Îlham Ehmed ku bi Cîgirê Parêzgehê Helebê Elî Hanora re hevdîtin kir ragihand ku têkildarî bûyerên li Kobanê komîsyona lêkolînê hatiye avakirin.
Di hevdîtineke li Navenda Fermandariya Ewlekariya Hundirîn a li bajarê Kobanê, di navbera Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Cîgirê Parêzgehê Helebê Elî Henora û Mudîrê Ewlehiyê ya Kobanê Mecid El Dîn El Şêx de rewşa ewlehî û îdarî li bajarê Kobanê hat nîqaşkirin.
Di hevdîtinê de behsa geşedanên dawî yên ku li Kobanê rû dan, hejmareke dosyayên girêdayî rewşa ewlehî û îdarî li herêmê hat kirin.
Têkildarî mijarê Îlham Ehmed da zanîn ku wan girêdayî bûyerên ku herî dawî li Kobanê rû dan, bi taybet ji bo bûyerên ku li girtîgeha Kobanê derket, komîteyeke lêpirsînê ava kirine.
Îlham Ehmed destnîşan kirk u divê ji bo rêgirtina ber dubarekirina mîna van bûyeran divê rêkarên guncaw werin pêkanîn.
Îlham Ehmed sersaxî ji bo malbatên şehîdan xwest û şîfaya lezgîn ji bo birîndaran xwest, daxwaz ji şêniyên Kobanê kir ku bi berpirsyartî beşdarî merasîmê oxirkirina şehîdan bibin.
Bûyerên piştî kuştina Sîpan Hiznî
Roja Înê yanî 11ê îlonê piştî derketina xwepêşandana ji bo şermezarkirina şehîdxistina şervanê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê Sîpan Hiznî, rageşî derket û hejmarek ji ciwanan hatin girtin. Wekî ku hate gotin hêzên bi ser Helebê xwestin girtiyên di girtîgeha Kobanê sewqî girtîgehên li Helebê bikin. Li ser vê yekê di hundirê girtîgeha li Kobanê de rageşî zêde bû û 9 girtî şehîd bûn û 17 jî birîndar bûn.
Dê îro li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê merasîmê oxirkirina şehîdan bê lidarxistin.













