• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Cîhad Îsa El Şêx re civiyan

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Cîhad Îsa El Şêx re civiyan

    Mexdûrên erdheja 6ê Sibatê 9 roj in ji bo edaletê çalakî pêk tînin

    Mexdûrên erdheja 6ê Sibatê 9 roj in ji bo edaletê çalakî pêk tînin

    Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

    Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Înisiyatîfa Yekitiyê dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e’

Wan / AW

31 TÎRMEH 2026 - 09:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Endamên Sekreteryaya Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk Rûmeysa Gulmez û Omer Şaybak derheqê girîngiya înîsiyatîfê û kar û xebatên înisiyatîfê axivîn û wiha gotin: “Yekitiya Kurdan wekî nan û av pêwîst e û Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e.”

Piştî dizaynkirina Rojhilata Navîn û Kurdistanê, di nava Kurdan de bêtifaqî derket asta herî jor û ev bêtifaqî bû sedema parçebûna Kurdistanê. Heta roja îro jî bandora vê bêtafiqiyê li ser 4 milên Kurdistanê dibe sedema windakirina destkeftiyan. Li dijî vê yekê li bakurê Kurdistanê Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk di gulana 2025an de li Amedê bi armanca avakirina yekitiya neteweyî hate îlankirin. Înîsiyatîf ji wê rojê ve li hemû bajarên ku Kurd lê dijîn xebatên yekitiyê û tifaqiyê dimeşîne û hewl dide xwe bigehîne hemû beşên civakê.

Endamên Sekreteryaya Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk Omer Şaybak û Rûmeysa Gulmez têkildarî xebatên înÎsiyatîfê axivîn û bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî.

‘Yekitî ferz e’

Omer Şaybak derbarê armanca înisiyatîfê de diyar kir ku bi salan e Kurd berdêlên mezin ên bêtifaqiyê didin.

Omer Şaybak gazindeyên Ehmedê Xanî yên li ser bêtifaqbûna Kurdan anî ziman û pîvana tifaqbûnê bi vî awayî eşkere kir: “Heta niha miletek tune ku ne yek be û bi vê biserbikeve. Her wiha miletek tune ku yekitiya xwe avakiribe û serkeftî nebû ye. Miletek çiqas gel hev be û çiqas hêja be jî lê ku yekitî di nava wan de tune be ne mûmkin e bibe xwedî statûyek. Îro wekî nan û av, wekî îbadetekî ji bo me bûye ferz ku em bibin yek da ku em bikaribin azadî û mafên xwe dest bixin û xwe bi dinyayê bidin nasandin.”

Peymana Medîneyê

Omer Şaybak da diyarkirin ku ev înîsiyatîf ne di bin nasnameyeke partiyekî de, bi awayek pirrengî hatiye avakirin û bi şêweya Peymana Medîneyê tevdigerin û ev tişt anî ziman: “Her kesek, bawerî, fikr û ramanên wan çi bibe bila bibe heke xwedî hişmendiyek azadîxwaz û aştîxwaz be, Kurd û Kurdistanî be kirdeya hevpar a yekitiyê ye. Armanca me ev e ku hemû partî û saziyên li ser axa Kurdistanê yên ku siyaseta xwe dikin di nav vê înîsiyatîfê de bi cih bigirin. Di dîrokê de mînaka herî berbiçav ya yekitiyê Peymana Medîneyê ye. Dema Hz. Mihemed (s.a.v.) diçe Medîneyê li gel hemû nûnerên baweriyan, Yahudiyan, Xirîstiyanan, Mecusiyan, eşîran û keseyetan têkilî didanî ku li Medîneyê jiyaneke azad û aramî bê jiyîn. Me jî ev peyman ji bo xwe kir mînak em li ser axa Kurdistanê bibin sîwana hemû partî, sazî, civatên sivîl û keseyatan.”

Xebatên înîsiyatîfê û pêvajo

Rûmeysa Gulmez jî derheqê pêvajoyê de axivî û bal kişand ser bandora pêvajoyê ya li ser xebatên wan.

Rûmeysa Gulmez destnîşan kir ku pêvajoyê hinek derfetên wan berfireh kiriye û derbarê vê mijarê wiha axivî: “Îlankirina înisiyatîfa me û çek şewitandin di heman wextê de çêbûn, her çiqas ev tişt bi plansazî nebe jî pêvajoya aştiyê pêşiya însiyatîfa me vekir da ku peywîra xwe bîne cih. Pirsgirêkên di nava Kurdan de ne tenê girêdayê nakokiyên Kurdan e. Kurd bi yek dengî ji aliyê aştiyê û demokrasiyê ve yek in.”

‘Înisiyatîf ne tenê herêmkî ye’

Her wiha Rûmeysa Gulmez diyar kir ku ew dawiya her heyvê kom dibin û li gorî xebatên xwe plansazî çêdikin û bal kişand ser berfirehiya xebatên înisiyatifê ku ne tenê herêmkî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Înisiyatîf li Bakur hatiye avakirin lê ji bo hemû Kurdên cîhanê berpisyar e. Li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat, li kuderê pirsgirêkek Kurdan hebe înîsiyatîf vê pirsgirêkê wekî barê xwe dibîne û ji bo çareseriyê tevdigere. Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk em dikarin bibêjin dîplomasiya nav Kurdan e, ji xwe di nava înîsiyatîfê de komîsyona dîplomasiyê jî heye.”

Etîket: Înisiyatifa Yekîtiya DemokratîkOmer ŞaybakRumeysa Gulmez
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

15 TEBAX 2026
Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

8 TEBAX 2026
Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

3 TEBAX 2026
‘Divê komkujiya Helebceyê weke Jenosîdê were pejirandin’

‘Xweparastina herî bi bandor yekîtiya neteweyî ye’

18 TÎRMEH 2026
Ahmet Turk: Birêz Ocalan rê vekir divê rûspiyên me jî piştgiriyê bidin pêvajoyê

Ahmet Turk: Birêz Ocalan rê vekir divê rûspiyên me jî piştgiriyê bidin pêvajoyê

4 TÎRMEH 2026
Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

2 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne