar kes bi hev re di zindanê de bûn. Piştî ku bavê min ji hepsê derket, kongreya partiyê çêbû, êdî ew bû hevserok. Ji wê demê ve nehatiye binçavkirin. Heta roja ku nexweşiya wî giran bû jî xebatê partiyê dikir.”
‘Xwe gûherandibû’
Îbrahîm Yilmaz diyar kir ku beriya bavê wî rêxistinê nas bike kesekî gelek hişk bûye, piştî ku rêxistinê nas dike xwe di warê ferasetê de digûherîne û wiha got: “Bavê min kesekî wêrek û jêhatî bû. Dibe ku di aliyê siyasetê xwe baş têr nekiribû, lê dikaribû siyasetê bikira. Rojek em çûbûn me karên xwe yê rênçberiyê dikir, leşker hatin cem me û li wir gelek li bavê min dan. Nedihiştin em jî mudaxile bikin. Ji ber ku kesekî rêxistinkirîbû ew lêdan jî lê bandor nekir, jê re bû hêz. Heta roja dawî jî ji terka doza xwe nekir. Emrê wî li ser xebatên rêxistinê bi dawî bû.”
















