Stenbol – Li Stenbolê 14 navçeyan ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bernameyên bîranînê hatin lidarxistin. Bi hezaran kes tev li bîranînan bûn. Gelek kes bi xemgînî dihatin bîranînan lê paşê tiştekî di hişê wan de diçûyan mala xwe. Bi axaftinên malbatê şehîdan ve, di hişê wan de sekna azadiyê, serbilindî û evîna Kurdistanê vedigeriyan malên xwe.
Tevgera Azadiya Kurdistanê şehadeta gelek endamên xwe eşkere kir û pê re li hin bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê şîn û bernameyên bîranînê hatin lidarxistin. Li Stenbolê jî li 14 navçeyan bernameyên bîranînê hatin lidarxistin û sedan şehîdên Kurdistanê hatin bibîranîn.
‘Me bi navê şerefê mirovahiyê dest bi vî karî kir’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di gelek axaftinên xwe de sedêmên şer û pirsgirêkê kiribû. Abdullah Ocalan diyar kiribû ku vê pirsgirêke ew dernexistine û gotibû: “Ne cara yekemîn e ku xwîn dirêjê. Dîrok bi hêsan çênabe. Hele ku dîroka wekî ya me ne tenê bêdîrokî, dîrokekî şermkirin û naletî bê gotin, herî zêde xirap hatiye jiyandin. Me bi navê şerefê mirovahiyê dest bi vî karî kir. Ev kuştin, xwîn û qiyamet tenê ji bo mirovbûyînê ye.”
Belê dîrok bi hêsan nehat nivîsandin. Bi hezaran kes canê xwe ji bo azadiya gelê xwe feda kir. Ev nêzî mehekî ye li Kurdistanê û Tirkiyeyê şîn û bîranîna bi sedan şehîdan heye. Ev tevahî mirin ji bo mirovahiyê bû.
Li Stenbolê di 23yê Tebaxê de li Baxcilar û Sancaktepeyê ji bo şehîdê Kurdistanê ku li Stenbolê tev li têkoşînê bûbûn bernameya bîranînê hatin lidarxistin. Baya êşê, dengê pakrewanên Kurdistanê cara yekemîn li Stenbolê hate bihîstin. Bîranînên ku li Baxcilar û Sancaktepeyê pêk hatin destpêkek nû bû. Belê gelê Kurd bi salan e hînî gelêk êşên giran bûbû lê pênasekirina vê êşê cuda bû. Ji ber ku li her mala ku Kurd lê dijî ev êş hatibû hîskirin.
14 navçeyan bi sedan şehîd hatin bibîranîn
Piştî bîranînên li navçeyên Baxcilar û Sancaktepeyê ji bo şehîhên Tevgera Azadiya Kurdistanê li navçeyên Başakşehîr, Arnavutkoy, Bahçelîevler, Kuçukçekmece, Esenyûrt, Maltepe, Fatîh, Sûltanbeylî, Sûltangazî, Ataşehîr, Esenler, Zeytînbûrnû, Gazîosmanpaşa û Kagitxaneyê bi dehan bernameyên bîranînê hatin lidarxistin. Di van bîranînan de sedan şehîdên Kurdistanê hatin bibîranîn.
Ji bo azadiya Kurdistanê
Di tevahî bîranînan de sînevîzyon hatin temaşekirin. Di sînevîzyonan de axaftinên bi dehan şehîdan hebû. Di sînevîzyonan de gerîlayên Kurdistanê sedema tevlibûna xwe dikin. Armanca tevahî şehîdan yek e; ji bo azadiya Kurdistanê ye. Bi hezaran şehîd bi vê seknê canê xwe feda kirin û pişt xwe sekna mirovahîbûyînê hiştin. Dema ku malbat zarokên xwe di sînevîzyonan de didîtin radibûyan ser piyan û silav didan şehîdên xwe. Li serê çiyayekî, li zinarekî, li şikeftekî yan jî li hêşinayiyekî dîmenê şehîdan hebûn. Ew bedewbûna şehîdan li her derê bi xwe re bedew kiribû.
Şehîdên salên 80î û 90î
Di eywanên bîranînê de wêneyên şehîdan li ser masayan dihatin bi rêz kirin. Gelek malbatên ku zarok û xizmên wan di salên 1990an de jiyana xwe ji dest dane tev li bîranînan bûn. Malbatên şehîdan di destê wan de wêneyên şehîdan ku bi salan e wekî xak parastine gel xwe anîbûn cihê bîranînan. Malbat di bîranîn de ew wêneyên ku bi salan e gel wan e nîşanî wêneyên şehîdên ku nû hatine aşkerekirin dikirin. Wêneyên şehdîdên xwe li gel şehîdan rêz dikirin. Bi vê tevgerê şehîdên salên 80 û 90î li gel şehîdên salên 2020an dianiyan gel hev. Ev jî dibûya nîşaneya vê tiştê, xal, bav û zarok 3 nifş tev li têkoşîna azadiyê bûne.
Malbatên şehîdan
Di tevahî bîranînên li Stenbolê de malbatên şehîdan di bîranînan de axivîn. Carna hêsir barandin, carna dirûşme berz kirin carna jî wekî lûtkeyekî çiyayê Kurdistanê serbilindahî nîşan dan. Malbatên şehîdan di tevahî axaftinên xwe de heman gotinan gotin ji ber ku hest û ramanên wan yek bûn heman gotin ev bû “şehîdên şehîdên Kurdistanê ne, em bi şehîdên xwe serbilind in.” Ma kîjan êş dikare bi ser van gotinan bisekine. Gelek kes bi xemgînî dihatin bîranînan lê tiştekî di hişê wan de diçûyan mala xwe. Bi axaftinên malbatê şehîdan ve di hişê wan de sekna azadiyê, serbilindî û evîna Kurdistanê vegeriyan malên xwe.
Girtiyên 30 salî: Divê em ala wan bigihîjinin asta herî jor
Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de gelek berdelên giran hene. Nedîm Yilmaz ê ku piştî 33 salan ji girtîgehê derketibû di axaftinekî xwe de gotibû: “Hevrêyên dizaniyan ku di vê rêyê de mirin jî, girtîgeh heye lê tu carî ji sekna xwe gavekî jî ji paş ve gav neavêtin.” Kesên ku herî kêm piştî 30 salan ji girtîgehê derketiye jî tev li bîranînan bûn û axivîn. Bi axaftinên xwe hêz dan malbatan û çawa ku wê layiqê şehîdan bibin ji herkesî re diyar kirin û gotin: “Tu kes nikare pêşiya vê karwanê bigire. Divê em ala ku şehîdan ji me re hiştiye rakin û layiqê wan bin. Em li hemberî şehîdan wiha soza xwe pêk bînin; divê em ala wan bigihîjinin asta herî jor.”
Gelê Kurd bi bernameyên bîranînê nîşan kir ku di êş, keyfxweşî û şanaziyê de gel hev in. Di rojên herî baş de mil bi mil in, di rojên xemgîn de li pişt hevdû ne. Bi hev re dijîn û her tiştî bi hev re derbas dikin.





















