Bi girseyî serdana şîna endamê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Delîl Nergîs (Çekdar Rênas) ê ku di 7ê Gulana 2012yan de li navçeya Dihê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest dabû, hat kirin.
Bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Rihayê, ji bo endamê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Delîl Nergîz (Çekdar Rênas) ê ku di 7ê Gulana 2012yan de li navçeya Dihê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest dabû, li mala şînê ya Haci Mehmet Yîgît Pirsûsa Rihayê duh şîn hatibû danîn.
Rêveber û endamên MEBYA-DERê, malbatên şehîdan, rêveberên partiyên siyasî yên bajêr, Dayikên Aştiyê, TJA û gelek endamên saziyên sivîl ên civakî bir girseyî serdana şînê kirin.
Girseya ku li ber Parqa Mûhsîn Melîk a Pirsûsê kom bû heya cihê şînê meşiya û bê navber dirûşma “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kir.
Girseyê piştî ji bo endamê Tevgera Azadiyê Delîl Nergîz deqeyekî rêzgirtinê, sersaxî ji malbata Delîl Nergîs re xwest.
Piştre dayika şehîd, Kevser Nergîz axivî û xêr hatina hemû beşdaran kir û wiha got: “Bila serê gelê Kurd sax be. Bila êdî dayik negirîn.”
Şîn bi xwendina mewlûdê bi dawî bû.






















