Amed – Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ya 10emîn bi dawî bû. Hevberdevkê YEW-KURDê Jêhat Rojhilat derbarê pêşangehê de diyar kir ku divê sazî, dezgeh, siyaset û şaredarî, bi awayekî stratejîk li ser vê meseleyê bifikirin û wiha got: “Dema ku weke stratejîk nefikirin, rojane bifikirin, di pêşerojê de ew ê pirsgirêkên kurtir derkevin. Divê em sala bê xurttir xwedî lê derkevin.”
Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ya 10emîn ku ji aliyê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê, Odeya Bazirganiyê û Pîşesaziyê ya Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û TUYAPê ve li Navenda Fûar û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê hate lidarxistin û 9 rojan berdewam kir. Pêşangeh duh bi tevlibûnek zêde bi dawî bû. Di pêşangehê de bi dehan panel, gotûbêj û çalakiyên îmzekirina pirtûkan hatin lidarxistin. Bi dehan weşanxeneyên Kurdî û Tirkî stand vekirin û bi deh hezaran kes di nav van 9 rojan de tev li pêşengehê bûn. Bi taybetî jî nêzî 30 weşanxaneyên Kurdî jî di pêşangehê de cih girtin.
Hevberdevkê Yekîtiya Weşangerên Kurd Jêhat Rojhilat derbarê pêşangehê, rewşa weşanxaneyan, tevlibûna gel û kemasî û nebesiyên weşanxaneyên Kurd ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Civak ji ber sedemên siyasî ne rehet e’
Jêhat Rojhilat da zanîn ku dema dadmendî û edalet tune be, aborî jî nebaş dibe û ev mijar hemû bi hev ve girêdayî ne û wiha got: “Ev deh salan zêdetire ez tev li pêşengehan dibim. Amedî ne wisa ne ku pê bihesin û neçin pêşengehan an jî ne wisa ne ku agahdar bin û neçin. Ji ber wê ez dibêjim, 10 sal berê bi wê hewldana darbeyê, di nav civakê de şikestinek çêbû. An ku derûniyek di nav civakê de ava kir. Civak hêj jî ne rehet e. Em bêjin mesele pirtûkek ku li ser hizir u fikir tê nivîsandin, an jî li ser Kurd û Kurdistan tê nivîsandin, beriya ku dest biavêjê, ji xwe re dibêje ‘Ez bigirim, negirim? Ez bigirim sibê tiştek werê serê min, neyê serê min?’ Tiştek din jî, mesela em bibêjin van çend salên dawî di warê dîjîtal de pir zêde pêşketinek heye. Em bixwazin, nexwazin jî bandora wê heye. Di malperên cuda cuda de, her kes dikare pirtûkek bixwaze û ji xwe re bistîne. Ji ber wê hinek kes dibêjin ‘Ez herim bi saetan herim vir, trafîk heye, erebe heye filan’ bo wan dûr e. Ji ber wê sedemê jî kesek ku bixwaze, wê pirtûkê merak bike li ser dijîtalê karê xwe hel dike û ji bo wî hewce nake were serî li pêşengehê bide.”
‘Xebatên pêşangehê baş nehatin kirin’
Jêhat Rojhilat destnîşan kir ku dema berê TÛYAPê pêşengeh vedikir, di destpêkê de eleqeyek mezin hebû û ev yek anî ziman: “Berê reklamên pêşangehê pir baş dihatin kirin. An ku em bibêjin li Êlihê heya Mêrdînê ew reklam dihatin kirin û di panoyên bajaran de dihatin daliqandin, lê îsal tenê li vî bajarî 40-50 pankart hatine daliqandin. Li gorî min gel pir zêde pê nedizanî. Kesekî ku xwîner hatibe vir digot ‘Mesela me qet reklam an jî agahdariyek nedît. Reklama dîjîtal be, an jî yên din be derneketiye pêşiya me’. Ji ber wê jî sedemek netevlibûnek xurt ev e.”
‘Divê em êdî birîna xwe bi xwe bixurînin û bi xwe derman bikin’
Jêhat Rojhilat diyar kir ku berê weşangerî û weşanxaneyên Kurdan kêm bûn, lê niha zêde bûne û wiha pê de çû: “Niha weşanxane û weşangeriya me zêde bûye. Nêzî 30 weşanxaneyên Kurd tev li vê pêşengehê bûn. Dema em li gorî 2010-15an lê binêrin, hejmareke zêde ya weşanxaneyên Kurd heye. Hinek weşanxaneyên me tev li nebûn, sedemên xwe jî gotin, sedemên xwe yên cur bi cur hebûn. Ez dixwazim vê bibêjim; Divê ev bajar bi dînamîkên xwe, bi sazî û dezgehên xwe yên civakî, bi şaredariya xwe, bi siyaseta xwe di nav hewldanekê de be. Bi gazinc û loma ev tişt naçe serî. Heger danasînek baş hatiba kirin li gorî min ev rewş ne wisa bûya. Ez li gorî 2010-15an van tiştan dibêjim. Mesele hejmara nifûsa Amedê zêde bûye, em bibêjin derdor neyê jî gelê Amedê bi xwe dikare vê derê dagire. Ji ber wê weke sazî û dezgeh û qadên siyasî û şaredarî dibêjin ‘Temam em ê herin wê derê piştgiriyekê bidin, xuya bikin’, lê tiştek berbiçav nîn e. Ji ber wê divê em êdî birîna xwe bi xwe bixurînin û bi xwe derman bikin.”
‘Weşanxane êdî nikarin çap bikin û çerxa xwe bizivirînin’
Jêhat Rojhilat anî ziman li gorî wî xwîner û weşanxaneyên Kurdî kêm nebûne û wiha axivî: “Mesela dema dersên Kurdî têne dayîn, ew kes êdî li dora Kurdî zêdetir dibe, kêm nabe. Ew kesê ku zimanê xwe hîn bibe, rêzimanê xwe hîn bibe, dîroka xwe hîn bibe, ew car din tê lê digere. Ji ber wê ez dibêjim xwîner kêm nebûne. An ku nirxandina min xwîner kêm nebûne, weşanxane zêde bûne. Li gel wê jî ji ber wan qelsiyan, bi taybetî nava heftê hema hema ti kes tune bû. Yanî em bibêjin weşanxaneyek ku niha di vê rewşê de hewl didin çerxa xwe bizivirînin, an jî karibin pirtûka çap bikin, di vir de astengî dikişînin.”
‘Divê siyaset, civak, sazî û dezgeh stratejîk bifikirin’
Herî dawî Jêhat Rojhilat bi lêv kir ku heger bi vî awayî here dê gelek weşanxane werin girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heger piştgiriyek siyasî û civakî di vê mijarê de tune be YEW-KURD bi tena serê xwe nikare tiştekî bike. Nikare çapxaneyek ku li Kurdistanê an jî cihekî wek Amedê veke. Ji ber wê di vir de divê biryardariyeke siyasî, civakî, sazîbûnê hebe, lê dema ku ev biryardarî tune be, YEW-KURD bi tena serê xwe nikare tiştekê bike. Dema ku em dibêjin ‘zimanê me rûmeta me ye, dîroka me, çanda me rûmeta me ye bê ziman jiyan nabe’, em jî dibêjin ‘fermo ziman ev e! Rûmet ev e’. An ku dema ku em bi xwe li xwe xwedî dernekevin, van standan wekî vitrînekê bibînin û werin wêneyê bikişînin û herin, mixabin ew tiştê ku em dixwazin pirtûkekê çap bikin an jî di siberojê de em çap bikin pêk nayê. Divê bi giştî pêşiya van tiştan werin girtin û xwedî derketinek em bibêjin stratejîk hebe. Yanî dema ku fikrek, hizrek netewî tune be nabe. Divê ew girse xwedî biryar be. Heger di wê girseyê de zanebûnek, nebe dema ku nekarî gava xwe biavêje, mirov nizane sibê ew girse dê bi ku ve here. Ji ber wê divê sazî, dezgeh, siyaset û her wiha şaredarî her kî pê re eleqedar dibe bi awayekî stratejîk li ser vê meseleyê bifikire. Dema ku wek stratejîk nefikire, rojane bifikire, di pêşerojê de ew ê pirsgirêkên kurtir derkevin. Divê em sala bê xurttir xwedî lê derkevin.”













