Di pêşengtiya MEBYA-DERê de li Mûş û Stenbolê bernameyên bîranîna şehîdên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, tên lidarxistin.
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) li Stenbolê û Mûşê ji bo endamên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ên di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bernameya bîranînê tên lidarxistin.
Mûş
Bi pêşengiya MEBYA-DERê, li navçeyên Gimgim, Kop, Milazgîr û navenda Mûşê ji bo şehîdên Têkişîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bîranîn tên lidarxistin.
Bîranîn, ji bo şehîdan deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînan de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Şehîdên me rûmeta me ne” hatin daliqandin.
Di eywana bîranînê de wêneyên şehîdên Tevgera Azadiyê ên di dem û deverên cuda jiyana xwe ji dest dane li ser ser masayan hatin danîn. Gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. Li Kopê jî gelek kes beşdarî bîranîna li Taxa Cûmhûriyetê tê lidarxistin bûn. Li Milazgirê jî bîranîn hat danîn û bi serdanên girseyî didome.
Biranîn bi serdanan didomin.
Stenbol
Malbatê şehîdan, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî û gelek welatî tev li bernameyên bîranînê dibin. Li Esenyûrtê bîranîn li avahiya DEM Partiyê hate lidarxistin. Di eywana bîranînê de li ser maseyan wêneyên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qerenfîl hatin danîn. Li eywanê pankarta “Şehîd Namirin” hate daliqandin.
Bernameya ji bo şehîdan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Piştî rêzgirtinê malbata şehîdan axivîn û diyar kirin ku êşa wan yek e û gotin: “Em pê bawer in ku, tişta wan dixwest dê pêk were. Divê em negîrin. Şehîd şehîdên me tevahiyan e. Dema tevger tunebû, navê Kurdan tunebû. Îro bi tevgerê em bûn Kurd. Rêhevalên şehîdan pêvajoyê anî vê astê, divê em xwedî li pêvajoyê derkevin.”
Piştî axaftinan li sînevîzyon ku qala têkoşîna cangoriyan dikir, hate temaşekirin. Bîranîn bi serdanan û xwendina mewludê didome.




























