Komeleya MEBYA-DERê ya Êlihê û malbatên şehîdan endamê Tevgera Azadiyê şehîd Riza Altûn û şehîdên meha Îlonê bi bîr anî.
Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Êlihê û malbatên şehîdan di şexsê şehîd Riza Altûn de gerîlayên Tevgera Azadiyê yên ku di meha Îlonê de navên wan hatibû eşkerekirin, li Navenda Çandê ya Baharê (BKM) ew bi bîr anîn. Di bîranînê de rêveber û endamên MEBYA-DERê, malbatên şehîdan, rêveberên partiyên siyasî yên bajêr, Dayikên Aştiyê, TJA û gelek endamên saziyên sivîl ên civakî tev li bûn. Eywana ku bîranîn lê hat lidarxistin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin û bi findan hate xemilandin. Girseya ku li wir amade bû ji bo şehîdan deqîqeyek rêzgirt û piştî rêzgirtinê dirûşma “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kir.
‘Heta em sax bin em ê li pey doza wan bin’
Di bîranînê de ewilî rêvebera MEBYA-DERa Êlihê Mehdiya Kaplan axivî û wiha got: “Em di şexsiyeta Riza Altûn de hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînin. Em bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewînin. Heta ku em sax bin em ê li pey keda wan bin û li keda wan xwedî derkevin.”
‘Gelê Kurd li ser lingan e’
Pişt re bavê Şehîd Başîr Bîlîr jî mafê axaftinê girt û ev tişt anî ziman: “Gelê Kurd ji bo erdnigarî, çand û zimanê xwe gelek berdêl dane. Ev 50 sal in ku gelê Kurd şehîdan dide. Dewletê gelek caran gund wêran kirin, bajar valakirin. Lê tevî ewqas zextan jî dîsa gelê Kurd li ser lingan e. Ev jî hemû bi saya Rêber Apo ye. Her çiqas zarokên me şehîd ketine jî dîsa me aştî xwestiye. Lê di nava van du salan de hindik be jî ji aştiyê re bersivek hatiye dayîn.”
‘Heta em hebin em ê şehîdan bi bîr bînin’

Dayika Aştiyê Horî Acar jî ev tişt vegot: “Ne bi tenê şehîdên meha Îlonê sal û 12 meh, heta em hebin em ê şehîdan bi bîr bînin. Em hemûyan bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.”
Piştî nîşandana sînevîzyona ji bo şehîdan hatibû amadekirin, bername bi xwendina helbestan bi dawî bû.




















