Şaredariya Wêranşarê di Navenda Piştgiriya Jinan de Pirtûkxaneya Nagîhan Akarsel vekir. Hevşaredar Bedriye Yorgun anî ziman ku ew hêvî û daxwaz dikin ku ji vir azadî biherike û bibe lehî.
Şaredariya Wêranşarê ya Rihayê di Navenda Piştgiriya Jinan de Pirtûkxaneya Nagîhan Akarsel vekir. Li salona ku merasîma vekirinê lê pêk hat, wêneyên Nagîhan Akarsel û wêneyên jin û zarokên hatine qetilkirin, hatin daliqandin. Salon bi kulîlkan hate xemilandin û pankartên ku bi zimanên Kurdî, Tirkî û Erebî hatibûn nivîsandin û li ser wan “Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinan e” û “Jin Jiyan Azadî” dinivîsî, hatin vekirin. Gelek jin tev li merasîma vekirina pirtûkxaneyê bûn.
Di merasîma vekirinê ya ku gelek jin tev li bûn de, Hevşaredara Wêranşarê Bedriye Yorgun axivî û da zanîn ku ew hêvî û daxwaz dikin ku ji vir azadî biherike û bibe lehî.















