• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
27 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Dîlokê cezayê 9 kesan hat erêkirin: Baweriya bi aştiyê bi darazê nayê qelskirin

    Li Dîlokê cezayê 9 kesan hat erêkirin: Baweriya bi aştiyê bi darazê nayê qelskirin

    Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

    Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

    Li Sûrê firoşkarên seyar peyarêyan asteng dikin

    Li Sûrê firoşkarên seyar peyarêyan asteng dikin

    Hemû wesayît û milkên Şaredariya Colemêrgê hatine desteserkirin

    Hemû wesayît û milkên Şaredariya Colemêrgê hatine desteserkirin

    Erdogan û Bahçelî do bêrê têhet

    Erdogan û Bahçelî civiyan

    DEM Partî: Di vê budçeyê de aştî û edalet tune ye

    DEM Partî: Di vê budçeyê de aştî û edalet tune ye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dîlok / AW

27 COTMEH 2026 - 18:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
DEM Partî ya Dîlokê cezayê zêdetirî 65 salan ên 9 kesên ku di nav de endamê berê yê Meclisa Partiyê (PM) ê HDPê Engîn Babayîgît jî hebû ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kir.

3yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind cezayê zêdetirî 65 salan ên 9 kesên ku di nav de endamê berê yê Meclîsa Partiyê (PM) ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Engîn Babayîgît jî hebû ji ber çalakiyên siyasî yên di dema HDPê de hatibûn dayîn erê kir. DEM Partî ya Dîlokê têkildarî mijarê li avahiya xwe de daxuyanî da. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê Dîlokê Fesih Yeşîl ve hate xwendin.

Fesîh Yeşil bi bîr xist ku di çarçoveya dosyayê de ku ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 10 sal û 7 meh û bi îdiaya “propagandakirinê” jî 1 sal û 6 meh cezayên giran li endamê berê yê PMa HDPê Engîn Babayîgît hatine birîn. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku desthilatdarî ji polîtîkayên zextê yên berê paşve gavê navêje û hate destnîşankirin ku operasyonên siyasî yên ku salên berê hatibûn destpêkirin û cezayên hatibûn dayîn, di serdemekê de ku behsa aştiya civakî û pêvajoyên çareseriyê tê kirin, bi lezgînî hatine erêkirin ku ev yek manîdar e. Hate diyarkirin ku erêkirina cezayên zêdetirî 65 salan ên ku li 9 kesan hatine birîn nayê qebûlkirin. Hate destnîşankirin ku gelê Kurd û kesên siyaseteke demokratîk dimeşînin wê ti carî serî li ber van zextan netewînin û hate gotin ku çawa ku berê li dijî êş û bêhiqûqiyên li Dîlokê rû dane ser piyan bûne, îro jî dê bi heman rengî li ber xwe bidin.

‘Gelê Kurd berxwedêr e û dê ji siyaseta demokratîk paşve gavê navêje’

Piştî daxuyaniya çapemeniyê Parlamentera DEM Patiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan axivî û diyar kir ku cezayên giran ên hatine birîn û polîtîkayên zextê wê ne HDPê û ne jî kesên ku siyasiya rêya sêyem diparêzin ranewestînin û got: “Bila nefikirin ku bi van cezayên ku dane, kesên vê siyasetê dimeşînin wê ji baweriya bi siyaseta demokratîk hinekî jî be paşve gavê biavêjin. Em heta niha netirsiyan e û em ê netirsin jî; em bêhêvî nebûn û em ê bêhêvî jî nebin.”

Dîlan Kunt Ayan di axaftina xwe de bal kişand ser serdema tarî ya ku di nava salên 2015-2016an de li Dîlokê rû da û êrîşên DAIŞê. Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku di wê demê de dema kujer û dosyayên komkujiyan bêceza dihatin hiştin, li dijî kesên ku siyaseta demokratîk dimeşînin re şerekî hatiye vekirin. Dîlan Kunt Ayan anî ziman ku aştî ne tenê axaftina li ser pêşerojê ye, di heman demê de tê wateya dersgirtina ji rabirdûyê û hûnandina pêvajoya civaka demokratîk. Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku dema li Meclisê qanûnekî çarçoveyê ya nû tê nîqaşkirin û li bendê biryarên MGKê ne, derketina biryareke bi vî rengî ji Dîlokê nîşan dide ku aqilên derveyî pîvanan ketine dewrê.

Dîlan Kunt Ayan herî dawî bi lêv kir ku erêkirina vê dosyayê nayê qebûlkirin û derbirî ku tu hêz, qewat an jî daraz nikare baweriya bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk qels bike û got ku gelê Kurd weke gelekî berxwedêr bi dostên xwe re vê pêvajoyê bi aştî û civaka demokratîk tacîdar bike.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hevpeymana Mekkeyê di komîsyonê de derbas bû

Hevpeymana Mekkeyê di komîsyonê de derbas bû

27 COTMEH 2026
Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

27 COTMEH 2026
Berxwedana gundê Arzoxliyê li dijî GESê didome: Av û axa me hebûna me ye

Berxwedana gundê Arzoxliyê li dijî GESê didome: Av û axa me hebûna me ye

27 COTMEH 2026
Li Sûrê firoşkarên seyar peyarêyan asteng dikin

Li Sûrê firoşkarên seyar peyarêyan asteng dikin

27 COTMEH 2026
Hemû wesayît û milkên Şaredariya Colemêrgê hatine desteserkirin

Hemû wesayît û milkên Şaredariya Colemêrgê hatine desteserkirin

27 COTMEH 2026
Erdogan û Bahçelî do bêrê têhet

Erdogan û Bahçelî civiyan

27 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ayşegul Dogan: Gelo destekî ku em nabînin di nava pêvajoyê de heye û asteng dike?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne