Serokê YNKê Bafil Talabanî di Forûma MERI de axivî û da zanîn ku li gel Îranê jî pêvajoyeke aştiyê weke ya li Tirkiyeyê dest pê kiriye.
Serokê YNKê Bafil Talabanî di Foruma MERI ya sala 2026an ku bi awayekî kevneşopî her sal ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) ve tê lidarxistin û wekî yek ji girîngtirîn lûtkeyên dîplomasî û navendên ranabî yên herêmê tê hesibandin, axivî. Li gorû nûçeya Channel 8ê; Bafil Talabanî destnîşan kir ku Kurd û Îran di destpêka pêvajoyeke aştî û lihevkirinê ya weke Tirkiyeyê de ne.
Bafil Telabanî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya serdemê û dibêje ku Kurd di çend rojên destpêkê yên pêvajoyê de ne.













