Li navçeya Kolikê ya Semsûrê civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de hat diyarkirin ku aktorê sereke yê aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û divê ji bo azadiya wî bi lezgînî gav bê avêtin.
Di pêşengtiya DEM Partî, DBP a Semsûrê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Kolikê ya Semsûrê bi dirûşma “Bi hev re civaka demokratîk û azad ava dikin” civîna gel hat lidarxistin. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, rêveber û endamên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ê civakî û gelek welatî tevlî civînê bûn. Civîn ji bo cangoriyên azadiyê deqeyekî bi rêzgirtinê destpê kir.
‘Em dikarin pêşerojeke azad ava bikin’
Piştî rêzgirtinê Abdullah Zeydan axivî û bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û diyar kir ku ev pêvajo dîrokî ye û wiha got: “Heke em bibin yek, tifaq û yekitiya xwe mezin bikin û li dora Birêz Ocalan û Tevgera xwe bicivin, bawer bikin em ê ji bo zarokên Kurdan, Tirkan û tevahiya Rojhilata Navîn pêşerojeke azad ava bikin. Ev hêz û îrade di destê me de heye.”
‘Divê dewlet bi ciddiyet nêzî pêvajoyê bibe’
Abdullah Zeydan da zanîn ku derxistinaa qanûna çarçoveyê gaveke girîng e lê ji bo çareseriyê ne bes e û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Heta îro tu kesî tiştek diyarî neda me. Me her tişt bi têkoşîna xwe bi dest xistiye. Ji bo ku ew deriyê hatiye vekirin bi tevahî vebe, divê em têkoşînê bilind bikin û jiyaneke komînal ava bikin. Heke li Tirkiyeyê aştî pêk bê û Kurd û Tirk destê xwe bidin hev, bandora vê aştiyê dê li ser tevahiya Rojhilata Navîn bibe. Ji ber vê yekê ev pêvajo derfeteke mezin e. Divê dewleta Tir bi ciddiyeteke mezin nêzî pêvajoyê bibe.”
‘Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e’
Zeydan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aktor û kordînatorê sereke yê aştiyê ye. Ji ber vê yekê divê ji bo azadiya wî ya fîzîkî bi lezgînî gav bêne avêtin.”
Civîn piştî axaftinan ji çapemeniyê re berdewam kir.






















