Di roja dawî ya Pêşengeha Pirtûkan a Amedê de jî bi hezaran kes berê xwe da standên pirtûkan. Îro gelek panel hatin lidarxisitn û gelek nivîskaran pirtûkên xwe bo xwîneran îmze kir. Siyasetmedarê Kurd Çetîn Arkaş jî panelek li dar xist û qala serpêhatiyên xwe kir.
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya Amedê ku ji aliyê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê, Odeya Bazirganiyê ya Amedê û TUYAPê ve li Navenda Fûar û Kongreyê a Navneteweyî ya Mezopotamyayê tê lidarxistin di roja 9emîn de bi eleqeyek mezin berdewam kir.
Di roja dawî de di pêşengehê de gelek nivîskar, helbestvan pirtûkên xwe îmze kirin, bi xwînerên xwe re hatin cem hev û li ser gelek mijaran nîqaş û gotûbêj û panel hatin lidarxistin.
Çetîn Arkaş qala hepsê kir
Weşanxaneya Aramê li Pêşengehê ji bo siyasetmedarê Kurd Çetîn Arkaş panelek li dar xist. Parêzer Muharrem Erbey moderatoriya bernameyê kir û Çetîn Arkaş jî qala serpêhatiyên xwe yên li girtîgehê, zanîngehê, Îmraliyê û derketina derve kir. Panel bi sernavê “Li hundir nivîsandin” pêk hat. Muharem Erbey pirs kir û Çetîn Arkaş jî ji pirtûka xwe bi ya navê “Li zindanê 31 Sal” bersiv da. Piştî panelê Çetîn Arkaş li standa Weşanxaneya Aramê pirtûkên xwe ji bo wêjehez û xwîneran îmze kir.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û bi bavê xwe Serhat Bucak ê ku piştî çend salan ji Ewropa vegeriya welat û her wiha rêxistinên DEM Partî û DBPê, xelkê Amedê jî bi girseyî tev li pêşengehê bûn. Pêşengeh bi serdan û eleqeyek mezin berdewam dike.



























