Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di roja yekem a Forûma MERIyê de li Hewlêrê bi gelek kesayet û lîderên Kurd re civiya û destnîşan kir ku li ser siberoja heremê nîqaşên berhemdar hatine kirin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekhevî ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan tev li yekem roja Foruma Enstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn (MERI) ya li Hewlêrê bû.
Tuncer Bakirhan derbarê beşdarbûna xwe ya forûmê de li ser hesabên xwe yên medyaya civakî çend wêneyên xwe bi Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Serokê Giştî ê YNKê Bafil Talabanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talabanî, Endama Parlamentoya Sûriyeyê Îlham Ehmed û Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî re parve kir û peyamek belav kir. Ev wêneyên ku Bakirhan belav kir jî di heman demê de peyama xurtkirina û avakirina yekîtiya neteweyî ya demokratîk da raya giştî.
Bakirhan di peyama xwe de diyar kir ku di roja yekem a forumê de li ser pêşeroja herêmê nîqaşên pir berhemdar hatine kirin. Hevserokê DEM Partiyê di dawiya peyama xwe de ji bo mazûvaniyê spasiya forûma MERI û rêveberiya Herêma Kurdistanê kir.














