Li Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya 10emîn Başak Demîrtaş, pirtûkên Selahattîn Demîrtaş îmze kir û diyar kir ku ew li benda wan rojan e ku Selahattîn Demîrtaş bê berdan û bi xwe pirtûkên xwe îmze bike.
Îro 9 roj in Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya 10emîn berdewam dike. Îro roja dawî ye. Ji ber ku îro roja dawî û Yekşem bû bi hezaran kes berê xwe dan pêşengehê. Di roja dawî de liv û tevgera îzmekirina pirtûkan û panelan jî zêde bû. Bi hezaran welatî bi nivîskaran pirtûkên xwe dan îzmekirin.
Yek ji çalakiya îmzekirina pirtûkan a ku herî bi girseyî bû jî a pirtûkên Hevserokê Giştî yê bere yê HDPê Selahattîn Demîrtaş bû. Hevjîna Demîrtaş, Başak Demîrtaş hate pêşengehê û pirtûkan bo xwînerên Selahattîn Demîrtaş îmze kir.
Bi sedan xwîner ji bo îmzekirina pirtûkê ketin rêzê û pirtûkan dan îmzekirin. Welatî kêliyek dirêj li benda hatina Başak Demîrtaş man û bênavber dirûşm berz kirin.

‘Em dixwazin ev bêhiqûqî bi dawî bibe’
Welatiyên ku tev li çalakiya îmzekirina pirtûka Demîrtaş bûn, ji ajansa me re axivîn û xwestin Demîrtaş û hemû girtiyên azadiyê werin berdan. Welatiyan destnîşan kir ku divê demildest ev bêhiqûqî bi dawî bibe û Selahattîn Demîrtaş were berdan û wan dixwest ku îro Selahattîn Demîrtaş bi xwe pirtûkên xwe li vir îmze bike.
Başak Demîrtaş: Ruhê Selahattîn li vir e
Başak Demîrtaş beriya ku dest bi îmzekirina pirtûkan bike axaftinek kurt kir û da zanîn ku wê dixwest ku îro Selahattîn Demîrtaş pirtûkên xwe li vir îmze bike lê her çiqas ew ne li vir be jî pirtûkên wî, ruhê wî û mêjiyê wî li vir e. Başak Demîrtaş destnîşan kir ku ew dixwaze ku aştî pêk were û êdî Selahattîn Demîrtaş di nav xelkê xwe de be û ew bi xwe pirtûkên xwe îmze bike. Başak Demîrtaş destnîşan kir ku ew li benda wan rojan e ku Selahattîn Demîrtaş were berdan.




















