Bi pêşengiya Saziyên MEBYA-DER û TUAY-DERê yên Êlihê bi dirûşma “Di şopdariya şehîdan de ber bi Rêbertî û civaka azad ve” civîna gel li dar xistin. Gulistan Sonuk di civînê de axivî û got: “Ger ku em îro qala çareseriyê dikin ew jî bi saya pêngava 15ê Tebaxê ye.”
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ên Êlihê bi dirûşma “Di şopdariya şehîdan de ber bi Rêbertî û civaka azad ve” bi tevlibûna Endamê Sekreterya ya Girava Îmraliyê Çetîn Arkaş û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a qeyim tayînî şûna wê hatiye kirin li eywaneke dawetê ya li Taxa Şafakê ya Êlihê civîna gel hate lidarxistin. Partiyên siyasî yên bajêr û gelek endamên saziyên sivîl û ji gel gelek kes tev li civînê bûn. Beriya ku bername bê lidarxistin girseyê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê girseyê dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” berz kirin û sirûda ‘Çerxa şoreşê’ hate xwendin. Her wiha li eywanê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Di şopdariya şehîdan de ber bi Rêbertî û civaka azad ve” hate daliqandin.
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk di destpêka civînê de axivî û anî ziman ku civaka Kurd di rojên pir dîrokî re derbas dibe û wiha got: “Ger ku em îro qala çareseriyê dikin ew jî bi saya pêngava 15ê Tebaxê ye. Hatina me ya vê astê, ew jî bi saya Rêbertî ye. Dewletê gelek caran xwestiye ku bi çekê çareser bike. Lê Serokatî jî her tim xwestiye ku bi awayekî zagonî çareser bike. Gelek caran hewldanên Serokatî yên agirbestê hebûne. Ji ber ku pêvajoyên wisa gelek caran hatine xerabkirin, dîsa jî dewletê di nîvco de hiştiye. ji ber ku gavên şênber û yasayî ji aliyê dewletê ve nedihatin avêtin, ev pêvajo di nava şer de diman. Dema ku Serokatî bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kiribû. Gotibû; ‘Ez dikarim vê pirsgirêkê bi rêyên hiqûqî çareser bikim. Di van 50 salên ku PKK hatiy avakirin de dewletê bêhtir li erdnîgariya Kurdistanê şer girantir kir. Her çiqas ev zagon hatibin derxistin dîsa jî hin kêmasiyên wê hene. Lê dîsa jî pêşiya hinek tiştan dide vekirin. Ger ku civakek li ser erdnîgariyek bijî, divê ew civak xwe li gorî kevneşopiyên wê erdnîgariyê bidin jiyîn. Bi derketina vê zagonê re barê me girantir bû û divê em bêhtir xwe xurt bikin.”
‘Em ê komara Tirk bi civakeke demokratîk bidin avakirin’
Gulistan Sonuk di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi destpêkirina vê pêvajoyê re spartekek danî pêşiya siyaseta Kurd û dewletê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Civaka demokratîk karê me bixwe ye û divê em li ser xebatên xwe mezin bikin. Serokatî got; ‘Em ê komara Tirk bi civakeke demokratîk bidin avakirin.’ Ger ku dewlet zagonên xwe xurt bike jî divê em jî li gorî xwe hin tiştan bidin avakirin. Heta îro zarokên vî gelê vê têkoşînê anîne vê astê. Lê gelek tişt bi vê yekê re dikevin ser milên me. Serokatî di peyamên xwe yên dawî de dîsa balê kişandibû ser têkoşîna jinan û ciwanan. Serokatî dibêje; ‘Pirsgirêka azadiyê jinan ji pirsgirêka azadiya Kurdan girantir û kevintir e.’ Em ê jî li gorî vê yekê çareseriya azadiya xwe bigerin. Em ê çawa dikeribin xwedî li azadiya ku PKKê daye avakirin derkevin? Û divê em lê bibin xwedî. Dema ku em wisa bikin em ê bi ser bikevin.”
Piştî ku Gulistan Sonuk axaftina xwe bi dawî kir, Endamê Sekreteryê yê Girava Îmraliyê Çetîn Arkaş mafê axaftinê girt û civîn ji çapemeniyê girtî berdewam kir.


















