Parêzer Eren Baskin ku bavê wî Mecît Baskin di sala 1993yan de li Enqereyê hatibû kuştin û kiryarên wî nehatibûn dîtin, ji bo ronîkirina kuştina bavê xwe serî li Serokatiya Daîreya Lêkolîna Tawanan ên Kiryarên Wan Nediyar a di bin banê Wezareta Dadê de hatiye avakirin, da.
Parêzer û parêzvanê mafên mirovan Eren Baskin, ragihand ku wî ji bo ronîkirina kuştina bavê xwe Mecît Baskin ku di 3yê Cotmeha 1993yan de li Enqereyê hatibû kuştin, serî li Serokatiya Daîreya Lêkolîna Tawanan ên Kiryarên Wan Nediyar ku di bin banê Wezareta Dadê de hatiye avakirin, da. Eren Baskin, ji bo serlêdanê raporek 13 rûpel amade kiriye û daxwaza zelalkirina kuştina bavê xwe dike.
Ji bo xebatên pêwîst bang kir
Eren Baskin xwest dosyeyên lêpirsîn û dadgehkirinê yên derbarê kuştina bavê xwe de ji aliyê Serokatiya Daîreya Lêkolîna Tawanan ên Kiryarên Wan Nediyar a nû avabûyî ve ji nû ve û bi awayekî berfireh bên lêkolînkirin. Eren Baskin da zanîn ku divê delîlên di dosyeyê de, biryarên dadgehê yên teqezbûyî, daxuyaniyên peywirdarên dewletê û nirxandinên ku piştre derketine holê bi hev re bên destgirtin, bûyer bi hemû aliyên xwe ve ji nû ve bê lêkolînkirin û ji bo xistina dewrê ya rêyên dadwerî yên ji aliyê hiqûqî ve pêkan, xebatên pêwîst bên destpêkirin.
Derbarê Mecît Baskin de
Mecît Baskin ku di 30yê Îlona 1993yan de wek Midûrê Nifûsê yê Navçeya Altindagê ya Enqereyê peywirdar bû, piştî derketina ji karê xwe di saetên şevê de hat revandin; di 3yê Cotmeha 1993yan de li ser riya Enqere-Haymanayê li herêma Golbaşiyê, li kêleka avahiyeke wêranbûyî bi çekê hatiye kuştin û laşê wî hatiye dîtin.












