Li gor agahiyan, wê îro şandeyek bilind ya PDKê serdana Silêmaniyê bike û li gel rayedarên YNKê bicive.
Li gor nûçeya Ajansa Rojnewsê parve kirî, dê îro şandeya PDKê ku di nav de Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û hin endamên Mekteba Siyasî ya PDKê hene, serdana Silêmaniyê bikin. Wê şandeya PDKê li gel Serokê YNKê Bafil Talebanî, Qubad Talebanî û rayedarên din ên YNKê bicive.
Hat zanîn ku wê civîn li Mekteba Siyasî ya YNKê pêk were, her wiha wê naveroka civînê jî li ser pêşhatên dawî yên navbera Herêm-Bexda û amadekariyên ji bo civîna 1ê Kanûnê ya ku wê li Bexdayê di navbera rayedarên Herêma Kurdistan û Iraqê de pêk were be.













