• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
12 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Pirsên Azad’ di Zarok TVyê de dest pê dike

    ‘Pirsên Azad’ di Zarok TVyê de dest pê dike

    Mamê Sidik ji HEPê heta DEMê xebitî: Heta roja dawî jî terka doza xwe nekir

    Mamê Sidik ji HEPê heta DEMê xebitî: Heta roja dawî jî terka doza xwe nekir

    Eren Baskin: Dewlet ji kujerên me hez dike, lewma nadarizîne

    Eren Baskin: Dewlet ji kujerên me hez dike, lewma nadarizîne

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 12ê COTMEHA 2026an

    Serokên baroyên Riha, Amed û Şirnexê hatin hilbijartin

    Serokên baroyên Riha, Amed û Şirnexê hatin hilbijartin

    Li Kolikê civîna gel: Aktorê sereke yê aştiyê birêz Ocalan e

    Li Kolikê civîna gel: Aktorê sereke yê aştiyê birêz Ocalan e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Pirsên Azad’ di Zarok TVyê de dest pê dike

    ‘Pirsên Azad’ di Zarok TVyê de dest pê dike

    Mamê Sidik ji HEPê heta DEMê xebitî: Heta roja dawî jî terka doza xwe nekir

    Mamê Sidik ji HEPê heta DEMê xebitî: Heta roja dawî jî terka doza xwe nekir

    Eren Baskin: Dewlet ji kujerên me hez dike, lewma nadarizîne

    Eren Baskin: Dewlet ji kujerên me hez dike, lewma nadarizîne

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 12ê COTMEHA 2026an

    Serokên baroyên Riha, Amed û Şirnexê hatin hilbijartin

    Serokên baroyên Riha, Amed û Şirnexê hatin hilbijartin

    Li Kolikê civîna gel: Aktorê sereke yê aştiyê birêz Ocalan e

    Li Kolikê civîna gel: Aktorê sereke yê aştiyê birêz Ocalan e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Îlham Ehmed: Kurd hatin nasîn lê hin kes destwerdanê dikin

Navenda Nûçeyan / AW

12 COTMEH 2026 - 11:55
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Gel a Sûriyeyê Îlham Ehmedê destnîşan kir ku Sûriyeyê cara yekem Kurd bi awayekî fermî nas kirin û tevî ku pêvajoya entegrasyonê bi pêş ketiye jî lê hin destwerdan hene ku dixwazin li herêmê aloziyê derxin û rê li ber lihevkirina navxweyî digirin.

Foruma MERIyê ya 2026an îro li Hewlêrê dest pê kir. Foruma MERIyê her sal ji aliyê Enstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn (MERI) ve tê lidarxistin. Gelek siyasetmedar û dîplomatên ji Herêma Kurdistanê, Iraq, Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û qada navneteweyî tev li forumê bûn. Ev forum dê 2 rojan bidome. Di forumê de dê rewşa ewlehiyê ya herêmê, pirsgirêka Kurdan, siberoja Iraqê û pêvajoya siyasî ya di navbera Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de dê bi berfirehî bên gotûbêjkirin.

Panela yekemîn li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin û Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Gel a Sûriyeyê Îlham Ehmed jî di vê panelê de axêver bû.

‘Sûriyeyê cara yekem Kurd bi fermî nas kirin’

Îlham Ehmedê bal kişand ser naskirina mafên Kurdan û fermîbûna zimanê Kurdî û wiha got: “Zimanê Kurdî bi biryara Serokatiya Sûriyeyê hatiye naskirin. Sûriyeyê cara yekem Kurd bi awayekî fermî nas kirine. Naskirina nasnameya Kurdan gava herî bingehîn e. Mijara zimanê Kurdî ji bo me gelekî girîng e.”

‘Tevlibûna HSDyê heta niha di astek baş de pêk hatiye’

Îlham Ehmedê diyar kir ku pêvajoya entegrasyonê alîkar bûye ku bajarên Sûriyeyê bi ser xwe ve bên û deriyên sînorî ji nû ve bên vekirin û vegera welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanêê hêsantir bibe. Îlham Ehmed bal kişand ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya di nava artêşa Sûriyeyê de heta niha bi rêjeyeke baş pêk hatiye û bi vî rengî alîkariya serweriya aramiyê kiriye.

Rol û mîsyona jinan

Îlham Ehmedê bal kişand ser rola jinan û tecrubeya Birêvebiriya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û ev yek anî ziman: “Tecrubeya Birêvebiriya Xweser ji bo beşdariya jinan a di qadên jiyana giştî, siyasî û aborî de modelekî pêşeng pêşkêş kir. Lê îro dema hêzên leşkerî û saziyên Birêvebiriya Xweser tev li saziyên dewletê dibin, em dibînin ku di rola jinan de paşketineke berbiçav heye. Em vê yekê wekî astengiyeke li ber beşdariya jinan ya di navendên biryardanê de dibînin.”

‘Pêngavek dîrokî diqewime’

Îlham Ehmed eşkere kir ku pêvajoya entegrasyonê hê jî di qonaxa ceribandinê de ye û wiha axivî: “Bi rêya derketina biryarnameyeke serokatiyê ya ku hebûna gelê Kurd, çand û zimanê wî nas dike, destkeftiyek pêk hat. Ev naskirin cara yekem e li ser asta Sûriyeyê çêdibe û pêngaveke dîrokî ye. Lê ev biryarname di aliyê pratîkî de kêm dimîne, bi taybetî li ser mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî mekanîzmayên berbiçav û zelal ên li ser erdê nîn in.”

‘Hin destwerdan hene ku aloziyê derxin’

Îlham Ehmed li ser nezelaliya mekanîzmayên bicihanîna biryarên hikûmetê hişyarî da û wiha domand: “Ji ber nebûna zelaliyê car caran tevlihevî çêdibin. Divê dewlet mekanîzmayên zelal deyne, aramiya aborî xurt bike û aliyê ewlehiyê kontrol bike. Alozî hîn jî hene. Hinek destwerdan hene da ku herêm aloz bibe. Hişmendiya nijadperest û tundrewî ya hinek koman li gel destwerdanên derve dibin sedema têkdana aramiyê û rê li ber lihevkirina navxweyî digirin.”

Îlham Ehmedê her wiha destnîşan kir ku pêvajoya entegrasyonê destkeftî anîne holê lê heta aramiya mayînde pêk bê, pêwîstî bi şopandin, bi israrbûn û mekanîzmayên pratîkî heye.

Etîket: Foruma MERIÎlham Ehmed
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed beşdarî foruma li Dihokê bûn

Bakirhan, Ebdî û Îlham Ehmed li Hewlêrê ne

12 COTMEH 2026
Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

14 ÎLON 2026
Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

27 TEBAX 2026
Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed serdana Mihemed Mûsa kir

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed serdana Mihemed Mûsa kir

27 TEBAX 2026
‘Li Sûriyeyê ji bo Kurdan merhaleyeke nû dest pê kir’

‘Li Sûriyeyê ji bo Kurdan merhaleyeke nû dest pê kir’

27 TEBAX 2026
Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî dê îro biçin Şamê

Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî dê îro biçin Şamê

24 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Gurbetellî Ersoz bi merasîmeke girseyî hat dayîn 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şemzînan bi tirî û titûna xwe bi nav û deng e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne