Riha- Endama Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Dîba Ermîş Keskîn derbarê qonaxa nû ya pêvajoyê de axivî û diyar kir ku ev pêvajo hem ji bo gelan hem jî ji bo Komara Tirkiyeyê gaveke dîrokî ya guhertinê ye û wiha got: “Êdî dem dema gelan e ku bi xwe bikevin nav siyasetê û barê têkoşînê bidin ser milê xwe.”
Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27ê Sibata 2025an de hatibû destpêkirin, ev nêzî du sal in li Tirkiyeyê berdewam dike. Di vê pêvajoyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd gelek gavên girîng avêtin. Dewleta Tirk jî piştî avakirina Komîsyona Meclisê, di 5ê Tebaxê de Qanûna çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku ji 12 maddeyan pêk tê bi îmzeya 367 parlamenteran pêşkeşî Meclisê kir. Qanûna ku di 8ê Tebaxê de ji Komîsyona Edaletê derbas bû, di 10ê Tebaxê de di Desteya Giştî ya Meclisê de hate qebûlkirin. Bi qebûlkirina vê qanûnê re pêvajo derbasî qonaxeke nû bû.
Têkildarî mijarê Endama Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Dîba Ermîş Keskîn ji ajansa me re axivî.
‘Gaveke dîrokî ya guhertin û demokratîkbûnê ye’
Dîba Ermîş Keskîn da zanîn ku ji bo gelê Kurd têkoşîn û pêvajoyeke nû dest pê dike û wiha axivî: “Civaka me 50 sal in bi can û ruhê xwe têkoşînê dike. Zarokên wan li çiyê bi çekdarî têkoşîn dikir, wan jî li bajar û kolanan têkoşîn dikir. Bi vê pêvajoyê re êdî hemû kes dikeve nav pêvajoyeke nû, ew jî pêvajoya siyaseta demokratîk e. Em bi salan e dibêjin civaka me civakeke ehlaqî û polîtîk e; rastiya wê jî ev e. Ev pêvajo hem ji bo gelan hem jî ji bo Komara Tirkiyeyê gaveke dîrokî, mezin a demokratîkbûn û guhertinê ye. Ji ber vê yekê jî divê em vê pêvajoyê pir baş fêm bikin û êdî hewce ye gel bi xwe bikeve nav liv û tevgerê. Di demên berê de ji aliyê civakê ve nûner dihatin hilbijartin û tevlîbûn wisa çêdibû. Lê êdî bi vê pêvajoyê re dem dema gelan e. Yanî hemû civak dikeve nav liv û tevgerê. Rojên biwate û biqîmet li pêşiya me ne. Hem biqîmet e hem jî giran e; ji ber vê êdî em ê bi hev re barê têkoşînê bidin ser milê xwe.”
‘Rê li ber civakê tê vekirin’
Di axaftina xwe de Dîba Ermîş Keskîn bi bîr xist ku her tim dihatgotin gelê Kurd nikare siyasetê bike û tenê ji bo mirinê hene lê nikarin li ser maseyê rûnin û wiha berdewam kir: “Civaka Kurd di rastiya xwe de di heman demê de pêşengtiya kesên aştîxwaz, demokrat û guhertina komareke demokratîk dike. Bi vê pêvajoyê re barê gihandina demokrasiyê dikeve ser milê civaka me. Bi vî alî ve pêvajoyeke biqîmet û zehmet e. Di heman demê de jî êdî kuştin û mirin tune ye; ji bo armanceke pîroz rê li ber civakê tê vekirin. Civak dê êdî bêtir derdê xwe ji hev re bêje û ji bo pêşerojeke wekhev, azad û bi aştî dê bi xwe têbikoşe.”
‘Bi vê gavê re deriyek vebû’
Dîba Ermîş Keskîn destnîşan kir ku her çend kêmasiyên vê qanûna çarçoveyê hebin jî, gaveke pir girîng hat avêtin û wiha pêde çû: “Bi salan e me dixwest deriyekî vekin, bi vê gavê re ew derî vebû û ronahiyek xuya bû. Hewce ye em qîmeta vê gavê bizanibin. Lê belê ev gav ne her tişt e û ne jî bêwate ye. Hemû kesên ku aştî, aramî û wekheviyê dixwazin divê bi têkoşîn û xwedîderketinê vê pêvajoyê pêş bixin. Hewce ye em ji bo vê yekê têbikoşin. Divê em li ser bingeha partî yan şexsan binêrin; heke em bi nihêrîna têkoşîneke dûr û dirêj lê binêrin, wê demê em ê rastiyê bibînin. Eger em vê yekê bikin, em ê bibin mîna lehiyê. Gelo kes dikare li ber lehiyê bisekine? Av ji her alî ve diherike, li cihekî digihêje hev û dibe hêzeke xurt. Hewce ye em jî wek civak vê lehiyê çêbikin. Hem ji bo me hem jî ji bo Komara Tirkiyeyê hewce ye em rûbaran çêbikin û bigihînin hev.”
‘Baweriya civakê bi Rêberê xwe heye’
Dîba Ermîş Keskîn diyar kir ku baweriya civakê bi Rêberê xwe heye û ev tişt anî ziman: “Çend meh beriya niha ez çûm serdana xizmekî xwe yê temenmezin. Ji min re got: ‘Agahiya we ji we hebe, dê we bixapînin; heta niha gelek kes hatine xapandin.’ Lê ez çend roj berê piştî derketina vê qanûna çarçoveyê dîsa çûm cem wî; vê carê got: ‘Keçê, xwe nêzî we kirine, ji ber ku çareya wan nemabû. Ne hûn xilas dibûn ne jî dewlet, ji ber vê yekê rêya hevhatinê çêbû.’ Yanî dema wê ixtiyar ev tişt ji min re got, min dît ku civaka me ji me hemûyan baştir dizane ku bi tunekirina hevdu kes sernakeve. Civak wisa dibêje û baweriya wê bi vê pêvajoyê û pêşengê xwe heye. Lê belê helbet ew êş û gumanên dilê civakê jî yekser xilas nabin. Ji ber ku tiştên berê nîşaneya paşerojê ne. Civak bi tirsa rojên berê tevdigere. Bi destpêkirina vê pêvajoyê re di nav civakê de bêgumanî hebû. Gel ji aliyekî ve dilê xwe germ dikir û digot; ‘Di vê pêvajoyê de Serokatî heye, partî heye’, lê ruxmê vê jî dîsa digotin ‘çi dibe çi nabe’ û bi guman dijiyan. Lê belê piştî derketina qanûna çarçoveyê di civakê de hêviyek çêbû, deriyek vebû. Êdî hewce ye em bi destê xwe wî derî def bidin û bi temamî vekin.”
‘Ev destkeftin bi berdelên giran hatin qezenckirin’
Dîba Ermîş Keskîn destnîşan kir ku baweriya herî mezin a di nav civakê de ew e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengtiya vê pêvajoyê dike û wiha got: “Ev bawerî guman û nakokiyan ji holê radike. Eger statu tune be jî, civak dê bi vê baweriyê ji bo statuya Rêberê xwe, ji bo ziman û civaka xwe têbikoşe. Zarokên vê civakê yên ku li serê çiyê têkoşîn dikirin, gava vegerin dê bêjin ‘We ji bo me her tim hêstir dibarandin, êdî dem dema têkoşîna hevpar e. Werin em destê hev bigirin û bikevin nav siyasetê.’ Divê em karibin di nav gelê xwe de vê coş û germahiyê çêbikin. Ez ne wek siyasetmedarekê, wek endameke civakê dibêjim; Divê em mil bidin milên hev û vê coşa dilê xwe bêtir derxînin holê. Dema ev çêbû, wê demê statuya Rêberê vê civakê jî, statuya ziman û çandê jî dê çêbibe. Ez sedî sed bi vê yekê bawer dikim. Dema vê têkoşînê dest pê kir gelek kesan digot ‘hûn li pey xeyalan dimeşin’, lê niha me hemûyan dît ku di Meclisa vê komarê de ji bo Kurdan qanûnek derket. Ev ne sedeqe ye ku didin me; ev bi saya xwîn, meş, koçberî, hêstir û têkoşîna vî gelî hat vê merhaleyê. Gelê me yê ku bi berdelên giran hat vê astê, dê ji vir û şûn de jî bi xwedîderketin û têkoşînê vê pêvajoyê bi ser bixe.”
‘Ev pêvajo pêvajoya xîret û rûmetê ye’
Her wiha Dîba Ermîş Keskîn wek jineke Kurd û dayikeke Kurd bang li hemû kesan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Siyasetmedar be, oldar be, ciwan be, jin be… çi kes dibe bila bibe, kesê ku di ruhê xwe de rûmet û xîreta Kurdî û Kurdewariyê dijî, divê mil bide milê hev û bikeve nav vê têkoşînê. Divê ji 50 salên borî ezmûnekê wergire û bêje ‘Êdî bes e, bila nifşên me yên nû wan rojan nejîn.’ Ji ber vê yekê divê xwe tev li vê pêvajoyê bike, xwedî derkeve û têbikoşe. Em nehêlin siyaset sar bibe. Ev peywira me hemûyan e. Bila kes nekeve pey tiştên biçûk. Ev pêvajo pêvajoya xîret û rûmetê ye, kes nikare xwe li binê tavê veşêre. Em ê vê tavê ronahiyê hildin, bimeşin û bi hev re bigihîjin menzîla di dilê xwe de ku em xeyal dikin.”












