Ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê yên Kurdistanê ku di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê merasîmên bîranînê hat lidarxistin.
Tevgera Azadiya Kurdistanê nasnameya endamên xwe yên ji Rojhilatê Kurdistanê yên ku di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabû, eşkere kiribû. Ji bo Muhammed Fevzi (Artêş Çîçek), Zehra Îsmaîlî (Sila Destan), Saman Mansuri (Zana Adar), Ariş Muhammedî (Welat Bêrîtan), Serkeft Kadîrî (Fedakar Ronahî), Xebat Yusufi (Rêbûwar Amed), Armin Sait Rad (Bêkes Bêrîvan), Edip Peşrev Şîrînî (Bahoz Niştiman) ve Maşallah Recebî (Nebes Evîndar) li gelek bajarên Rojhilat bernameyên bîranînê hatin lidarxistin.
Tevî astengkirina rejîma Îranê jî malbatan duh û îro li gelek cihan bîranîn pêk anîn. Di bîranîna ku li Sineyê hat lidarxistin de dayîka Armîn Sait Rad (Bêkes Bêrîvan) axivî û wiha got: “Kurê min ji bo azadiya Kurdistanê şehîd ket. Serê hevalên wî û yê Serok sax be, ew şehîdê Kurdistanê ye.”
Axaftina dayikê gelek caran bi dirûşmeya “Şehîd namirin” hat birîn.













