Serokomarê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şara, siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed weke endama Meclisa Gel diyar kir.
Serokkomarê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmed Şara, bi biryarnameyekî siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed wekî endama Meclisa Gel tayîn kir. Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê ragihand ku Îlham Ehmed a ku berê Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, wekî endama Meclisa Gel hatiye tayînkirin.
Hat zanîn ku Îlham Ehmed bi biryarnameya hejmar 200 a sala 2026an wekî endama Meclisa Gel hatiye tayînkirin. Bi vê biryarê hejmara endamên Meclisa Gel ji 205an derketiye 206an û beriya niha hatibû diyarkirin ku wê Meclisa Gel ji 210 kesan pêk were.













