Şirnex – Walîtiya Şirnexê weke kargeheke endamên AKPê tevdigere, tenê xizmên serok û endamên AKPiyan digire kar.
Walîtiya Şirnexê di 5ê Cotmehê de ji bo 7 karkeran bigire kar, di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya 5ê Cotmehê hatiye weşandin de hatibû eşkerekirin ku serlêdanên ji bo kar dê heya 6ê Cotmehê bidomin.
Piştî ku serlêdan bi dawî bûn, derket holê ku Walîtiyê piraniya wan ji xizmên serok, rêveber û endamên AKPê, girtine kar.
Li gorî lîsteya hatiye eşkerekirin xwîşk û xizmê Seroka Baskên Jinê ya AKPê Bîşenk Acar, Hîcran Kûmrû Acar û Mehmet Acar, birayên Endama Meclîsa Şaredariya Şirnexê Zehra Guneş, Orhan Guneş û Derman Guneş, kurê Serokê navçeya navendî ya Şirnexê Rahmet Taşar, Alper Taşar, xizma Serokê Şaredarê Qilebanê Gurgîn Urek, Helîn Urek hene.
Bi salan e endam, rêveber, serok û rayedarên AKPê li Şirnexê li gel ku pêwîstiya wan ji bo kar tên girtin. Kesên ji bo kar hatine girtin jî piraniya wan bêyî ku biçin ser peywirê mehane mûçeya xwe ji bankamatîkê digirin.















