Komeleya Wêjekarên Kurd bi minasebeta salvegera wefatkirina nivîskar Mehmed Ûzûn pêşengeha bi navê “Dokûmantasyona Bîra Ziman” vekir. Di axaftinên ku li bernameyê hatin kirin de hate destnîşankirin ku wê nav û keda Mehmed Ûzûn û hemû nivîskarên Kurd ên koç kirine, neyê jibîrkirin.
Komeleya Wêjekarên Kurd bi minasebeta wefata nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li Pirtukxaneya Mehmed Ûzûn a li Parka Sumerê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê pêşengeha bi navê “Dokumantasyona Bîra Ziman” vekir. Malbata Mehmed Ûzûn, nivîskar, wêjekar û endam û nûnerên saziyên sivîl yên civakî û gelek kes tev li vekirina pêşnegehê bûn.
Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Herdem Merwanî di destpêkirina pêşengehê de axivî û da zanîn ku ew her çiqas behsa jiyan û wêjeya Mehmed Ûzûn bikin dê her kêm bimînin û li ser navê Komeleya Wêjekarên Kurd xêrhatina beşdaran kir.
‘Nav û keda Mehmed Ûzûn jî dê her zindî bimîne’
Hevseroka PENa Kurd Rojbîn Perîşan da zanîn ku ew ji bo bîranîna stûnekî zexm û bilind a wêje û zimanê Kurdî, xwediyê pênûsa zêrîn Mehmed Ûzûn hatine cem hev û wiha got: “Mehmed Ûzûn ne tenê romannûsek bû, ew di heman demê de afirînerê ronahiyekê bû. Di serdemekê de ku zimanê me qedexe û di bin bişaftinê de dinaliya, wî pênûsa xwe wekî çekekê çandî û hûnerî hilda dest û wî nîşanî hemû cihanê da ku zimanê Kurdî, dewlemend e û avakirina wêjeya nûjen e. Îro her çend Mehmed Ûzûn di nav me de nebe jî dengê wî di rûpelên pirtûkên wî de, di giyanê zimanê Kurdî de û di hişê nifşên nû de bi hêz berdewam dike. Heya ku pênûsa Kurdî bixebite û zimanê Kurdî bijî, nav û keda Mehmed Ûzûn jî dê her zindî bimîne.”

‘Divê em wan ji bîr nekin’
Hevşaredarê Amedê Mehmet Emîn Ay jî da zanîn ku nifşê nu û ciwanên Kurd dê her tim wêje û berhemên Mehmed Ûzûn û hemû wêjekar û nivîskarên Kurd, bi nivîs û têkoşîna zindî bihêlin. Mehmet Emîn Ay bi lêv kir ku ne tenê di rojên bîranînan de divê her tim bi taybetî di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de navê nivîskar û hunermendan di bîra zindî de bihêlin û xebat li ser navê wan bên kirin.
‘Ew pêşengê wêjeya nûjen e’
Zimanzan Zana Farqînî jî destnîşan kir ku dema behsa wêjeya Kurdî ya nûjen tê kirin; Mehmed Ûzûn tê bîra her kesekî û ev yek anî ziman: “Ew pêşengê wêjeya Kurdî ya nûjen e û ew keda ku wî daye bêhempa ye û nayê jibîrkirin. Di salê 90î de dema me dest bi çapkirina rojnameya Azadiya Welat kir ti kes tinebû ku dest biavêje me, gelek nivîskarên me jî neçar man çûn derveyî welat û em bêkes man tişta ku me ji hevdu qut kir dîsa êş û keder bu. Civakek ne bi zindiyê xwe bi pêşeng û nasên xwe serbilind e û em jî bi Mehmed Ûzûn serbilind in.”
Piştre li ser navê malbatê xwîşk û birayê Mehmed Ûzûn axivîn û behsa jiyan, ziman û wêjeya Mehmed Ûzûn û bîranînên xwe yên bi hev re parve kirin.
Bername bi dayîna plaketan ji bo nivîskara Kurd Mizgîn Ronak û birayê Mehmed Ûzûn, Mustafa Ûzûn û li ber kilamên dengbêjan bi dawî bû.




























