• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
17 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Otomatik taslak

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Tevî berdêlên giran, Kurd qala aştiyê dikin

    Gelê Amedê ji bo maça Amedsporê amade ye

    Gelê Amedê ji bo maça Amedsporê amade ye

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Tevî berdêlên giran, Kurd qala aştiyê dikin

    Platforma Şiyar Be: Em ê bi hev re Farqînê biparêzin

    Stranbêj Yûnûs Coşkûn jiyana xwe ji dest da

    Stranbêj Yûnûs Coşkûn jiyana xwe ji dest da

    ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

    ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

    ‘Tevî ji sedî 95 astengdar e, di girtîgehê de tê ragirtin’

    ‘Tevî ji sedî 95 astengdar e, di girtîgehê de tê ragirtin’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Êlih / AW

17 COTMEH 2026 - 16:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi pêşengiya Înîsyatîfa Yekîtiya Demokratîk têkildarî kuştinên jinan, fihûş, tiryak û gelek sepanên şerê taybet yên di nav civakê de tên sepandin, li Êlihê civîna gel hate lidarxistin.

Înîsyatîfa Yekîtiya Demokratîk têkildarî kuştinên jinan, fihûş, tiryak, madeyên hişbirê û sepanên şerê taybet yên bi armanca rizandina civakê tên sepandin li Eywana Dawetê ya Rozayê ya li taxa Pazaryerî ya Êlihê civîna gel li dar xist. Berdevkên Însiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî û gelek kes beşdarî bûn. Li eywana ku civîn hat lidarxistin, pankarta, ‘Bi hişmendiya yekîtiya neteweyî, em ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê tên cem hev’ hat daliqandin. Kesên li eywanê amade bûn ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girtin û piştî rêzgirtinê bername destpê kir.

‘Ev tişt gelek dilê me diêşîne’

Berdevka Înîsyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser pirsgirêkên di salan dawî de li nav civakê rû didin û wiha axivî: “Di va salên dawî de em dibînin hem ciwanên me hem jî civaka me di demên nexweş re derbas dibin. Her roj ji ber sedema malê dinyayê, kuştin, şer û pevçûn derdikevin. Ev tişt gelek dilê me diêşîne. Bi hezar salan bû em li ser axa xwe hatin tunekirin û tune hesibandin. Me berdêlên herî mezin û giran dan. Ji bo ku em bên nasîn û hebûna xwe bidin qebûlkirin me bi deh hezaran ciwan winda kir. Îro hemû cîhan berxwedana Kurdan dizane. Weke rojavayê Kurdistanê ew berxwedan bûye mînak. Ew berxwedan jî bi pêşengiya jinên Kurd derket holê. Tevî ku ew qas berdêlên giran hatine dayîn dîsa jî gelê Kurd qala aştiyê dike. Em niha jî qala pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dikin. Lê ew ê aştiyeke mayînde û birumet û civakeke demokratîk çawa pêk bê? Hewceye em Kurd pêşî nîqaşa vê yekê û rêbaza vê yekê pêk bîne. Em qala pêvajo û aştiyê dikin û em dibêjin; ‘Em ê bi dewletê re aştiyek pêk bînin.’ Lê me hê pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser nekirine. Divê em pêşî bi wan re eleqedar bibin. Heta ku em aştiyeke mayînde û naxweyî ava nekin, em nikarin qala aştiyê bikin. Ne tenê li Êlihê, bi salan e li gelek bajaran me buyerên nebaş diqewimin û ev bûyer gelek xusarê didin civaka me.”

‘Divê em van meseleyên navxweyî çareser bikin’

Berdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç jî anî ziman ku yekîtiya Kurdan a di demên dawî de zora gelek hêzên derdorê diçe û wiha got: “Çima di dinyayê de mafê her miletî heye, çima yê Kurdan tune ye? Îro di Rojhilata Navîn de 60 mîlyon Kurd dijîn. Beriya sed salî dema ku Komara Tirk hate avakirin, welatê Kurdan di navbera çar dewletan de hate perçekirin. Ev plansaziyeke hêzên navneteweyî û ya dewletên herêmî bû. Mixabin hemû ji hev perçe kirin. Tevî ku welatê Kurdan kirine çar perçe dîsa jî mafên Kurda tê binpêkirin û tu mafên wan nayên dayîn. Divê van sedemên navxweyî em çareser bikin û bidin çareserkirin. Lê mixabin dema ku xebat di nava Kurdan de tên kirin, ew qas êriş jî li ser Kurdan zêde dibin. Wekî ku tê zanîn di salên dawî de li her çar aliyên Kurdistanê danûstendin di nava Kurdan de tên kirin. Ev tiştekî xweş e. Herî dawî me dît li Başûr wêneyê yekîtiye gelek bal kişand. Ev yek zora hinek kesan diçe. Divê em van meseleyên navxweyî çareser bikin.”

Piştî axaftinan civîn ji çapemeniyê girtî dom kir.

Etîket: Înisiyatifa Yekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

15 TEBAX 2026
Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

8 TEBAX 2026
Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

3 TEBAX 2026
‘Înisiyatîfa Yekitiyê dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e’

‘Înisiyatîfa Yekitiyê dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e’

31 TÎRMEH 2026
‘Divê komkujiya Helebceyê weke Jenosîdê were pejirandin’

‘Xweparastina herî bi bandor yekîtiya neteweyî ye’

18 TÎRMEH 2026
Ahmet Turk: Birêz Ocalan rê vekir divê rûspiyên me jî piştgiriyê bidin pêvajoyê

Ahmet Turk: Birêz Ocalan rê vekir divê rûspiyên me jî piştgiriyê bidin pêvajoyê

4 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arînê hate damezrandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Pirsên Azad’ di Zarok TVyê de dest pê dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Serokên baroyên Riha, Amed û Şirnexê hatin hilbijartin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat çand û nasnameyê diparêze

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bakirhan, Ebdî û Îlham Ehmed li Hewlêrê ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne