DFG, DÎSK Basin-Îş û GGC, bi daxuyaniyeke bertek nîşanî serdagirtin û tayînkirina qeyimê ser Halk TVyê dan û bang li raya giştî kirin ku xwedî li azadiya çapemeniyê û mafê xwe yê wergirtina agahiyan derbikevin
Vê şeveqê qeyim tayînî ser Halk TVyê hate kirin. Hêrs û nerazîbûna li dijî qeyim zêde dibe. Ji partiyên siyasî, siyasetmedaran bigire heta rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyimê ser Halk TVyê didin.
Komeleya Rojnamegeran a Dicle û Firatê (DFG), DÎSK Basin-Îş û Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilatê (GGC) daxuyanî dan û nerazîbûn nîşanî serdagirtin û tayînkirina qeyimê li ser Halk TVyê dan.
DFGê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku serdagirtina Halk TVyê ji aliyê azadiya çapemeniyê ve fikaran bi xwe re tîne û got ku weke DFGê ew li rex kedkarên Halk TVyê ne û ew dê li dijî zextên li ser çapemeniyê têkoşîna xwe bidomînin.
DÎSK Basin-Îşê jî anî ziman ku serdagirtina Halk TVyê mudaxileya li dijî mafê wergirtina agahiyan a gel e û bang li raya giştî kir ku xwedî li mafê xwe yê wergirtina agahiyan û azadiya çapemeniyê derbikeve.
GGCyê jî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew serdagirtina Halk TVyê ji nêz ve dişopînin û girîngiya mafê vergirtina agahiyan a gel bi bîrxist. GGCyê wiha got: “Em li gorî prensîbên gerdûnî yên pîşeya rojnamegeriyê, serweriya qanûnê û nirxên demokratîk, bang li hemû aliyan dikin ku helwesteke aqilmend û avaker bigirin. Em careke din girîngiya parastina azadiya çapemeniyê û mafê gel ê wergirtina agahî û nûçeyan bi bîr dixin.”













