Cotkarên ku DEPSAŞê ceyrana wan biriye û nikarin zeviyên xwe av bidin, ber bi Walîtiya Rihayê ve meşiyan. Cotkaran diyar kirin ku heya pirsgirêka wan neyê çareserkirin ew ê ji ber walîtiyê neçin.
Li navçeyên Haliliye, Hewag û Cûrnê Reş ên Rihayê, ji ber ku DEPSAŞê ceyrana yekîtiya avdanê ya Cullap û Tatar Hoyuk biriye, cotkar ketin nav rewşeke zor û zehmet. Cotkaran diyar kirin ev birîn wan mexdur dike, ji bo protestokirina vê rewşê heya li ber Walîtiya Rihayê meşiyan. Cotkar li Xaçerêya Uçaksavarê hatin cem hev û ji bo bi walî re biaxivin dest bi meşê kirin. Parlementerê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar jî piştgirî da meşa cotkaran.
Şandeya cotkaran bi walî re hevdîtin kir
Piştî meşê şandeyeke cotkaran bi Walî hasan Şildak re hevdîtin kir. Şandeyê piştî hevdîtinê daxuyanî da û diyar kir ku walî ji bo hevdîtinê bi wezaretê re bike 2-3 roj dem xwest.
Li ber walîtiyê çalakiya rûniştinê
Cotkaran destnîşan kirin ku heya encameke erênî nestînin ew ê ji ber walîtiyê neçin. Cotkaran bal kişandin ser rewşa xeter a berhemên xwe û wiha gotin:”Dema ku em winda bikin tune ye. Berhemên me li ser erdê hişk dibin.”
Çalakiya rûniştinê ya cotkaran a li ber walîtiyê berdewam dike.















