• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Cîhad Îsa El Şêx re civiyan

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Cîhad Îsa El Şêx re civiyan

    Mexdûrên erdheja 6ê Sibatê 9 roj in ji bo edaletê çalakî pêk tînin

    Mexdûrên erdheja 6ê Sibatê 9 roj in ji bo edaletê çalakî pêk tînin

    Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

    Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ahmet Turk: Birêz Ocalan rê vekir divê rûspiyên me jî piştgiriyê bidin pêvajoyê

Mêrdîn / AW

4 TÎRMEH 2026 - 16:07
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Ahmet Turk di Komxebata Aştî û Diyalogê de axivî û destnîşan kir ku divê ev qanûna çarçoveyê tê amadekirin divê her aliyê civakê û rêxistinê di hundirê xwe de bihewîne. Ahmet Turk xwest ku hemû rûspiyên li herêmê piştgiriyek xurt bidin pêvajoyê.

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li eywanek dawetê ya li navçeya Qoserê ya Mêrdînê Komxebata Aştî û Diyalogê li dar xist. Hevberdevka Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyim tayînî şûna wî hatiye kirin, endamên sekreteryaya Înîsiyatîfê û gelek rûspiyên herêmê û gelek kes beşdarî komxebatê bûn. Beriya komxebat dest pê bike ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hate girtin.

Di destpêka komxebatê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk axivî û destnîşan kir ku ew di pêvajoyek nû re derbas dibin, divê gelê Kurd di vê pêvajoya nû de xwe di her qadê de bi rêxistin bike û wiha axivî: “Yekîtî bi biratî û hevgirtinê pêk tê û divê gelê me vê yekîtiyê ava bike. Di dîrokê de sed salan carekî firsendek dikeve destê mirov û divê em bi vê hişmendiyê nêzî pêvajoyê bibin.”

‘Birêz Ocalan rê li ber demokrasiyê vekir’

Ahmet Turk bal kişand ser girîngiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û axaftina xwe wiha domand: “Birêz Ocalan bi destpêkirina pêvajoyê rê li ber demokrasiyê vekir. Divê gelê me, saziyên civakî, rûspiyên gelê me bi awayek xurt piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Dema me piştgirî da û yekîtiya xwe ava kir, destê me wê bi hêz be. Heta em tifaqa xwe saz nekin, ev yek dê zerarê bide pêvajoyê.”

‘Pêvajo hêdî dimeşe divê lez bikin’

Ahmet Turk destnîşan kir ku pêvajo bi giranî dimeşe û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em nabêjin pêvajo xetimiye lê gelekî giran dimeşe. Qanûna çarçoveyê ku hatiye amadekirin û nêrînên li ser vê berdewam dikin. Em dizanin wê ev çarçove qanûn bi birêz Ocalan re were parvekirin û piştre were rojeva Meclîsê. Divê ev qanûna çarçoveyê berfireh be û her alî bixe nava xwe. Her wiha divê xizmetê ji aştiyê re bike. Lê divê em baş bizanibin ku aştî wê bi piştgiriya civakê pêk were.”

‘Divê em rêxistinbûyîna xwe xurt bikin’

Ahmet Turk herî dawî hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema em çûn cem birêz Ocalan pirsa gel kir û got, ‘gel çawa difikire, çawa nêzîk pêvajoyê dibe’. Ji vir jî divê em baş bizanibin ku divê gel pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike û yekîtiya xwe ava bike. Divê em rêxistinbûyîna xwe xurt bikin da ku em bikaribin zû mudaxileyî pirsgirêkan bikin.”

‘Divê em pirsgirêkên xwe yên navxweyê çareser bikin’

Piştî Ahmet Turk, Hevberdevka Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî û anî ziman ku li erdnîgariya Kurd lê dijî her tim rastî êrişên çandî, zimanî, civakî hatiye û wiha axivî: “Gelê Kurd di erdnigariya xwe de ji bilî êrişên çekdarî rastî êrişên civakî, çandî û zimanî hatiye. Bi van êrişan me gelek berdêl dan û armanc ew bû ku em ji nirxên xwe dûr bikevin. Îro jî êrişên çandî, zimanî û civakî berdewam dikin û divê em li dijî van êrişan xurt bin. Bi vî awayî em dikarin bi yekîtiyê ava bikin. Divê êdî pirsgirêkên xwe yên navxweyî em bi xwe çareser bikin.”

Piştî axaftina Gulcan Kaçmaz Sayyîgît komxebat bi nêrîn û pirsên beşdaran bi dawî bû.

Etîket: Ahmet TurkHevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz SayyîgîtÎnisiyatifa Yekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

3 ÎLON 2026
‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

15 TEBAX 2026
Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

8 TEBAX 2026
Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

Bahçelî: Divê Ocalan bigihîje mafê heviyê û Demîrtaş were berdan

5 TEBAX 2026
Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

3 TEBAX 2026
‘Înisiyatîfa Yekitiyê dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e’

‘Înisiyatîfa Yekitiyê dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e’

31 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne