• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
26 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wêranşarê Pirtûkxaneya Nagîhan Akarsel hate vekirin

    Li Wêranşarê Pirtûkxaneya Nagîhan Akarsel hate vekirin

    Desteya Ewlehiya Netewî civiya

    Desteya Ewlehiya Netewî civiya

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Biryarên Bexdayê nayên qebûlkirin!

    Îmzevanên ‘Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk 1001 Îmze’ kampanyayeke nû dan destpêkirin

    Îmzevanên ‘Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk 1001 Îmze’ kampanyayeke nû dan destpêkirin

    Li Bangkokê li refîneriyeke petrolê teqîn

    Li Bangkokê li refîneriyeke petrolê teqîn

    Saziyên tev li lêkolîna li Farqînê bûne: Divê ev mijar zû were zelalkirin

    Saziyên tev li lêkolîna li Farqînê bûne: Divê ev mijar zû were zelalkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

Firat Tûnç / AW

27 August 2026 - 11:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Riha – Hûrgiliyên hevdîtina di navbera Heyeta Rojava û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de derketin holê. Piştî ku Mezlûm Ebdî ragihand ku hebûna leşkerî ya HSDê bi dawî bûye, derket holê ku Ebdî dê bibe musteşarê Serokkomarê Sûriye û Îlham Ehmed jî dê bibe parlamantera Sûriyeyê. Her wiha hate destnîşankirin ku Kurdî bû zimanê duyemîn ê fermî.

Heyeta Rojavayê Kurdistanê û heyeta Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di 25ê Tebaxê de civiyan û li ser bend û xalên peymana 29ê Çileyê gotûbêj kirin û axivîn.

Di dawiya civînê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Koşka Gel a Sûriyeyê ragihand ku HSDê xwe fesix kiriye û li ser pêvajoya entegrasyonê xebatên xwe didomînin.

Hûrgiliyên hevdîtina ku beriya du rojan li paytexta Sûriyeyê Şamê di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê de pêk hatibû, hêdî hêdî derdikevin holê.

Piştî hevdîtinê, Mezlûm Ebdî daxuyaniyek da û ragihand ku wan dawî li hebûna leşkerî ya HSDê aniye. Piştî vê daxuyaniyê, di çapemeniyê de derbarê erka Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed a di hikûmeta navendî de, perwerdehiya bi zimanê dayikê û rewşa YPJê agahiyên girîng cih girtin.

Ebdî dibe musteşar, Ehmed dibe parlamenter

Li gorî çavkaniyên li herêmê ku agahî dan ajansa me; hat piştrastkirin ku Mezlûm Ebdî dê wekî musteşarê Serokkomariya Sûriyeyê bê tayînkirin. Her wiha Îlham Ehmed jî dê ji kotaya Serokkomariyê bibe Parlamentera Meclisa Sûriyeyê û di xebatên dîplomasiyê de bi erk û berpirsiyarî rabe.

Kurdî dibe zimanê duyemîn ê fermî

Di çarçoveya peymanê de zimanê Kurdî li seranserî Sûriyeyê wekî zimanê duyemîn ê fermî hat qebûlkirin. Li herêmên Kurdan dê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê birêxistinkirin. Wê di vê çarçoveyê de komîsyonek taybet bê avakirin, materyalên perwerdehiyê yên bi Kurdî amade bike û pergala perwerdehiyê saz bike.

Dê derbarê YPJê de daxuyanî bê dayîn

Mijareke din a girîng a hevdîtinê rewşa leşkerî ya YPJê bû. Hat hînbûn ku di mijara hebûn û siberoja YPJê de jî lihevkirin çêbûye. Tê payîn ku di saetên pêş de di malpera fermî ya YPJê de derbarê mijarê de daxuyaniyeke berfereh ji bo raya giştî bê belavkirin.

Etîket: Îlham EhmedMazlum Ebdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Berwarî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partî jidil bixebitin

‘Xilasî û azadiya gelê Kurd di yekîtiya neteweyî de ye’

15 October 2026
Bakirhan li Foruma MERI wêneyê peyama yekitiyê belav kir

Bakirhan li Foruma MERI wêneyê peyama yekitiyê belav kir

13 October 2026
Îlham Ehmed: Kurd hatin nasîn lê hin kes destwerdanê dikin

Îlham Ehmed: Kurd hatin nasîn lê hin kes destwerdanê dikin

12 October 2026
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed beşdarî foruma li Dihokê bûn

Bakirhan, Ebdî û Îlham Ehmed li Hewlêrê ne

12 October 2026
Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

29 September 2026
Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

16 September 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya zimanê wekheviya zayendî dikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Birîna ku di wijdana civakê de nehatiye jibîrkirin: Ugur Kaymaz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ARSÎSA 11 mamosteyên Kurdî mezûn kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî misogeriya pêşeroja azad e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Em ê li dijî şerê taybet, tiryak û fihûşê bi komînan xwe birêxistin bikin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne