• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
27 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Dîlokê cezayê 9 kesan hat erêkirin: Baweriya bi aştiyê bi darazê nayê qelskirin

    Li Dîlokê cezayê 9 kesan hat erêkirin: Baweriya bi aştiyê bi darazê nayê qelskirin

    Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

    Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

    Li Sûrê firoşkarên seyar peyarêyan asteng dikin

    Li Sûrê firoşkarên seyar peyarêyan asteng dikin

    Hemû wesayît û milkên Şaredariya Colemêrgê hatine desteserkirin

    Hemû wesayît û milkên Şaredariya Colemêrgê hatine desteserkirin

    Erdogan û Bahçelî do bêrê têhet

    Erdogan û Bahçelî civiyan

    DEM Partî: Di vê budçeyê de aştî û edalet tune ye

    DEM Partî: Di vê budçeyê de aştî û edalet tune ye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

Navenda Nûçeyan / AW

10 ÎLON 2026 - 12:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Amedê, Dîlokê û Sêrtê ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê bernameyên bîranînê tên lidarxistin. Bîranînên bi tevlibûna hezaran kesan pêk tê û di bernameyan de hate destnîşankirin ku ew bi têkoşîn û keda cangoriyan gihîştine van rojan.

Li Amedê, Dîlokê û Sêrtê ji bo endamên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku li dever û di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bi pêşengiya MEBYA-DERê bernameyên bîranînê tên lidarxistin. Li her sê bajaran jî bernameyan îro dest pê kir û dê sê rojan berdewam bike.

AMED

Bîranina Şehîdên Tevgera Azadiyê ya Kurd li Amedê bi serdanên girseyî û bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd Namirin” dest pê kir.

Bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amedê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li eywana dawetê ya Geterler a li navçeya Rezan a Amedê bernameya bîranînê hate lidarxistin. Malbatên cangoriyan, parlamenterên DEM Partiyê, endam û reveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl ên civakî tev li bernameya bîranînê bûn. Li ser maseyan wêneyên cangoriyan û gul hatin danîn. Li eywanê pankartên “Şehîd Namirin” û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Bîranin bi rêz girtin û xwendina “Çerxa Şoreşê” dest pê kir. Gel bi girseyî serdana bîranînê dike.

Amed

DÎLOK

Bi pêşengiya MEBYA-DERê ji bo kesên ku di dîrok û herêmên cUda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li navçeya Şahînbeyê ya Dîlokê, li Tesîsa Firatê ku li taxa Fıratê ye hate lidarxistin. Li salona ku bîranîn lê tê pêkanîn, pankarta “Şehîdên me rûmeta me ne” û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cangoriyan hatin daliqandin. Bîranînê bi rêzgirtina ji bo cangoriyan dest pê kir. Malbatên cangoriyan, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî tev li bûn û bênavber dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin.

‘Gelê Kurd bi berdêlên mezin gihiştiye van rojan’

Hevberdevka MEBYA-DERa Dîlokê Ayşe Yalçin di bîranînê de axivî û bal kişand ser dîrok û berxwedanên gelê Kurd û wiha got: “Gelê Kurd bi bedelên mezin û berxwedaneke bênavber gihişt van rojan. Têkoşîn û bîranîna şehîdan wê rêya me ronî bike.”

Bernameya bîranînê bi girseyek qerebalix dest pê kir, wê sê rojan bidome û ji saet 10:00an heta 18.30an serdan bên kirin.

Dîlok

SÊRT

Endamên Tevgera Azadiyê yên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de di dîrok û li cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, dê sê rojan li Eywana Dawetê ya Ûgûrê ya Sêrtê bên bibîranîn. Malbatên şehîdan, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Giştî Keskîn Bayindir, parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, TJA, Dayîkên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî û gelek welatî tev li bernameya bîranînê dibin. Pankartên ku li ser wan “Em deyndarê şehîdên xwe ne, şehîdên me rûmeta me ne” , “Şehîd ronahiya rêya me ne” , “Xelayên cangoriyan bi rêxistinbûyîn û xwedî derketinê pêkan e” û “Me şehîd ne spartine axê, spartine dilê xwe” hatin daliqandin. Bernameya bîranînê ji bo şehîdan bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, diruşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Bernameya bîranînê berdewam dike.

Sêrt

Galeriya wêneyan:

Etîket: cangorîCangoriyên Tevgera ApoyîMEBYA-DERşehîdên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Cizîrê cangoriyên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn

Li Cizîrê cangoriyên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn

26 COTMEH 2026
Bakirhan: Em ê xeyalên şehîdan pêk bînin

Bakirhan: Em ê xeyalên şehîdan pêk bînin

25 COTMEH 2026
Suheyla Kaya (Zîlan) li Esenyûrtê bi girseyî hat bîranîn

Suheyla Kaya (Zîlan) li Esenyûrtê bi girseyî hat bîranîn

24 COTMEH 2026
Li Dîlokê ji bo cangoriyan mewlûd hate dayîn

Li Dîlokê ji bo cangoriyan mewlûd hate dayîn

21 COTMEH 2026
Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

11 COTMEH 2026
Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

4 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ayşegul Dogan: Gelo destekî ku em nabînin di nava pêvajoyê de heye û asteng dike?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne