Stenbol – Di çarcoveya lêpirsîna HALK TVyê de operasyona duyemîn pêk hat. Di operasyonê de 7 kes hatin binçavkirin.
Di çarcoveya lêpirsîna HALK TVyê de li Eskîşehîr, Îzmîr, Enqere û Stenbolê operasyon dest pê kir. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê operasyonê de diyar kir ku derbarê 8 kesan de biryara binçavkirinê heye, 7 kes jî hatine binçavkirin û lêgerîna kesekî jî didome.
Di çarcoveya lêpirsînê de di 14ê Cotmehê de operasyonek hatibû pêkanîn, 13 kes hatibû binçavkirin û 5 kes jî hatin girtin. Piştî operasyonê jî qeyim tayinî HALK TVyê hatibû kirin.













