Endama YJA-Starê Rojbîn Sonmez (Dilzar Rêber Andok) di yekemîn salvegera şehadeta xwe de li Amedê hate bibîranîn. Di bîranînê de hat diyarkirin ku îro saya wan cangoriyan gelê Kurd hişyar bûne û divê gelê Kurd dest bide destê Rêberê Gelê Kurd da ku ev pêvajo bi ser bikeve.
Endama YJA Starê Rojbîn Sonmez (Dilzar Rêber Andok) ya ku di 31ê cotmeha 2025an de li Qendîlê jiyana xwe ji dest dabû di yekemîn salvegera şehadeta xwe de li eywanek taybet ya navçeya Rezanê ya Amedê hate bîranîn. Li gel malbata Rojbîn Sonmez, rêveberên MEBYA-DERê ya Amedê, endamên partiyên siyasî û saziyên civakî, gelek welatî tev li bîranînê bûn. Di eywanê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Rojbîn Sonmez li ser maseyê hat danîn û pankarta, “Her mîlîtanek dibe dîrokek” hat daliqandin. Bername bi xwendina diayan û mevlûde dest pê kir. Piştre ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin. Dema sirûd xelas bû girseyê dirûşma “Şehîd Namirin” berz kir.
‘Em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin’
Piştî rêzgirtinê li ser navê malbatê birayê Rojbîn Sonmez, Murat Sonmez got ku xwedîderketina li mîrasa şehîdên Tevgera Azadiyê li pey xwe hiştine û bedelên ku dane, rûmeta herî mezin e û ev tişt gotin: “Em bi şehadeta wan serbilind in, li ber bîranînên wan bi hurmet bejna xwe ditewînin, valahiya ku wan li pey xwe hiştiye bi hesret û nirxên ku wan afirandine jî bi minetdariyeke bêdawî bi bîr tînin. Heta ku em paşerojeke azad û birûmet a ku wan xeyal dikir ava bikin, em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. Me ji bîr nekiriye, em ê nedin ji bîr kirin; em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe de bidin jiyandin.”
‘Îro saya wan cangoriyan em hişyar bûne’
Piştî Murat Sonmez Rêvebera MEBYA- DERê ya Amedê Menîce Yenî bal kişand Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ev tişt gotin: “Xweziya em îro ne ji bo bîranînan ji bo şahiyê bihatana cem hev. Dema em berê xwe didin ku derê nav û dengê şehîdan li wir me pêşwazî dike, îro saya wan cangoriyan em hişyar bûne û ji bo wan em ê dest bidin destê Rêberê Gelê Kurd û vê pêvajoyê bi ser bixin.”
Piştî axaftinan bernameya bîranîna Rojbîn Sonmez bi pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.






















