• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

    Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

    Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

    Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

    ‘Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû’

    ‘Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû’

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 24ê COTMEHA 2026an

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

    Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

    Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

    Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

    ‘Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû’

    ‘Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû’

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 24ê COTMEHA 2026an

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li gelek bajaran roja yekem a bîranînên şehîdan bi dawî bûn

Navenda Nûçeyan / AW

8 ÎLON 2026 - 17:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Roja yekemîn a bîranîna şehîdên Tevgera Azadiyê ya li Enqere, Êlih, Îdir, Colemêrg, Semsûr. Aydin, Manîsa û Îzmîrê bi dawî bûn. 

Manîsa

Li navçeyên Yûnûsemre û Salîhlî yên Manîsayê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de xizmên malbatê û welatî û hevserokên bajêr û navçe ên Manîsayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) amade bûn. Gelek welatî tevlî bîranînê bûn û ji malbatan re sersaxî xwestin.

Bîranîn, dê sibe bi bernameya mewlûdê bi dawî bibe.

 

Îzmîr

Li navçeya Bûca ya Îzmîrê, ji bo kesên di dem û dîrokên cuda de di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, bi pêşengiya Komeleya Piştgirî, Alîkarî, Yekîtî û Çandê ya Malbatên ku Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirine ya EGEyê (EGE-MEBYADER) li Komeleya Piştevaniyê ya Pasûriyan bîranîn hat lidarxistin.

Di bîranînê de li gel malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk û Îbrahîm Akin, parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenşayar, Dayikên Aştiyê, çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Îzmîrê û gelek kes amade bûn.

‘Em ê aştiyê mîsoger bikin’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin ku di bîranînê de axivî û wiha got: “Li hemberî kesên ku dixwazin têkoşîna me ya rêxistinkirî, têkoşîna me ya demokrasiyê, têkoşîna me ya aşitî û wekheviyê tune bikin, dixwazin me bêrêxistin û bêîrade bihêlin, em ê bi serhişkî û zêdetir rêxistinkirî tevbigerin û em ê di her derê vî welatî de bi awayekî rastîn ava kirina aşitiyê misoger bikin.”

‘Serê gelê Kurd sax be’

Piştre Hevseroka MEBYA-DERê Fehime Poyraz axivî û got: “Ez li ber hemû malbatên şehîdan û girtiyan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Em çi bêjin jî dê kêm û nîvco bimîne. Serê hemû gelê Kurd sa be.”

‘Rêxistîbûn ji her demê zêdetir pêwîst e’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenşayar jî ev tişt anîn ziman: “Divê em şehîdên xwe ji bîr nekin, eger em ji bîr bikin divê em bizanibin ku em di nava şaşiyeke mezin de ne. Me di vê şerî de bi hezaran canên xwe winda kirin. Li Meclisê qanûnek derket. Her çend ne li gorî dilê me be jî, ji ber ku di dîrokê de pêngava ewil e ku bi saya şehîdan pêk hatiye, xwedî nirxeke mezin e. Weke hûn jî dizanin heta niha têkoşîna çekdarî li holê bû, lê belê em êdî di serdemekê de ne ku em ê tenê siyasetê demokratîk esas bigirin. Di vê çarçoveyê de rêxistîbûn ji her demê zêdetir pêwîst e.”

Bernameya bîranînê bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû. Bîranîn dê sibe li heman cîhî bidome.

Semsûr

Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) li Mala Şînê ya Merinosê ku li navenda bajarê Semsûrê ye, hatibû lidarxistin, bi tevlîbûna hezaran kesan û xwendina duayên pirê Elewî û meleyê sunî roja yekemîn bu dawî bû.

Bernameya bîranînê dê sibê heman cihê û saetê berdewam bike.

 

Colemêrg

Bi pêşengiya Komeleya Yêekitî, Çand, Piştevanî û Alikariya ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEYAB-DER) a Colemêrgê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li eywana Dogu Plas a li Taxa Baglar a Colemêrgê bîranîn tê lidarxistin. Roja yekemîn a bîranînê bi serdana hezaran kesan dawî bû.

Di roja yekem a bîranînê de gelek peyamên sersaxiyê yên ji Wanê, Amedê û Batmanê hatibûn şandin hatin xwendin.

