Bi hezaran alîgirên Amedsporê ji bo maça îro bi Konyasporê re tê lîstin, ji çar aliyên bakurê Kurdistanê herikîn ber bi Stadyûma Amedsporê.
Di hefteya 8emîn a Lîga Superê de danê êvarê saet 16:00an Amedspor û Konyaspor dê li Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê werin pêşberî hev. Bi deh hezeran alîgirên Amedsporê ji çar aliyê bajarên Kurdistanê ji bo temaşekirin maçê û piştgiriya bi tîma xwe re, herikîn ber bi stadyûma Amedsporê.
Alîgirên ji ajansa me re axivîne peyamên piştgiriya tîma xwe anîn ziman û gotin ku Amedspor tîma gel e, û ji bo wan tê wateya bawerî û yekitiya gelê Kurd.













