• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
12 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Mamê Sidik ji HEPê heta DEMê xebitî: Heta roja dawî jî terka doza xwe nekir

    Eren Baskin: Dewlet ji kujerên me hez dike, lewma nadarizîne

    Eren Baskin: Dewlet ji kujerên me hez dike, lewma nadarizîne

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 12ê COTMEHA 2026an

    Serokên baroyên Riha, Amed û Şirnexê hatin hilbijartin

    Serokên baroyên Riha, Amed û Şirnexê hatin hilbijartin

    Li Kolikê civîna gel: Aktorê sereke yê aştiyê birêz Ocalan e

    Li Kolikê civîna gel: Aktorê sereke yê aştiyê birêz Ocalan e

    Li Manisayê qezaya xedar: 11 kes mirin

    Li Manisayê qezaya xedar: 11 kes mirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Mamê Sidik ji HEPê heta DEMê xebitî: Heta roja dawî jî terka doza xwe nekir

    Eren Baskin: Dewlet ji kujerên me hez dike, lewma nadarizîne

    Eren Baskin: Dewlet ji kujerên me hez dike, lewma nadarizîne

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 12ê COTMEHA 2026an

    Serokên baroyên Riha, Amed û Şirnexê hatin hilbijartin

    Serokên baroyên Riha, Amed û Şirnexê hatin hilbijartin

    Li Kolikê civîna gel: Aktorê sereke yê aştiyê birêz Ocalan e

    Li Kolikê civîna gel: Aktorê sereke yê aştiyê birêz Ocalan e

    Li Manisayê qezaya xedar: 11 kes mirin

    Li Manisayê qezaya xedar: 11 kes mirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Eren Baskin: Dewlet ji kujerên me hez dike, lewma nadarizîne

Galîp Kirmizigul - Murat Temel / AW

12 COTMEH 2026 - 08:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Colemêrg – Parêzer Eren Baskin derbarê bûyera bavê xwe Abdûlmecît Baskin de ku di 30ê Îlona 1993an de li Enqereyê di binçavan de hatibû kuştin, diyar kir ku dewlet dikare di du sê rojan de kuştina bavê wî zelal bike û wiha got: “Lê vê yekê nake, ji ber ku dewlet ji kujerên me hez dike, lewma nadarizîne.”

Abdûlmecît Baskin, 30yê Îlona 1993yan li Enqereyê ku wekî Gerînendeyê Nifûsê yê Navçeya Altindagê dixebitî, ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû binçavkirin û di 3yê Cotmeha 1993yan cenazeyê wî li Golbaşiyê ya Enqereyê hatibû dîtin. Binçavkirina Mecît Baskin ê 41 salî û bavê sê zarokan ji aliyê dewletê ve hat înkarkirin û piştî çend rojan cenazeyê wî ku destên wî ji paş ve girêdayîbû, hat dîtin. Piştî 18 sal bi ser kuştina wî re derbas bû, derbarê endamê hêzên taybet Ayhan Çarkin lêpirsîn hate destpêkirin. Di sala 2014an de li dijî bersûcên ku di nav wan de Mehmet Agar, Îbrahîm Şahîn û Korkut Eken jî hebûn, Doza JÎTEMa Enqereyê hat vekirin. Piştî dadgehkirinên bi salan dewam kir, biryarên beraetê, vegerên ji îstînafê û guherînên heyeta dadgehê; dosyeya Abdûlmecît Baskin di 30yê Îlona sala 2023yan de bi hinceta demboriyê hate girtin.

‘Bavê min ji ber Kurdewariyê kirin hedef’

Kurê Abdûlmecît Baskin Eren Baskin diyar kir ku bavê wî ji ber xebatên Kurdewariyê hat hedefgirtin û bûyer wiha anî ziman: “Li ser bûyerê 33 sal derbas bûn, em jî vê pirsê dikin, ji bo çi bavê min kirine hedef? Helbet em dizanin ku wî çaxî însiyatîfeke me ya nû dest pê kiribû, pêvajoyeke nû hebû. Wê demê bavê min jî li gel hevalên xwe yên siyasetmedar di nava ‘Însîyatîfa Netewa Kurd’ de bû. Ew û hevalên xwe bi hev re platformek ava kirin, paşê jî xebatên xwe dane destpêkirin. Hatin li Colemêrgê, Amed, Enqere û Stenbolê xebatên xwe kirin. Wî çaxî hatine hedef girtin. Belê, bavê min memûr bû; muhtemelen digotin ‘Memûrek ji bo çi li gel wan hevdîtinê dike?’ Bavê min zanîbû ku wisa ye, wê demê li gel dayika min jî diaxivî û digot ‘Jî min re tiştek bibe hûn bizibin ku polîs her tim min pirsyar dikin.’”

Serkujerên Kurdan Îbrahîm Şahîn, Mehmet Agar, Korkut Eken

Eren Baskin bal kişand ser rola Îbrahîm Şahîn û Korkut Eken ya di kuştina bavê wî de û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Wî çaxî Serokê Emniyeta Enqereyê İbrahim Şahin bû. İbrahim Şahin jî li gel Korkut Eken bû, Korkut Eken jî ‘Serokê Daîreya Dijî Terorê’ bû. Nêzîkî salek paşê polîsekî tîma taybet derket, got ku ‘Mecit Baskin min kuşt.’ Wî çaxî ez ciwan bûm. Polîs got ‘Mecit Baskın hat… Ez çûm ba wî û min ji re got ku divê li gel me bê emniyetê. Mirovekî gelekî nazik bû.’ Ji bilî vê gelek tiştên din jî got û ev axavtina xwe di dadgehê de kir.”

Polîs Ayhan Çarkin îtîraf kir

Eren Baskin derbarê dozê de jî agahî dan û destnîşan kir ku dosye bi hinceta demboriyê hate girtin û bal kişand ser îtîrafên Ayhan Çarkin û wiha got: “Piştî 20 salan doza wî vebû. Di qanûna Tirkiyeyê de demboriya dozê heye. Demboriya dozekê 20 sal e. Di nav 20 salan de ti encam ji dozekê dernekeve êdî doz venabe, 14 roj mabû ji bo demboriyê doz vebû. Ayhan Çarkin îtîraf kir, paşê jî serlêdana xwe li Stenbolê kiribû. Dadgeha Stenbolê got ew ‘axaftin gelek micit nîn in, ji ber ku cihê bûyerê Enqere ye’, dosya şandin Enqereyê. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê lêpirsîn dest pê kir, di vê lêpirsînê de jî cîh nîşan dan. 20 sal paşê Ayhan Çarkin, hemû ew dozger û dadger bi hev rê çûn cihê bûyerê. Li ser vê meseleyê gelek axaftin geriyan, gotegot belav bûn. Dema bûyer çêbû, ez çûm cihê ku bavê min lê hatibû kuştin. Pardesuyekî reş li ser wî bû. Min nizanibû kî li wir e, lê min dizanibû ku kesek li wir e. Sê gule li cihê ku ew ketibû hebûn. Paşê ez fêr bûm ku; erê, ev der e. Piştre dozgeriyê lêpirsîn vekir. Ew îtîrafên ku Ayhan Çarkin kirin, li gel vê bûyerê tiştên ku di Kurdistanê de qewimîne hemûyan re li hev tê. Yanî her tişt rast e, em nikarin bibêjin em rastiyê nabêjin.”