‘Em şopdarên rêya wan in’

Di roja ewil ya bîranînê de parlementera Colemêrgê Oznur Bartin sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Bi saya şehîdan îro em ber azadbûnê ne. Şehîdan bi xwîna xwe jiyana birûmet reşandin û aniha ev jiyan şîn bûye. Bi paradigmaya bîr û baweriyê, bi vê felsefeya ku bûye mînak ji bo cîhanê û bi vê berxwedanê ji bo miletê me rêya azadiyê vekirin. Çi kesî wek miletê Kurd doza xwe ewqas bi qehremanî û serfirazî heta li vir ne aniye. Em ê heta dawiyê girêdayê rêya wan û şopdarê doza wan bin.”

Roja ewil a bîranînê bi xwendina diayan bi dawî bû.

Îdir

Li Îdirê bi pêşengiya MEBYA-DERê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku di cîh û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bîranîn tê lidarxistin. Roja yekemîn a bîranînê bi dawî bû. Di bîranîna ku bi hezaran welatî beşdar bûn de malbatan sersaxî qebûl kirin.

Hevserokê Giştî DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî tevlî bîranînê bû û di bîranînê de axaftineke kurt kir. Tuncer Bakirhan wiha got: “Em êşa zarokên xwe dijîn. Ya girîng ew e ku em xwedî li têkoşînê derkevin. Serê me hemûyan sax be. Êşa we, êşa me ye.”

Roja yekemîn a bîranînê bi dua û peyamên sersaxiyê bi dawî bû.

Bîranîn wê sibê jî li heman cihî dewam bike.

Aydin

Li taxa Ortaklar a bi ser navçeya Germencik a Aydinê, li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bernameya bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî amade bûn û li avahiyê bîranînên wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih girtin.

 

 

Êlih

Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd ên Êlihê ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de li dîrok û li cihên cuda şehîd ketine li mala şînê ya 19 Mayisê ya taxa 19 Mayisê ya Êlihê bi awayekî girseyî hatin bibîranîn. Di bîranînê de Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskî Bayindir, Parlamenterên DEM Partiyê, nunerên partiyên siyasî yên bajêr, TJA, Dayîkên Aştiyê û gelek endamên saziyên civakî û gelek welatiyên Êlihê bi girseyî serdana bîranînê kirin. Kesên ku dihatin serdana bîranînê dikirin, ji aliyê saziya malbatên şehîdan MEBYA-DERê û malbatên şehîdan ve bi kêfxweşî dihatin pêşwazî kirin.

Dê bîranîn sê rojan bidome.

Enqere

Saziya Platforma Demokratîk ji bo endamên Tevgera Azadiyê ku li dever û di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê bi bîr tînê. Li eywana bîranînê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên gerîlayên canê xwe ji dest dane; Raziye Ay (Îsyan Ferman Şengal), Suat Çalpan (Ciwan Serhat), Nihle Buket Olmez (Berîtan Amed), Baran Ozturk (Baz Sîpan) Mehmet Aslantaş (Şoreş Konya) û Hasret Tusun (Asmîn Dorşîn) li ser flamayên kesk, sor û zer hatin danîn. Her wiha pankarta li ser, “Şehîd rumeta me ne” dinivisî hat daliqandin.

Di roja yekemîn a bîranînê de bi sedan kesan serdana bîranînê kirin û sersaxî ji malbatan re xwestin. Malbatan jî li cihê bîranînê serdan qebûl kirin. Bîranîn di roja yekêm de bi serdanan bi dawî bû. Bernameya bîranînê dê sibe jî berdewam bike û di seat 13.30an de bernameya bîranînê dê bi dawî bibe.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serokwezîrê Iraqê: Me bi YBŞê re li hev kir

Serokwezîrê Iraqê: Me bi YBŞê re li hev kir

24 COTMEH 2026
Li Amedê dema mehserê ye

Li Amedê dema mehserê ye

24 COTMEH 2026
Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

24 COTMEH 2026
Du salên banga Bahçelî qediya: Çima Abdullah Ocalan nehat Meclisê?

Du salên banga Bahçelî qediya: Çima Abdullah Ocalan nehat Meclisê?

24 COTMEH 2026
Emîne Bozdag: Dewlet serdestiya xwe bi destê mêran pêk tîne

Emîne Bozdag: Dewlet serdestiya xwe bi destê mêran pêk tîne

24 COTMEH 2026
Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

24 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne