• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Du bira, du şehîd: Agir Adar

Omer Demîr / AW

14 ÎLON 2026 - 08:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Tahîr Yavîç (Agir Adar) di sala 1999an de li dijî komploya navneteweyî tev li PKKê dibe û di sala 2007an de şehîd dikeve. Fatîh Yavîç jî navê birayê xwe Agir Adar li xwe dike û tev li PKKê dibe û ew jî di sala 2017an de şehîd dikeve. Bavê du şehîdan Mehmet Yavîç diyar kir ku ew bi şehîdên xwe serbilind in.

Piştî ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê endamên xwe yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane aşkere kir, li Kurdistan û Tirkiyeyê bernameyên bîranîna pêk hatin. Gelê Kurd ku bi salan e di nava têkoşînekî de ye û di vê têkoşînê de êş û şîna xwe her car paş ve hiştibû. Bi aşkerekirina şehîdan êdî dem bûbû bîranîna şehîdan û pêkanîna erka dawî ya ji bo şehîdan. Ev nêzî mehekî ye li Tirkiyeyê û Kurdistanê gelek bajaran bernameyên bîranînê têne lidarxistin. Gelê Kurd li dora malbatê şehîdan bû xelek. Hem êş û hem jî serbilindî bû tevahiya Kurdistanê, xwedî derketin bû yê hemû gelê Kurd daku şehîd ji bo vî gelê canê xwe feda kiribûn.

Têkoşîna malbata Yavîç

Stenbolê jî heman rewş hebû. Gelê Kurd ku ji salên 90î ve ji ber sedema polîtîkayên şer koçî metropolên Tirkiyeyê kiribûn, ji ber polîtîkayên şer asîmlekirina gelê Kurd hatibû xwestin. Lê gelê Kurd li ku bê jî ji çand û têkoşîna xwe dûr neket. Ji hezar kîlometereyê dûr zarokên Kurd berê xwe dan Kurdistanê. Bi vê re derket holê ku dûrketina ji axê nayê wateya dûrketina têkoşînê. Malbata Yavîç jî ji wan malbatan bû ku ji Agiriyê koçî Stenbolê kiribûn. Li Stenbolê jî dev ji têkoşînê bernedan. 8 kur û 2 keç, 10 zarokê malbata Yavîç hebû. Tahîr Yavîç (Agir Adar) di sala 1999an de tev li PKKê dibe, Fatîh Yavîç (Agir Adar) li pey şopa birayê xwe di sala 2014an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

Du bira du şehîd

Di 13yê Îlonê de li navçeya Gazîosmanpaşayê taxa Karayollariyê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurd bernameya bîranînê hate lidarxistin. Di bernameyê de bav û dayika Fatîh Yavîç (Agir Adar) jî ji bo zarokên xwe tev li bîranînê bûbûn. Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999an de bi kompleyekî navneteweyî radestî Tirkiyeyê hatibû kirin Tahîr Yavîç (Agir Adar) jî li dijî komployê wekî bersiv, di sala 1999an tev li têkoşîne dibe û di sala 2007an de li Erzinganê şehîd dikeve. Fatîh Yavîç (Agir Adar) wekî birayê xwe herdem di nava xebatan de bû. Her kesên li derdora wî gelek jê hez dikir. Di dilê Fatîh de rêya birayê wî, jiyana azad heye. Fatîh Yavîç rojekî ya sala 2014an li pey şopên birayê xwe diçe. Çawa ku diçe çiyayên Kurdistanê navê birayê xwe Agir Adar li xwe dike û wekî birayê xwe dibe şervanê azadiyê. Bi salan li çiyayên Kurdistanê li ser şopên birayê xwe dimeşê û di sala 2017an de şehîd dikeve.

Bav Mehmet Sena 87 salî, dayik Kudret jî 82 salî ji bo bîranîna zarokên xwe yê bi navê Fatîh Yavîç (Agir Adar) û Tahîr Yavîç (Agir Adar) tev li bîranînê bûbûn. Her du jî tevî emrên xwe yên mezin jî bi awayekî zindî di bîranînê de wekî nîşaneya serfiraziyê cih girtibûn. Mehmet Sena Yavîç ji ajansa me re qala zarokên xwe kir.

‘Ez bi şehîdên xwe serbilind im’

Mehmet Yavîç diyar kir ku ew ji Agiriyê koçî Stenbolê kiriye û wiha axivî: “8 kur û 2 keça min heye. 2 kurê min şehîd in. Tahîr Yavîç û Fatîh Yavîç şehîd in. Tahîr di sala 1999an de piştî Abdullah Ocalan hate girtin tev li partiyê bû. Fatîh Yavîç herî biçûkê zarokê min bû. Fatîh navê birayê xwe Agir Adar li xwe kir. Fatîh delalê mala me bû. Tahîr Yavîç jî gelek zîrek bû. Her du jî ji Stenbolê tev li partiyê bûn. Ez bi şehîdên xwe serbilind im. Şikir ji xwedê re ku du şehîdên min hene. Tevahî şehîd ji bo min yek in. Em hêvîdar in ku bi destê Serok dê aştî pêk were. Divê em li pey Serok bin. Dema ku em destê Serok xurt bikin, Serok azad bibe em ê tev jî azad bibin.”

Etîket: Agir Adarbîranîna şehîdanFatîh YavîçMehmet YavîçTahîr Yavîç
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

27 COTMEH 2026
Li Dêrikê ji bo cangoriyên tevgera azadiyê merasîma bîranînê

Li Dêrikê ji bo cangoriyên tevgera azadiyê merasîma bîranînê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Delîl Nergîs kirin

Bi girseyî serdana şîna Delîl Nergîs kirin

4 COTMEH 2026
Li Stenbolê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn

Li Stenbolê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn

20 ÎLON 2026
Sekna azadiyê, serbilindî û evîna Kurdistanê

Sekna azadiyê, serbilindî û evîna Kurdistanê

14 ÎLON 2026
Li Rihayê bîranîna şehîdan: Têkoşîna wan wê rêya me ronî bike

Li Rihayê bîranîna şehîdan: Têkoşîna wan wê rêya me ronî bike

13 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne