Amed – Hevberdevkê Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç derbarê qanûna çarçoveyê de diyar kir ku ev ne encam e, destpêkek e nû ye û wiha got: “Ev qanûna çarçoveyê wê bibe mifteya çareserkirina pirsgêrêka Kurd.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demoktatîk ya ku di 27ê Sibata 2025an de bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, êdî kete merheleyeke nû. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku nêzî 2 sal in rojeva sereke ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi qanûna çarçoveyî derbasî merhaleyeke nû bû. Di 5ê Tebaxa 2026an de têkildarî pirsgirêka Kurd pêşnûmeya “Qanûna Çarçoveyê” pêşkêşî Meclîsê hate kirin.
Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ji aliyê AKPê û MHPê ve ji Serokiya Meclisê re hat pêşkeşkirin. Bi qanûna çarçoveyî di dîrokê de cara yekem pirsgirêka Kurd ne di çarçoveya ewlehiyê de lê di çarçoveya hiqûqê de hat nirxandin. Hevberdevkê Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç derheqê amadekirin û pêşvebirina Qanûnên Çarçoveyê de ji ajansa me re axivî.
Mehmet Kamaç bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û geşedanên ku di pêvajoyê de qewimîne bi bîr xistin.
Mehmet Kamaç diyar kir ku di pêvajoyê de hatine merheleyeke girîng ku di zemîna parlamentoyê de fermî bibe û wiha got: “Pêşnûmeyeke qanûnê di rojeva meclîs, raya giştî û cîhanê de tê nîqaşkirin û ez bawer im di nav vê hefteyê de ev pêşnûme dê wekî qanûn derkeve û zemîneke hiqûqî û siyasî ji bo muzakereya pirsgêrêka Kurd bide destpêkirin.”
Pirsgirêka Kurd bi pêşnûme qanûnekê tenê çareser nabe
Mehmet Kamaç di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew îdia nakin ku ev qanûna çarçoveyê dê bi encamên xwe ve pirsgêrêka Kurd çareser bike û wiha pê de çû: “Her kes jî dizane bi pêşnûmeya qanûnekê ev pirsgirêka dîrokî, sedem û encamên wê giran çareser nabe. Lê belê ev qanûna çarçoveyê wê bibe mifteya çareserkirina pirsgêrêka Kurd.”
‘Xalên ku em jê nerazî ne hene’
Mehmet Kamaç anî ziman ku tevî gelek xal hene ku ew li dijî wan nerazîbûna xwe tînin ziman jî ev gav wekî pêngaveke dîrokî tê dîtin û ev tişt anî ziman: “Cara yekem e ku ji aliyê dewlet û desthilata Tirkiyeyê ve pirsgirêka Kurd bi fermî tê qebûlkirin û li ser vê qebûlkirinê hewldanên çareseriyê di zemîna parlamentoyê de tên axaftin. Eger em bikaribin di serî de aştiyê pêk bînin, wexta ku aştî pêk were wê zemîna muzakereyan vebe. Wexta ku aştî pêk were wê pirsgêrêka Kurd bi awayekî siyasî, hiqûqî, demokratîk were gotûbêjkirin. Eger em aştiyê pêk bînin, li ser wê xala aştiyê em dikarin hemû xalên pirsgêrêka Kurd yanî li ser zimanê Kurdî, nasname, çand, dîrok, statu û pêşeroja Kurd em dikarin nîqaşên qanûnî û fermî di zemîna parlamentoyê da pêk bînin. Bi vî rengî ev 12 xalên ku vê gavê wekî pêşnûme li parlamentoya Tirkiyeyê ye, em bawer in wê bibe qanûn û mifteya çareserkirina pirsgêrêka Kurd.”
‘Em ê tekoşîna xwe bidomînin’
Mehmet Kamaç destnîşan kir ku piştî derketina “Qanûna Çarçoveyê” jî dê têkoşîna azadiya gelê Kurd berdewam bike û wiha got: “Ev qanûna çarçoveyê dê pêşî li têkoşîna azadiya gelê Kurd û pêşeroja wan veke. Di raya giştî û cîhanê de maqûliyeteke cuda bîne û bi vî rengî jî êdî tu kes nikare hebûna Kurdan li vî welatî înkar bike. Eger hebûna miletekî bi qanûnan hatibe qebûlkirin, teqez ew millet xwedî ziman e, xwedî çand e, xwedî dîrok e û li ser van esasan jî dê statuya xwe ya siberojê diyar bike.”
Her wiha Mehmet Kamaç axaftina xwe wiha bidawî kir: “Ew bendav ku heta niha derxistin pêşiya gelê Kurd ji destê wan tên derxistin. Ji ber vê yekê ez dibêjim; ev ne encam e, ev destpêkek nû ye, ev guhertina rê û rêbazan e. Em ê bi rêbazên siyasî, demokratîk, li ser aştî, azadî û statuyê têkoşîna xwe ji nû ve bidomînin.”













