Wan – Rêveberê DBPê yê Wanê Mehmet Saît Karabiyik behsa girîngiya yekîtiya Kurdan kir û wiha got : “Li dijî polîtîkayên dewletên navneteweyî yekîtî gelek girîng e da ku tifaqa me were dîtin û xilasî û azadiya gelê Kurd di yekîtiya neteweyî de ye.”
Enstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn (MERI) li Hewlêrê du rojan forumek li dar xist. Forum veguherî dîmen û wêneyên yekîtiya Kurdan. Siyasetmedarên Kurd di forumê de li kêleka ev bi wêneyan peyama yekîtiya demokratîk a yekîtiya gelê Kurd dan raya giştî.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Endama Parlamentoya Sûriyeyê Îlham Ehmed, Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî, Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Serokê Giştî yê YNKê Bafil Talabanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talabanî ku tev li forumê bûn, bi wêneyên ku belav kirin, kêfxweşiyek di dilê gelê Kurd de çêkir û mijara yekîtiya neteweyî dîsa anî rojevê.
Rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê Mehmet Saît Karabiyik derbarê wêneyê dîrokî û girîngiya yekîtiya neteweyî de axivî.

‘Kurd ne parçebûyî ne, hêzek hevgirtî ne’
Mehmet Saît Karabiyik anî ziman ku Kurd bi sedan salan e hesreta yekîtî û hevgirtinê dikişînin û bi bîr xist ku xilasî û azadiya gelê Kurd di yekîtiyê de ye. Mehmet Saît Karabiyik diyar kir ku ji ber tifaq û yekîtiya Kurdan tune ye, bi salan e her 4 milên Kurdistanê tên talankirin û wiha got: “Pêşengên gelê Kurd bi salan e doza yekîtiya Kurdan dikin; di serî de rêzdar Abdullah Ocalan, di salên derbasbûyî de jî name şandin ji serokên Kurdistanê re. Bi taybetî ji bo rêzdar Mesûd Barzanî jî name şand û got, ‘Divê hûn yekitiya gelê Kurd ava bikin, pêşengiya wê jî hûn bikin’. Lê mixabin ji ber sedemên curbecur yekitî çênebû. Êdî li ser gelê Kurd ferz e ku werin gel hev û yekitiya xwe ava bikin. Li dijî polîtîkayên dewletên navneteweyî jî yekitî gelek girîng e da ku tifaqa me were dîtin û bizanibin ku em hene. Divê em bidin diyar kirin ku em ne hêzeke parçebûyî ne û em di her çar perçeyên Kurdistanê de hêzeke hevgirtî ne.”
‘60 milyon Kurd yek deng û yek reng in’
Mehmet Saît Karabiyik li ser wêneyên serkirdeyên Kurd yên hatin belavkirin de kêfxweşî û baweriya xwe ya derbarê yekîtiyê de anî ziman û axaftina xwe wiha domand: “Mirov dema wî wêneyî dibîne ku serkirdeyên Kurd hatine gel hev û diaxivin, dilê her Kurdekî germ dibe û pê kêfxweş dibe. Tê wê wateyê ku êdî me nakokiyên di navbera xwe de hiştine, hatine gel hevdû. Em ê yekitiya xwe ava bikin û em ê li hemberî hêzên navneteweyî jî helwesteke hevpar nîşan bidin. Gotinên me divê li ber hêzên derve yek bin û dosyaya me yek dosya be ku ew jî bizanin em yek hêz in. 60 milyon Kurd yek deng û yek reng in.”
‘Wê helwesta yekîtiyê bandorê li ser hêzên serdest jî bike’
Mehmet Saît Karabiyik bal kişand di bandora yekîtiyê ya li ser hêzên serdest û wiha pê de çû: “Ew wêne hem di pêvajoya îro li Tirkiyeyê destpêkirî de hem jî li Rojhilatê Kurdistanê wê bandoreke erênî çêbike. Ev helwest wê bandoreke bihêz li ser Îranê jî bike; Îran jî wê bibîne ku Kurd ne Kurdên berê ne, ne bêhêz û lawaz in.”
‘Eger ku yekîtiya me çêbibe hewcedarî bi hêzên derve namîne’
Mehmet Saît Karabiyik destnîşan kir ku bi yekîtiyê Kurd dikarin parastina xwe bikin û bihêz bibin. Mehmet Saît Karabiyik da zanîn ku dema yekîtiya Kurdan çêbibe wê çaxê hewceyî bi hêzên derve jî namîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê me berê pişta xwe dida hêzên navneteweyî, lê belê ev jî ji bo me lawaziyek bû. Di her çar parçeyên Kurdistanê de jî em dikarin xwe biparêzin û hewce nake ku ew metirsî di dilê me de hebe. Piştî yekîtiya me çêbû, hewcedariya bi hêzên navneteweyî jî namîne. Em wekî DBP û partiyeke Kurdistanî, em dikarin pêşengiya yekîtiyê bikin. Sazkerê yekîtiya gelê Kurd rêzdar Abdullah Ocalan e û em jî wekî xwe dikarin vê tifaqê pêk bînin.”












