Qeyim tayînî ser Halk TVyê hate kirin. Serokê Lijneya Weşanê ya Halk TVyê Cafer Mahîroglû jî di nav de derbarê 18 kesan de biryara binçavkirinê hate danîn û ji van 11 kes hatin binçavkirin. Avahiya Halk TVyê di dorpêça polîsan de ye.
Vê şeveqê qeyim tayînî ser Halk TVyê hate kirin. Bi biryara tayînkirinê re bi sedan polîs ketin di nav avahiya Halk TVyê. Bi sedan polîs li pêşiya avahiya Halk TVyê sekinîne û destpêkê nehiştin kes bikeve avahiyê û dorpêça polîsan li ser avahiya televîzyonê didome.
Piştî tayînkirina ser televîzyonê, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku qeyim tayînî Halk TVyê hatiye kirin û Serokê Lijneya Weşanê ya Halk TVyê Cafer Mahîroglû jî di nav de derbarê 18 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn û ji van 11 kes hatine binçavkirin. Her wiha 11 şîrketên ku têkiliya Cafer Mahîroglû bi wan re heye jî qeyim tayînî ser wan hatiye kirin.
Serokê Lijneya Weşanê ya Halk TVyê Cafer Mahîroglû jî li ser hesabê xwe yê Xê dîmenekî parve kir û got îro rojekî tariye û got: “Mafê wergirtina agahî û nûçeyan a gel ji aliyê siyasetê ve hatiye desteserkirin.”
Polîsan pêşî nehişt xebatkarên telvîzyonê bikevin avahiyê. Piştre destûr hate dayîn ku xebatkar biçin nav avahiyê.










