Di hilbijartina Civata Giştî ya 38emîn a Baroya Rihayê de parêzer Serdil Îzol 906 deng girtin û bû serokê nû yê Baroya Rihayê. Her wiha di hilbijartina Baroya Amedê de jî Sertaç Bûlûttekîn bû Serokê nû yê Baroya Amedê û parêzer Metîn Tatar bû serokê Baroya Şirnexê.
Di çarçoveya Civata Giştî ya 38emîn a Baroya Rihayê de, ji bo diyarkirina serokê baroyê yê serdema nû, parêzeran li ser sindoqan dengên xwe dan. Di hilbijartina ku li avahiya Baroya Rihayê hat kirin de parêzer Serdil Îzol, parêzer Mehmet Ejder, parêzer Faruk Dogan û parêzer Cuma Eroglu ketin hilbijartinê. Piştî bidawîbûna proseya dengdanê hejmartina dengên parêzeran dest pê kir.
Di hilbijartina ku hezar û 402 deng hatin bikaranîn de, piştî hejmartina denga parêzer Serdil Îzol bi girtina 906 dengan ango ji sedî 46an bû Serokê nû yê Baroya Rihayê.
‘Ji bo serweriya hiqûqê em ê têkoşînê bikin’
Piştî bidawîbûna hilbijartinê Serokê nû yê Baroyê Serdil Îzol axivî û got: “Ez vê erkê ne tenê wekî baweriyeke beramberî kesayeta xwe, lê wekî berpirsiyariyeke mezin dibînim. Ji ber ku Serokatiya Baroyê ne tenê meqamek e. Ev erke; parastina rûmeta pîşeya me ye, bihêzkirina parastina serbixwe ye û têkoşîna biryardarane ya ji bo serweriya hiqûqê ye.”
Îzol da zanîn ku ew dixwazin Baroya Rihayê ne ya kesan, lê ya prensîban, ne ya taybetmendiyan, lê ya wekhevî û keda hevpar bidin jiyandin û wiha pê de çû: “Ez bi taybetî dixwazim diyar bikim ku em ê pir bixebitin da ku vê baweriya li hemberî me vala dernexînin, em ê ji rexneyan re vekirî bin û em ê vê erkeyê tevî hevalên xwe yên pîşeyê bi rê ve bibin.”
Sertaç Buluttekîn bu Serokê nû yê Baroya Amedê
Di çarçoveya Lîjneya Giştî ya 50emîn a Baroya Amedê de hilbijartina serokatiyê bi dawî bû. Di hilbijartina ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk hat de, Sertaç Bûlûttekîn û serokê heyî Abdulkadir Guleç bibûn namzet. Pêvajoya dayîna dengan ku di saet 09.00an de dest pê kiribû, di saet 17.00an de qediya. Piştî jimartina dengan de Sertaç Bûlûttekîn 839, Abdûlkadîr Guleç jî 821 deng girtin. Bi vî encamî re Sertaç Bûlûttekîn weke serokê nû yê Baroya Amedê hat hilbijartin.
Metîn Tatar bû serokê Baroya Şirnexê
12emîn Lijneya Baroya Şirnexê li Eywana Civînê ya Zaningeha Şirnexê hat lidarxistin. Di hilbijartinên serokatiya baroyê de Metîn Tatar û Abdullah Findik weke namzet xwe eşkere kiribûn. Di encama hilbijartinê de parêzer Metîn Tatar bû serokê Baroya Şirnexê.















