Li Amedê bernameya bîranîna şehîdên meha Mijdarê û 48emîn damezrandina PKKê hat lidarxistin.
Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-Der) ya Amedê di çarçoveya bîranîna şehîdên meha mijdarê û pîrozbûna damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de bernameyeke li Çand Amedê li dar xist. Li gel malbatên şehîdan, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî gelek welatî tev li bernameyê bûn. Di ewyana bername lê hat lidarxistin de pankarta “Salvegera damezrandina PKKê pîroz be” hat daliqandin. Di bernameyê de teqezî li ser ked, berxwedan û fedakariya şehîdan hate kirin û hat diyarkirin ku bîranîna wan wê her tim zindî bimîne. Bernameya bîranînê bi deqîqeyek rêzgirtin û xwendina sîrûda Çerxa Şoreşê dest pê kir û piştre sînevîzyonên derbarê Cejna Vejînê û şehîdan de hatin nîşandan.
Di bîranîne de Rêveberê MEBYA-Derê ya Amedê Hayrettîn Guner bal kişand ser wateya meha mijdarê û girîngiya xwedîderketina li mîrateya têkoşîna şehîdan û wiha axivî: “ Serokatî ev rê da ber Kurdan, gelê Kurd jî di nav xwe de şoreşeke mezin ava kir. Di vê şoreşê de gelek berdêl hatin dayîn û em ê bi wefadarî li ser şopa şehîdan bimeşin û nirxên wan biparêzin.”
Bername bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.





















