• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
14 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DFG, Basin-Îş û GGCyê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyim dan

    DFG, Basin-Îş û GGCyê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyim dan

    Avahiya Halk TVyê di dorpêça polîsan de ye: 11 kes hatin binçavkirin

    Avahiya Halk TVyê di dorpêça polîsan de ye: 11 kes hatin binçavkirin

    Bertekên operasyona Halk TVyê: Heqîqet bi qeyiman nayê tunekirin

    Bertekên operasyona Halk TVyê: Heqîqet bi qeyiman nayê tunekirin

    ‘Li pey xwestekên xwe çû û em pê serbilind in’

    ‘Li pey xwestekên xwe çû û em pê serbilind in’

    Tevî pêvajoyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin

    Tevî pêvajoyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 14ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Omer Demîr / AW

14 COTMEH 2026 - 09:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Velîde Arvas (Dîcle Ela) di sala 2017an de bi 2 hevalên xwe re dikeve nava şer û ji bo ku nekeve destê leşkeran, bombeya li ser xwe diteqîne û jiyana xwe ji dest dide. Bav û dayika Dicleyê wiha qala keça xwe kirin: “Çûyîna çiyê xwestina wê bû, li pey xwestina xwe çû.”

Herêma Bedlisê herdem di erdnigariya têkoşîna Kurdistanê de bi nav û lehengên xwe hatiye naskirin. Gelek lehengên li wir hatine dinê û tev li têkoşîna azadiya gelê Kurd bûne. Bajarê Bedlîsê û navçeyên xwe jî yek ji wan deveran e ku di salên 90î de pêkûtî û zilma li ser gelê Kurd zêde bûye. Li Bedlîsê gelek gund tên şewitandin û valakirin. Bi hezaran malbat neçar dimînin ku berê xwe bidin metropolan.

Malbata Arvas jî yek ji wan malbatan e ji ber zextên siyasî neçar dimîne ku di sala 1995an de koçî Stenbolê dike. Malbat ji navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ye. 6 zarokên malbatê hene. Velîde Arvas (Dîcle Ela) jî di sala 1990î de li gund wekî zaroka herî biçûk a malbatê tê dinê. Malbat dixwaze navê Welat li keça xwe bike, lê ji ber ku navên Kurdî qedexe ne, rêveberiya Nifûsê navê Welat qebûl nake. Malbat jî neçar dimîne û navê Velîde li keça xwe dike.

Piştî malbat li Stenbolê bicih dibe, Velîde Arvas dest bi dibistanê dike lê hem ji ber rewşa aborî hem jî ji ber nerazîbûna xwe ya li hemberî pergala perwerdehiyê dev ji dibistanê berdide û dest bi kar dike.

Velîde Arvas hem li malê hem jî di nava hevalên xwe de gelek tê hezkirin. Ji ber ku keseke rûken e, herdem derdora xwe kêfxweş dike. Bi dayika xwe re hevaltî dike. Herdem bi dayika xwe re henekan dike û jê re dibêje: “Em hevalên hevdu ne.”

Birayê Velîde Arvas, Fikret Arvas ji ber ku tev li çalakiyekê dibe, tê binçavkirin û 7 salan di girtîgehê de dimîne. Ev hemû kirinên dewletê tesîrek neyînî li ser Valîde Arvas dike û piştî ku rûyê pergalê baş nas dike, berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Di sala 2012an de tev li Tevgera Azadiyê dibe. Velîde Arvas li çiyê navê Dîcle Ela li xwe dike. Di sala 2014an de li Şengalê li dijî êrişên DAIŞê şer dike. Malbat dîmena keça xwe di televîzyonê de dibîne. Velîde Arvas û hevalên wê Berfîn Taşli (Sarîna Amed) û Mûstafa Guneş (Hebûn Amed) di 26ê Cotmeha sala 2017an de li herêma Dorşînê ya navçeya Pasûra Amedê bi leşkerên artêşa Tirk re dikevin şer û heta fişeka dawiyê şer dikin. Velîde Arvas û hevalên xwe ji bo ku nekevin destê leşkeran, bombeyên li ser xwe diteqînin û jiyana xwe ji dest didin.

‘Li pey xwestina xwe çû’

Muzeyyen Arvas anî ziman ku 6 zarokên wê hene û Velîde jî zaroka wê ya herî biçûk e û wiha axivî: “Velîde zarokeke jîr bû. Dixwest bixwîne, lê piştre dev ji dibistanê berda û dest bi kar kir. Beriya ku biçe kar, min wê û xwişka wê rakir. Xwişka wê got Velîde nexweş e, nayê kar. Piştî ku xwişka wê derket, wê jî got, ‘Ez diçim nexweşxaneyê’. Çû û êdî nehat. Min jî got, ‘Oxira te ya xêrê be’. Dîcle wisa çû. Kurê min Fikret jî di nava xebatan de bû. Ji ber ku tev li çalakiyê bû, hate binçavkirin û 7 salan girtî ma. Me li her derê partiyê nas dikir, têkoşîna azadiyê jî bandor li ser ewladê min kir. Çûyîna çiyê xwestina wê bû, li pey xwestina xwe çû. Çûyîn her di dilê wê de bû.”

‘Em bi êşa xwe serbilind in’

Bavê Velîde Arvas, Îhsan Arvas jî diyar kir ku ji ber gundê wan hatiye şewitandin neçar mane ku koçî Stenbolê bikin û wiha qala keça xwe kir: “Zarokeke gelek delal bû. Me gelek jê hez dikir. Li Stenbolê dixebitî û ji bo debara malê diçû kar. Di nava hevalên xwe de jî gelek dihat hezkirin. Piştî 5 salan li çiyê ma di sala 2017an de li Amedê şehîd ket û me wê li gundê xwe veşart. Em bi êşa xwe serbilind in.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DFG, Basin-Îş û GGCyê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyim dan

DFG, Basin-Îş û GGCyê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyim dan

14 COTMEH 2026
Avahiya Halk TVyê di dorpêça polîsan de ye: 11 kes hatin binçavkirin

Avahiya Halk TVyê di dorpêça polîsan de ye: 11 kes hatin binçavkirin

14 COTMEH 2026
Bertekên operasyona Halk TVyê: Heqîqet bi qeyiman nayê tunekirin

Bertekên operasyona Halk TVyê: Heqîqet bi qeyiman nayê tunekirin

14 COTMEH 2026
Bihabûn nahêle Xelkê Wanê amadekariyên zivistanê bike

Bihabûn nahêle Xelkê Wanê amadekariyên zivistanê bike

14 COTMEH 2026
Tevî pêvajoyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin

Tevî pêvajoyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin

14 COTMEH 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 14ê COTMEHA 2026an

14 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Gurbetellî Ersoz bi merasîmeke girseyî hat dayîn 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arînê hate damezrandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şemzînan bi tirî û titûna xwe bi nav û deng e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mihrîcanên ku Wezareta Çandê li dar dixe xebatên bişaftina civakê ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne