Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Konferansa Kurd a 20emîn a li Parlamentoya Ewropayê re peyamek şand û got: “Karê enternasyonal di asteke welê de girîng e ku danheviyên demokratîk ên herêmên me û gelên me dikare bigihîne hev û paradîgmayeke nû ya demokrasî û sosyalîzmê bide destpêkirin.”
Konferansa Kurd a 20emîn li Parlamenta Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê tê lidarxistin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji konferansê re peyamek şand.
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:
“Ez beşdar û amadekarên konferansa we ya 20emîn silav dikim ku bi navê ‘Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd’ tê lidarxistin.
Bêguman we karekî gelekî hêja kir û dikin, lewma ez malavayiya we dikim û hurmetên xwe pêşkêş dikim. Di 15ê Sibata 1999an de bi komployeke navneteweyî ez anîm Îmraliyê. Bi bandora Gladioya NATOyê ez niha li vê derê me. Di vê mijarê de ez ê xwe ji rexnekirinê nedim alî. Ji bo min gotibûn, ‘Li Ewropayê bihostek xak nîne ku tu pê lê bike’. Ev komplo, dek û dolab bêyî gelê Ewropayê, ji wan veşartî hate kirin. Bi feraseta Gladioyê hate kirin. Bêguman hûn li dijî vê rewşê têdikoşin. Ji bo vê hûn kar dikin.
Yekîtiya Ewropa ku wê wextê kete nava nêzîkatiyeke bi vî rengî, divê di serdema heyî de li gorî hiqûqa xwe tevbigere. Hem ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hem jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gelekî girîng e ku bi çêkerî rabe. Rêya esasî ya têkoşîna li dijî meyla otorîtebûyîn û rastgiriya tund ku li Ewropayê bilind dibe, xwedîderketina li nirxên demokratîk a bi rengekî rast e.
Bi taybetî di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de piştgiriya ku bi karên siyasî û sivîl ên weke Konferansa we tê dayîn, piştgiriya ji bo aştî û demokrasiyê ye. Li gel vê yekê karên ku hûn dikin û konferansa we divê hîn mayinde be. Pêwîstî bi gavên nû heye. Karekî enternasyonal divê. Karê enternasyonal di asteke welê de girîng e ku danheviyên demokratîk ên herêmên me û gelên me dikare bigihîne hev û paradîgmayeke nû ya demokrasî û sosyalîzmê bide destpêkirin.
Karên ku em li Tirkiyeyê dikin hêja û girîng e. Li şûna şer, qirkirin û cihêkirinê, ji bo çareseriyen hiqûqî, wekhev û siyasî ji pirsgirêkên civakî re bê dîtin me pêvajoyeke cidî da destpêkirin. Hûn dikarin van meseleyan li konferansa xwe jî nîqaş bikin. Niha pirsên mezin hene. Lê belê li gel van pirsan jî em modeleke gelekî berfireh ji bo çareseriyê pêşkêş dikin. Ev kar ji bo Ewropaye jî ji bo Rojhilata Navîn jî gaveke dîrokî ye. Serketina projeya Aştî û Civaka Demokratîk a ku me pêşniyar kiriye, wê karibe aştî, aramî û demokratîkbûnê bîne Rojhilata Navîn. Ji bo serketina vê yekê hûn jî dikarin gelek tiştan bikin. Ez pê bawer im ku hûn dost û hevrêyên hêja; hûn ê vê rewşê hîn berfireh û belav bikin.
Ez careke din pêkhateyên konferansa we pîroz dikim, silav dikim û hurmetên xwe pêşkêş dikim.
Abdullah Ocalan
Îmrali
9ê Cotmeha 2026an”