‘Dadgeh şano bû’

Eren Baskin, piştî îtîrafên Ayhan Çarkin darizandin û sekna dadgehê nirxand û anî ziman ku dadgeha dozê wekî şanoyekî derbas bû. Eren Baskin pêvajoya berdewama dozê wiha vegot: “Li ser vê îtîrafên Ayhan 2-9 kes hatin girtin, ev hemû çûn girtîgehê . Nêzîkî 10 salan em çûn dadgehê û hatin, lê dadgeh şano bû. 19 malbatên ku hatine kuştin jî serlêdan kirin û doz kirin yek. Di dozê de heman kes, yanê Mehmet Agar, Îbrahîm Şahîn, Korkut Eken û polîsê tîma taybet derketin pêş, bûyer hemû heman in. Em 19 malbat çûn, me her tişt bi eşkere axivî. Me şahid anîn, me her tişt anî. Gotin ‘Erê, ev qatil in, van ev tişt kirine.’ Lê belê dadgehê biryara beraatê da. Piştî biryara beraatê me gelek hewldan da ku biryar biguhere lê belê neçêbû. Dadgehê nekarî bibêje ‘Ez ji ber vê sedemê biryara beraatê didim’. Îstînafê ev biryar xirab kir û got ‘Te biryara beraatê daye, divê tu cezayê bide wan.’ Dadgehê dîsa got ‘Na, ez cezayê nadim.’ Piştre doz çû Yargitayê û ser de 30 sal derbas bûn. Doza bavê min ê ku di 1993yan de hatî kuştin di sala 2023yan de ma. Ji ber ku qanûna li Tirkiyeyê ev e, dibêjin ku di nava 30 salan de dosya bi encam nebe, ew doz dikeve.”

‘Dikarin kujeran bidarizînin, bes naxwazin’

Eren Baskin diyar kir ku ew wekî parêzerekî ku bi salan e li pey vê dozê ye dixwaze doz bê vekirin û ev yek anî ziman: “Ez wê demê biçûk bûm. Em dixwazin ku ev demboriya dozê nebe. Ji bo me demborî çênabe. Ji ber ku li gorî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û qanûnên Ewropayê tiştê ku li Tirkiyeyê derbasdar e ev e ‘Heke devlet di nav wî karî de be, tu nikarî demboriyê bikarbînî’. Demborî tiştekî wiha nîn e. Ji ber ku li beramberî me hemû polîs bûn, Wezîrê Karên Navxweyî bû, gerînende di nav de bû. Ji ber vê yekê nikarin beraetê bidin. Tirkiyeyê ji bo vê xalê şert daniye. Ji ber ku dizanin heke ev xal bê sepandin, ev hemû kuştinên faîlê wan nediyar hemû wê bi dadî bên darizandin. Ji ber vê yekê wiha ma. Ez 10 salan, her sê mehan carekê bênavber tev li danişînan bûm.Yanî jiyana min di vê meseleyê de çû. Ez tiştekî dizanim; dewlet her tiştî dizane, her tişt tomar kiriye. Heke bixwazin, tenê di du sê rojan de dikarin hemû kujeran bînin hemberî me û ceza bidin wan. Em dizanin ku dikarin her tiştî rast bikin lê nakin; ji ber ku dewlet gelekî ji van kujeran hez dike.”

Etîket: Eren Baskinfaîl nediyarMecît Baskin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê: Kujerên Mecît Baskin li ku ne?

Dayikên Şemiyê: Kujerên Mecît Baskin li ku ne?

10 COTMEH 2026
Eren Baskin ji bo ronîkirina kujerên bavê xwe serî li Wezareta Dadê da

Eren Baskin ji bo ronîkirina kujerên bavê xwe serî li Wezareta Dadê da

30 ÎLON 2026
Xizmên Windayan aqûbeta Nurrettîn Turgut pirsîn

Xizmên Windayan aqûbeta Nurrettîn Turgut pirsîn

14 ADAR 2026
Mehmet Ertak ê windakirî ev 33 sal in di resmiyetê de sax xuya dike!

Mehmet Ertak ê windakirî ev 33 sal in di resmiyetê de sax xuya dike!

23 NÎSAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Gurbetellî Ersoz bi merasîmeke girseyî hat dayîn 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şemzînan bi tirî û titûna xwe bi nav û deng e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne