• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
25 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredariya AKPî navên Mûsa Anter û Denîz Gezmîş ji deriyên tesîsê rakir 

    Şaredariya AKPî navên Mûsa Anter û Denîz Gezmîş ji deriyên tesîsê rakir 

    Hilbijartina Baroya Stenbolê bi dawî bû

    Hilbijartina Baroya Stenbolê bi dawî bû

    Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Divê bêhiqûqî bi dawî bibe

    Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Divê bêhiqûqî bi dawî bibe

    Hilbijartina Baroya Stenbolê: Dengdayîn dest pê kir

    Hilbijartina Baroya Stenbolê: Dengdayîn dest pê kir

    Tuncer Bakirhan li Amedê serdana saziyên rojnamegeran kir

    Tuncer Bakirhan li Amedê serdana saziyên rojnamegeran kir

    ‘Em li dijî astengî û sansûrê dengê xwe bilind dikin’

    ‘Em li dijî astengî û sansûrê dengê xwe bilind dikin’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şaredariya AKPî navên Mûsa Anter û Denîz Gezmîş ji deriyên tesîsê rakir 

    Şaredariya AKPî navên Mûsa Anter û Denîz Gezmîş ji deriyên tesîsê rakir 

    Hilbijartina Baroya Stenbolê bi dawî bû

    Hilbijartina Baroya Stenbolê bi dawî bû

    Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Divê bêhiqûqî bi dawî bibe

    Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Divê bêhiqûqî bi dawî bibe

    Hilbijartina Baroya Stenbolê: Dengdayîn dest pê kir

    Hilbijartina Baroya Stenbolê: Dengdayîn dest pê kir

    Tuncer Bakirhan li Amedê serdana saziyên rojnamegeran kir

    Tuncer Bakirhan li Amedê serdana saziyên rojnamegeran kir

    ‘Em li dijî astengî û sansûrê dengê xwe bilind dikin’

    ‘Em li dijî astengî û sansûrê dengê xwe bilind dikin’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Encamnameya Înîsiyatîfa Demokratîk: Divê aştî neyê paşguhkirin û statuya Ocalan bê eşkerekirin

Amed / AW

25 COTMEH 2026 - 14:11
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk encamnameya Lijneya Giştî ya Navberê eşkere kir û di encamnameyê de bal kişand ser fersenda aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye avakirin û hat xwestin ku ev fersend neyê paşguhkirin.

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Parqa Rihanê ya li navçeya Rezan a Amedê bi daxuyaniyekî Encamnameya Lijneya Giştî ya NavberÊ ku duh hatibû lidarxistin eşkere kir. Li gel hevberdevkên înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, gelek endamên înîsiyatîfê di daxuyaniyê de amade bûn.

Daxuyaniya Dimilkî ji aliyê endamê Sekreteryaya Înîsiyatîfê Mûrat Kan; Kurmanciya wê jî Endama Sekretreteryaya Înîsiyatîfê Songul Korkmaz ve hat xwendin.

Encamnameya Înîsiyatîfê wiha ye:

Di civîna navberê ya Lijneya Giştî ya ku me pêk anî de, di nirxandinên delegasyona me yên, di derbarê pêvajoyê û nerînên civakê de tespîtên girîng hatin kirin. Gelê Kurd û gelên herêma Rojhilata Navîn di pêvajiyeke dîrokî re derbas dibin.

Li gel pergala serdest, hêzên herêmî û hewldanên netewdewletên statûkoparêz ên belavkirin û astengkirina hebûna gelê kurd û di lêgerîna tunekirina destkeftiyên gelê kurd de ne, berdewam in. Hewldan û qewimînên li Rojava mînakên berbiçav ên van nêrîn û tespîtan in.

Ev pêvajo, ji bo nirxandina van destkeftiyên di destê gelê kurd û gelên herêmê de, ji bo xebûna wan û berdewamiya çand û zimanê wan pêvajoyeke girîng e.
Ji ber ku gelê Kurd di dema parvekirinên emperyalist ên yekemîn û duyemîn de vîna yekîtiyê bi pêş nexist, bi her awayî mafê wî yên neteweyî tune hatin hesibandin û rastî qirkirinên mezin hat. Di vê pêvajoyê de, gelê kurd li gorî biryardariya feraset û nêzîkatiya vîna xwe ya neteweyî dê gelek derfetan bidest bixe û ev helwest û hişmendiya neteweyî, dê derî li ber destkeftiyên nû vebike.

Hem kojonktûra navneteweyî, hem jî rastiya Rojhilata Navîn, ji bo gelê kurd û gelên herêmê fersendên girîng pêşkêş dike. Bi qasî ku fersendan peşkeş dike, dibe rê li ber gelek xetereyên mezin ên tunebûnê jî vebike. Dive ev rastî jî bi awayekî pêşbîn were nirxandin û dîtin. Lê ya ku encamê diyar bike, dê nêzîkatî û lêgerîna gelê kurd a Yekîtiya Neteweyî be.

Bidestxistina statû û nasnameya xwe, ya gelê kurd di vê helwesta lêgerîna Yekîtiya Neteweyî re derbas dibe. Yekîtiya Neteweyî, ji hemû dem û serdeman zêdetir di rojeva gelê Kurd de ye.

Xebat û hewldanên Yekîtiya Neteweyî yên ji hemû alî û derdorên siyasî ve girîng in, lê hevparkirina vê helwest û hewldana bi ruhê neteweyî, zêdetir bi wate ye. Forûma “MERI” ya ku li bajarê Hewlêrê pêk hat û ew wêneyê yekîtiyê, bêhna hemû kurdan fireh kiriyê û bûye mînakeke erênî ya pêkanbûna Tifaq û Yekîtiya Neteweyî ya gelê kurd

Bi qasî têkoşîn û berxwedanên ku di dîroka gelê kurd de pêkhatine, 50 salên dawî yên têkoşîna azadiya gelê kurd jî girîngiya Yekîtiya Neteweyî nîşanî me daye. Vê têkoşîna 50 salên dawî, bi awayekî xwezayî di nava gelê kurd de hestên hevpar ên neteweyî afirandiye. Lê heta ku ev helwesta yekîtiya Neteweyî li çar aliyê kurdistanê bi awayekî giştî neyê meşandin, dê gihîştina ew hêvî, armanc û hedefa azadiyê û jiyana azad dereng bimîne û bi derengî pêk were. çavdêrî û cerebeyên dîrokê vê rastiyê nîşanê me didin.

Yekîtiya Neteweyî, bi qasî avakirina stratejiya yekîtiyê û parastina destkeftiyan, dê di mayîndebûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî rol û rista xwe bilîze. Piştî şer û pevçûnên 52 salan, bi banga birêz Ocalan a 27ê Sibata 2025an, çekberdana PKKê û di pey re jî vekişîna derveyî sînor a hêzên çekdar, gelek girîng û watedar e. Niha em di wê rewşê de ne ku, me fersendeke dîrokî bidest xistiye.

Heke ev fersend ji dest were berdan, ev yek dê bibe sedem ku gelên herêmê di siberojê de dîsa bi şer, pevçûn û qirkirinan re rû bi rû bimînin. Çawa ku, tu kes û alî di şer de bi ser nakevin, di heman demê şer tê wateya rûxandina xwezayê û wendakirina nirxên hemû mirovahiyê jî.

Bi tenduristî û silametî meşandina vê pêvajoyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Pêkhatina pêwistiya Çarçoweya Zagonî ya ku bi piştgiriyeke mezin li meclisê hat erêkirin, di serî de gelê kud, hemû gelên herêmê bi hêvî û bendewariyeke mezin li bendê ne ku, demek zûtir ev zagon bikevin meriyetê û encamên wê ji aliyê civakê ve werin zanîn û dîtin.

Dîtina wekî sermuzakerevan a birêz Ocalan, di şert û mercên wekhev de û bi awayekî azad meşandina pêvajoyê, dê baweriya tevahiya gelên li tirkiyeyê dijîn xurtir bike û encamên erênî bi xwe re bîne.

Gelê kurd xwediyê wê hişmendiya rêxistinî ye ku dikare Yekîtiya xwe ya Neteweyî pêk bîne. Di serî de Partiyên Siyasî, Peywir û berbirsiyariya ku dikeve ser milê her Rewşenbir, Hunermend û welatparêzên kurd, berhevkirin, komkirin û parastina van destkeftiyên ku di encama têkoşîna bêhempa de hatine bidestxistin e.

Bi qasî, avakirina vê feraseta neteweyî, afirandina xwerêxistinkirina bi hestên neteweyî jî ewqas girîng e. Li beşa bakûrê kurdistanê, Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk jî, ji bo rol û mîsyoneke bi ruhê neteweyî hatiye fikirîn û damezirandin.

Divê neyê jibîrkirin ku, rêya hebûna gelê kurd, naskirina çand, ziman û nasnameya gelê kurd jî, bi hêzdayîn û xurtkirina lêgerîna vê yekîtiyê ve girêdayî ye.
Heta ku gelê kurd yekîtiya xwe pêk neyne, dê nikaribe vê feraseta statûkoparêz a ku van netewdevletan ava kirine hilweşîne.

Divê neyê jibîrkirin ku, yekîtiya demokratîk jî bi Yekîtiya Neteweyî pêkan e. Pêkhatina Yekîtiya gelê kurd, di heman demê de tê wateya demokratîkbûna tevahiya Rojhilata Navîn.

Yekîtî sedema me ya hebûnê ye û divê sedema hebûna me jî yekîtiya me be. Her wiha yekîtî ji bo me pêdiviyeke jiyanî û jêneger e. Heta ku bi ruh û feraseta neteweyî sazîbûn û sazûmanî neyê avakirin, di sedsala 21emîn de azadiya rasteqîn a gelê kurd jî pêkan nabe.

Peywir û berpirsiyariya pêşikî ya Partiyên Siyasî, alî û derdor, saziyên sivîl û demokratîk, nîşandana helwesta neteweyî û hizmeta ji bo vê hişmendiya neteweyî ye. Pîvana welatparêziyê jî, dûrmayîna ji helwest û nêzîkatiyên astengkirina Yekîtiya Neteweyî ye.

Em, hemû xebatên partiyên Siyasî yên ku ji yekîtiya neteweyî re xizmetê dikin dişopînin û girîng dibînin. Em dibînin ku sekna parçabûyî ya alî û derdorên li pêşiya pêvajoyê û yekîtiya neteweyî dibe asteng, gel û civakê dixe nava fikar û metirsiyan.

Ji ber van sedeman, di serî de Partiyên Siyasî, yên li bakûrê Kurdistanê, hemû alî û derdorên welatparêz, ronakbîr û rewşenbîr bi baldarî û bi hişmendî tevbigerin, yekîtiya neteweyî bikin bingeha xebatên xwe û di hemû dem û serdemên têkoşîna aştî û azadiyê de xwediyê vê helwestê û di nava vê hewldanê de bin.

24ê Îlona 2O26an

Înîsiyatifa Yekitiya Demokratîk”

Etîket: encamnameÎnisiyatifa Yekîtiya DemokratîkLijneya Giştî ya Navberê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Tevî berdêlên giran, Kurd qala aştiyê dikin

17 COTMEH 2026
‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

15 TEBAX 2026
Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

8 TEBAX 2026
Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

3 TEBAX 2026
‘Înisiyatîfa Yekitiyê dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e’

‘Înisiyatîfa Yekitiyê dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e’

31 TÎRMEH 2026
‘Divê komkujiya Helebceyê weke Jenosîdê were pejirandin’

‘Xweparastina herî bi bandor yekîtiya neteweyî ye’

18 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne