• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Cîhad Îsa El Şêx re civiyan

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Cîhad Îsa El Şêx re civiyan

    Mexdûrên erdheja 6ê Sibatê 9 roj in ji bo edaletê çalakî pêk tînin

    Mexdûrên erdheja 6ê Sibatê 9 roj in ji bo edaletê çalakî pêk tînin

    Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

    Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Xweparastina herî bi bandor yekîtiya neteweyî ye’

Navenda Nûçeyan

18 TÎRMEH 2026 - 12:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk êrîşên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku li dijî van polîtîkayên qirkirin û darvekirinê, xweparastina herî bi bandor yekîtiya neteweyî ye.

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, bi daxuyaniyekê bal kişand ser polîtîkayên zext, girtin, darvekirin û êrîşên Komara Îslamî ya Îranê yên li dijî gelê Kurd. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îran di her serdemê de dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan domandiye û di nava 5 mehên dawî de bi nêzî hezar dron û mûşekan êrîş biriye ser Başûrê Kurdistanê. Her wiha hat destnîşankirin ku di êrîşên dawî yên li ser kampên Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de 9 pêşmerge şehîd bûne û li hemberî van xetereyan yekîtiya neteweyî ya her 6 partiyên Kurd ên li Rojhilat pir girîng e.

Daxuyaniya Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi vî rengî ye:

“Komara Îslamî ya Îranê bi dehan salan e li Rojhilatê Kurdistanê polîtîkayên tepeserkirin, desteserkirin û darvekirinê dimeşîne. Zext û zordariya li ser gelê Kurd a li Îranê ne konjonkturel e û tenê bi rejîman ve ne girêdayî ye. Lewra di serdema şah de jî, di serdema meleyan de jî êrîşên hovane her tim berdewam kirine. Heta ku dewleta Îranê di van rojên ku êrîşên Devletên Yekbûyî yên Amerîkayê / Îsraîlê didomin de jî dest ji dijminatiya gelê Kurd bernade.

Îran di 5 mehên dawî de nêzî hezar êrîş birin ser Başûrê Kurdistanê

Ji destpêka şerê Îran û DYA / Îsraîlê heta roja îro, bi dehan girtîyên siyasî hatin darvekirin û li metirsiya li ser Rojhilatê Kurdistanê roj bi roj mezintir dibe. Her wiha dewleta Îranê dixwaze aramiya Başûrê Kurdistanê jî têk bibe. Bi vê armancê, di nava 5 mehên dawî de bi nêzî hezar dron û mûşekan êrîş birin ser Başûrê Kurdistanê û bi dehan kes hatin qetilkirin. Tenê di nava çend rojên dawî de Silêmanî û Hewlêr dîsa hedef hat girtin û êrîşên dijwar li ser kampên partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê pêk hatin.

9 pêşmergeyên komeleyê şehîd ketin

Herî dawî dewleta Îranê bi mûşekan êrîşî kampên Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê kir. Di encama van êrîşan de 9 pêşmergeyên Komeleyê şehîd ketin. Her çiqas derbarê şerê Îran û DYA / Îsraîlê de helwesta partiyên Kurd ên li Îranê zelal be jî, motîvasyona dijminatiya Kurdan a dewleta Îranê bi awayekî xurttir didome. Lewma di pêvajoya şer de jî tu car dev ji êrîşên li ser gelê Kurd berneda. Li gorî hin îdiayan, dewleta Îranê ji bo êrîşeke tund a li ser hêzên Kurd çekên giran vediguhêze li Rojhilatê Kurdistanê.

Xweparastina herî bi bandor yekîtiya neteweyî ye

Di vê pêvajoya xeter e de xweparastina herî bi bandor bêguman yekîtiya neteweyî ya Kurd e. Ji ber vê ye ku yekîtiya 6 partiyên Kurd a li Rojhilat hem ewlehiya gel mîsoger dike hem jî hêviya azadiyê mezintir dike. Em wekî Kurdên Bakurê Kurdistanê bi yekîtiya ku li Rojhilat pêk hatiye kêfxweş in û bi biryara wan a têkoşîna hevpar şanaz in. Hêviya me ew e ku bi yekîtiyeke demokratîk; yek helwest, yek raman û yek gotin were avakirin da ku cîhan bizanibe gelê Kurd û Kurdistanê çi dixwaze. Em jî di çarçoveya yekîtiya neteweyî de piştevaniya xwe bi xwişk û birayên xwe yên Rojhilat û Başûr re parve dikin. Em êrîşên dewleta Îranê yên li ser axa Kurdistanê bi tundî şermezar dikin û sersaxiyê ji bo malbatên 9 şehîdên Kurdistanê û Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê dixwazin.”

Etîket: Înisiyatifa Yekîtiya Demokratîkyekitiya neteweyî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

15 TEBAX 2026
Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

8 TEBAX 2026
Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

3 TEBAX 2026
‘Înisiyatîfa Yekitiyê dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e’

‘Înisiyatîfa Yekitiyê dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e’

31 TÎRMEH 2026
Ahmet Turk: Birêz Ocalan rê vekir divê rûspiyên me jî piştgiriyê bidin pêvajoyê

Ahmet Turk: Birêz Ocalan rê vekir divê rûspiyên me jî piştgiriyê bidin pêvajoyê

4 TÎRMEH 2026
Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

2 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne